Serok Barzanî hemû nûnerên Kurdistanê yên li Bexdadê bangî Hewlêrê Dike

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê li gel gist nûnerên Kurd ên li Bexdadê hem ên wezîr û hem jî parliyamenteran kom bibe û bi wan re basa gorankarîyên siyasî yên evê dawîyê û rewsa Iraqê û herêma Kurdistanê guftûgo bike.
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pistî vegeryana xwe ji gesta derveyî welat, dest bi zincîre kombûn û hewlên cidî daye da ku qeyranên niha yên Iraqê çareser bike û çarenivîsa Kurd jî bi destê Kurd i xwe dîyar bike. Di evê çarçêweyê jî de, weha hatiye ragihandin, ku dê sibê serokê herêma Kurdistanê li gel gist nûnerên Kurd ên li Bexdadê kom bibe û li gel wan gengese û guftûgoyê li ser rewsa siyasîya Iraqê û gorankarîyên herî dawî bike.
Di evê bareyê de parliyamentera Kurd a li parliyamenta Iraqê ya ser bi Hevpeymanîya Kurdistanî ve Eswaq Caf bêjedanek da PNA û ragihand, ku ´´ sibê dê serokê herêma Kurdistanê li gel nûnerên Kurd ên li Bexdadê kom bibe û dê di kombûnê de basa gorankarîyên herî dawîyên rewsa siyasîya Iraqê bihê kirin.´´
Eswaq Caf herwisa ragiahnd: ´´ her çende serokê herêmê bi xwe bas agahdarî rewsa niha ya Iraqê ye, belê di evan kombûnên wis ade, ko eve bo cara sêyeme dihê sazkirin, destpêkê guh ji nerînên nûnerên Kurd digire.´´
Caf weha jî da xuyakirin, ku ´´ dê di dawîya kombûnê de beyannameyek bihê derkirin.´´
S.K
Ajansa Nûçeya Peyamnêr
Dengê Kurdistan