Serhildana Sêx Seîd nayê jibîr kirin!
Îsal 90. saliya Serhildana Sêx Seîd Efendî ye. Ji roja serhildanê heya îro di derheqa serhildanê da pir tist hatin nivisandin û gotin. Li gorî îdeolojiya resmî ya devleta Tirk, Sêx Seîd û hevalên xwe ji bo ku Xîlafetê sûn va bînin li dijî Komara Tirkiyê serî hildane.
Oldarên Tirk jî digotin ku Serhildana Sêx Seîd serhildaneke olî bû û wan dixwestin Serîetê bînin welat.
Komunîst û sosyalîstên Tirk jî wê demê digotin ku ev serhildan, serhildaneke kevneperest û dijî Komara Tirkiyê ya nû ye.
Mirov wexta mêze van hersê dîtin û îdeolojiyên wan dike, dibîne ku ji van hersê dîtin û îdeolojiyan xuya ye ku armanca wan ew e, ku meseleya Kurd û Kurdistanê nekeve rojeva Kurdan û dinyayê. Bi zanebûn armanca serhildanê manîpule dikin û naxwazin ku gelê Kurd û gelên dinyayê rastiya serdildanê bizanin.
Rast e, Sêx Seîd kesekî oldar bû, lê mirov wexta li ser tarîxa serhildanê lêkolîn dike û kesên ku di serhildanê da cih girtine guhdar dike, pir eskere tê dîtin û xuyakirin ku Serhildana Sêx Seîd, serhildaneke netewî ya Kurd e. Sêx Seîd û hevalên xwe dixwestin wek her miletêkî, Kurd jî li ser axa xwe, xwe îdare bikin. Ev rastî iro pir bi zelalî te xuya kirin.
Wek tê zanîn di Serê Cîhanê yê Yekemîn da Împaratoriya Osmanî hebû. Di dema Serê Cîhanê yê Yekemîn da dewletên biyanî û imperyal axa Osmaniyan dagir kiribûn. Wê demê kadroyên Kemalîst ji bo ku Kurd pisgiriya wan bikin û li dijî dagirkeran ser bikin soz dabûn Kurdan, ku wexta Tirkiye di vî serî da ser bikeve û dagirker ji Tirkiyê herin, heqê Kurdan jî wê bê dayîn. Lê kadroyên Kemalist û Komara Tirkiyê li ser vê soza xwe nesekinîn û Kudr xapandin.
Sêx Seîd û hevalên xwe li dijî vê yekê derketin û haziriya serhildanekê netewî ya Kurdan kirin. Sêx Seîd û rewsenbîr û kadroyên siyasî yên Kurd ji bo ku pisgiriya Kurdan bo serhildanê bigrin, bajar bi bajar digeriyan. Sêx Seîd tev hevalên xwe di 8´ê Sibata 1925´an da serlêdana bajaroka Pîran kirin. Di vê rojê da lesgerên ordiya Tirk provokasyonek derxistin û li wê derê di navbera Kurdan û lesgeren Tirkan da ser despê kir. Di demeke kurt da di gelek bajarên Kurdistanê da di navbera servanên Kurd û lesgerên Tirk da ser û pevçûn çebûn û serhildan despê kir.
Di vê serhildanê da lesgeren Tirk êrîs birin ser Kurdan û bi deh hezaran Kurd sehîd ketin. Gund û bajarên Kurdan kirin gola xwînê. Pase Sêx Seîd û 47 kadroyên serhildanê hatin girtin û dadgehkirin. Sêx Seîd û kadroyên serhildanê di 29´ê Hezîrana sala 1925´an da bi destên dagirkerên Tirk va hatin dardakirin.
Di dîroka Kurd û Kurdistanê da Serhildana Sêx Seîd Efendî cihekê giring û tarîxî digre. Sêx Seîd wexta were dardakirin evî tistî dibêje:
Ez niha ji vî dinyayê xatir dixwazim, diçim.
Ez ji bo gelê xwe, xwe feda dikim û diçim û posman nînim.
Tenê daxwazeke min heye, ku neviyên min li hember dijmin min piçûk nekin.’
Li ser Serhildana Sêx Seîd 90 sal derbaz bû. Îro jî ne diyar e ku gora wan li kudere ne. Dewleta Kemalîst û dagirker bi zanebûn gora Sêx Seîd û hevalên wî ji gelê Kurd wesartiye. Ji ber ku gelê Kurd nizanibe gora wan li kuderê ye. Wexta bê zanîn, wê demê Kurd wê herin ser gora wan û ziyaret bikin. Wê demê kesên ku herin ziyaretê, li ser ziyaretê hevdu nas bikin û li ser serhildanê biaxivin û serhildan neyê ji bîr kirin.
Mirov wexta li Serhildana Dersimê jî mêze dike, ev yeka li hember Serhildana Dersimê jî hatiye mesandin. Serokê Serhildana Dersimê Seîd Riza ye. Seîd Riza jî hatiye dardakirin û gora wî jî hatiye wesartin. Îro kes nizane gora Seîd Riza jî li ku derê ye.
Bi kurtî dewleta dagirker a Tirk her tim bi zanebûn û sîstematîk serhildanên netewî yên Kurdan manîpule kirine û nexwestine ku wek serhildanên mîllî yên Kurd bên zanîn.
Lê ne dewlet ne jî padisah nikarin rastiyê ji holê rakin. Dereng be yan jî dûr be jî rastî rojekê derdikevin holê.
Ez wekî Kurdekî welatparêz û dilsoz, di 90. saliya Serhildana Sêx Seîd Efendî da bang li Hukumeta Tirk dikim û dibêjim, hûn îro li ser hukum in û hemû arsîva Osmanî û Komara Tirk di destê we da ye. Hûn dikarin gorên Sêx Seîd Efendî, Seîd Riza û Seîdê Nursî yê Kurd li kuderêne eskere bikin.
Eger hûn bi rastî dixwazin di meseleya Kurdan da gavan bavêjin, de keremkin, di vî alî da gav bavêjin da ku gelê Kurd jî bizane ku hûn di meselê da samîmî ne.
Eger hûn gorên wan qehreman û mêrxasên Kurd ji gelê Kurd ra eskere nekin, wê demê hûn jî wek Kemalîst û nijadperestên Tirk sûcdar û gunehkar dibin.
Di 90 saliya Serhildana Sêx Seîd Efendî da wî bi giramî bi bîr tînim û di 90 saliya wî da hemû sehîdên Kurdan bi bîr tînim. Ruhê wan sad, cihê wan bihust be.
Bekir Topgider