Nûçe

Serok Barzanî: Em spasiya Amerîkayê dikin ku nehist Kobanê bikeve destê DAISê

Dihok-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêswazî li sandeke amerîkî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî jiber êrîsên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DAISê li Kobanê û herwiha bo ku rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAISê spasiya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku lêdana terorîstan li Sûriyê gellek girîng e daku terorîstên nava Iraqê nikaribin Sûriyê weke wargehekî aram bo xwe bikar bînin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Dihokê pêswazî sandeke Amerîkayî bi serokatiya Cîgirê Sewirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Tony bilincen civiya.

Di hevdîtinê de ku Sewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên jî tê de besdar bûn heyeta Amerîkayî kêfxwesiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê û herwiha hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re diyar kir û silavên Obama û jeo Biden jî gehande Serok Barzanî û Gelê Kurd.

Tony Bilincen di berdewamiya axaftinên xwe de ji ber hevkarî û hevpeymaniya Kurd ya ligel Amerîka û hêzên cîhanî ya li dijî terorîstên DAISê de jî spasiyên Amerîkayê pêskêsî Kurdistanê kir û got: ‘Em ji nêz ve ha ji qehremaniya Hêzên Pêsmergen û em serbilindin ku di serê dijî terorîstên DAISê de pêsmerge hevpeymanê me ye.’

Heyeta Amerîkayî herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir daku nêrîn û ramanên xwe yên li dor rewsa niha pêskês bike daku ew jî di siya wan nêrînan de bibin xwedan zaniyarî.

Di berdewamiya hevdîtina han de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdem ligel bixêr hatinkirina heyeta mêvan, jiber hevkariyên Amerîkayê jî yên ku di wan demên dawî de pêskêsî Gelê Kurd kiriye spasiyên xwe pêskêsî Serokê Amerîkayê Obama û Cîgirê wî Jeo Biden û gelê Amerîkayê kir.

Serok Barzanî got: ‘DAIS ne tevgereke nû ya terorîstiye jiber ku berdewamiya Qaideyê ye û zêdetir xwe organîze kiriye û her çend di warê hizrî de nakokiyên wan jî hebin lê di rastî de xwedan yek çavkanî ne.’

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi berfirehî behsa sedemên bilez belavbûna terorîstên DAISê li Iraqê de kir û got: ‘Bilez belavbûn û bihêzbûna terorîstên DAISê siyasetên sas yên hikûmeta berê yê Iraqê ye jiber ku siyasetên sas yên hikûmeta berê ya Iraqê rê bo terorîstên DAISê xwes kir.’

Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: ‘Beriya salekî me Hikûmeta Iraqê ji metirsiyên DAISê agehdar kir û me ji wan re got ku terorîstên DAISê li derdorê Mûsilê hewl bo xwe amadekirinê dide, lê belê Hikûmeta Iraqê ew agehdariyên me bi cidî wer negirt. Eger çareseriyeke siyasî ji aloziyên navçeyên suneyên Iraqê re hatiba dîtin wê demê DAISê nedikarî ku bi vî rengî pês bikeve lê siyasetên sas yên Serokwezîrê berê yê Iraqê bûne sedem ku welatiyên sune weke rizgarker li DAISê bimîzinin û pistgîriya DAISê bikin.’

Serok Barzanî eskere kir ku, ‘Hikûmeta wê demê ya Bexdayê di sûna çareserkirina sikestinên artêsa Iraqê hewl da daku tometên curbicur bixe ser Kurdistanê daku bi vî rengî sikestên artêsê vesêre û Kurdistanê bi vê yekê tawanbar dikir ku bûye navenda Serokên nerazî yên sune, ev di demekî de ye ku pêstir jî Kurdistan wargeheke aram bû welatiyên sîi jî bûye û niha jî bi sed hezaran welatiyên deverên din yên Iraqê ji tirsa terorê berê xwe dana Kurdistanê û li Kurdistanê de hatine bicîhkirin û hewandina wan penaberan jî li cem xelkê Kurdistanê pîwaneke mirofatî bûye û vê herwisa jî bidome.’

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: ‘Terorîstên DAISê ji nîskave bi wan çekên her du artêsên Sûriya û Iraqê yên ku bidest xistibûn êrîsî ser Kurdistanê kirin, lê Hêzên Pêsmerge jî ti çekeke giran û pêskeftî di destê wan de tunebû lewre di du rojên destpêkê de terorîst karîn li çend deveran de pêsrewî bikin lê pist re Hêzên Pêsmerge netenê rê neda ku terorîst pêsrewî bikin belku beseke mezin ji wan deveran jî ku ketibûn destê terorîstan rizgar kir û ev deverên ku niha jî di destê terorîstên DISIê dene vê di demeke nêz de werin azadkirin.’

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, ‘Terorîstên DAISê bi tenê di serê xwe ya ligel Hêzên Pêsmerge de rastî sikest û wendahiyan hatine û li cêyên din DAISê hîna her serdeste û ti hêzek tuneye ku li dijî DAISê ser bike.

Serok Barzanî got: ‘Nabe çavê Iraqiyan li destê Hêzê Pêsmerge be bo tunekirina terorîstên DAISê jiber ku em deverên Kurdistanî azad dikin û nabe ew jî rûnin û li me bimîzênin. Pêwîst e xwe organîze bikin û deverên xwe ji destê terorîstan rizgar bikin. Pêsmerge ev telîsma han yaku digot DAISê bihêze û bi ti awayî rastî sikestinê nabe sikand û derbên dijwar li terorîstan dan. Dibe tirsa Iraqiyan jî nemîne û êrîsî terorîstên DAISê bikin bo vê yekê jî lazime artêsa Iraqê ji nû ve were organîzekirin lê bi awayek ku tevahiya pêkhateyên Iraqê tê de xwedan rol bin û palanek hevbes bi besdariya tevahiya aliyan were amadekirin.’

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku bi tenê operasiyonên leskerî bo ji navbirina DAISê têrê nakin û lazime hewl bo hiskirina çavkaniyên darayî yên DAISê werin dayîn.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de jiber êrîsên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DAISê li Kobanê de û herwiha bo ku rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAISê spasiya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku lêdana terorîstan li Sûriyê gellek girîng e daku terorîstên nava Iraqê nikaribin Sûriyê weke wargehekî aram bo xwe bikar bînin.

Li hember de jî heyeta Amerîkayî bo wan sîroveyan spasiya Serok Barzanî kir û eskere kir ku ev sîroveyên han bo Amerîkayê gelek girîngin.

Heyeta Amerîkayî herwiha eskere kir ku, ‘Dema terorîstên DAISê êrîsî Hewlêrê kirin Serok Obama got lazime em Hewlêrê biparizin û di vê çarçoveyê de me erkê xwe cîhbicîh kir û niha jî rêyeke dûr û dirêj di warê hevkarî kirin û hevpeyman bûna hev û du de di pêsiya Amerîka û Kurdistanê deye û emê bihevre vê serkeftinên gelek mezin bidest bixin.’

Heyet got: ‘Spas bo hevkariya we ku we karî tilîsma DAISê biskînin û serkeftinên we gelek mezin bûn lazime peyama wan serkeftina bigehêje cîhanê daku ev terorîstên ku bi xweziya serkeftinê diçine nav DAISê bizanibin ku DAISê ne ew hêze ku bikarêbe hertim di serkeftin de be.’

Heyeta Amerîkayî herwiha eskere kir ku, ‘Niha hijmara wan welatên ku di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAISê de cê digirin 60 welate û tevahiya wan welatan di warê leskerî û hiskkirina çavkaniyên darayî yên DAISê de hevkariyên pêwîst pêskês dikin. ‘

Dengê Kurdistan

Back to top button