Nûçe

SEROK MESUD BARZANÎ SANDEYA HAK-PARÊ QEBÛL KIR

Di 04/05/2023 an demjimêr 15:00 an de Serok Mesud Barzanî sandeya HAK-PARê ya bi serokatiya Serok Düzgün Kaplan qebûl kir.

Serok Barzanî bi serokê HAK-PARê Düzgün Kaplan re li ser rewsa siyasî ya Tirkiyeyê û têkiliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdan de gotûbêj kir.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan ku ev demeke li Herêma Kurdistanê serdan û civînan dike bi sandeya xwe ya HAKPARê re, serdana Serok Barzanî kir.

Di nava sandeya HAK-PARê de Berpirsê Têkiliyên Basure Kurdistan Zana Sezen, Cîgirê Serok Cafer Stêrk, cîgirê serokê HAK-PAR Mahsun Çelebî û Serokê Rêxistina Esenyurt ya HAK-PARê Ozan Sezen cih girtin.

Serok Barzanî di derbarî pêseroja siyaseta Tirkiyeyê û bi taybetî jî têkiliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de bi serokê HAK-PARê re axivî.

Di civînê de qala giringiya astiyê, diyalogê û zimanê çareseriyê jî hat kirin û guftugo li ser têkiliyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û partiyên Kurdistaniyên li Tirkiyeyê hate kirin.

Serokê Gistî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan li Herêma Kurdistanê bi sandeya pê re hevdîtinên xwe didomîne. Sandeya HAK-PARê berî çend rojan Serwerên PDK I, PAK-Rojhat, ENKS, PDKS û Eleqadê derva re hevdîtin kiribû.

Hevdîtina di navbera Serok Barzanî û sandeya HAK-PARê nêzikî 40 xulekan berdewam kir. Çapemeniya herêmî giringî dane hevdîtinê. Civîn gelekî berhemdar bû.

04.05.2023

Buroya Çepemenî HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button