Serokatîya herêma Kurdistanê: Siroveyên hindek alî û kesan derbarê Rojavayê de sas in

Serokatîya herêma Kurdistanê: Siroveyên hindek alî û kes derbarê Rojavayê Kurdistanê de sas in û muzayedeya siyasî ye
Serokatîya herêma Kurdistanê di ragihaneke tund de rexne li hindek dezgehên ragiahndinî û çend kesayetîyên siyasî û siroveyên nedirustên wan ên sebaret bi rewsa Rojavayê Kurdistanê digre û radigihîne, ku ewên rondikên timsahî bo Rojavayê Kuridstanê dirêjin, hemû pêdawîstîyên bergirîkirin li gelê Kurd di ber destê wan de ne û sînor jî vekirine, bila fermûn û biçin bi pratîkî bergirî li gelê Kurd bikin.
Li gor malpera fermîya seroaktîya herêma Kurdistanê, peyvdarê fermî serokatîya herêma Kurdistanê îro di ragihanekê de helwêsta seroaktîya herêma Kurdistanê di bareya raportên hindek dezgehên ragihandinî û çend kesayetîyên siyasî li ser rewsa Rojavayê Kurdistanê de diyar kiriye û tê de ragihandiye, ku´´ maweya çend rojane li medyayan û bêjedanên hejmarek siyasîyan muzeyedeyeke zêde li ser rewsa Rojavayê Kurdistanê dihê dîtin û siroveyên nedirust di bareya rewsa siyasîya Rojavayê Kurdistanê ji hevwelatîyên Kurdistanî re dihê gotin.´´
Di evê ragihanê de hatiye amajekirin, ku bila gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi xwe dadwr be ku bi praktîkî û bi kirdar hikûmet û îdareya herêma Kurdistanê çawan û çê ji bo Rojava kirine û tekezî hatiye kirin, ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi dilniyayî ve her dê bi evê sêweyê li ser erkê hevkarîkirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam be. Di ragihanê de hatiye gotin, ku hikûmet û îdareya herêma Kurdistanê alîkarîya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi erkekê mirovî û neteweyî ya ser milê xwe dizanin.
Peyvdarê seroaktîya herêma Kurdistanê herwiha di evê ragihanê de daye xuyakirin, ku ´´pêywîste rê bi hemû hêz û alîyên siyasîyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bihê dan ku di birêvebirin û bergirîkirin li gelê Kurdistanê li Rojava de besdar bin nek ewa ku bi tenê hêzek, hemû tistekê qorix bike û rêgir be ji besdarîkirina alîyên siyasîyên dinên Kurdî, heta bo bergirîkirin li milletê Kurdistanê li Rojava, ji ber ku ew pawanxwazî (qorixkarî) û takrewîya han berovajîyê hemû rêkevtinên siyasî yên navbera alîyane.´´
Di beseke din a evê ragihanê de hatiye ku ´´ li gel ewê çendê de jî em bi pêywîst dizanîn ku wê jî bo xelkê Kurdistanê rohn bikeyn ku ewên rondikên tîmsahî dirêjin derbarê rewsa Rojavayê Kurdistanê û bergirîkirin li gelê Kurd li Rojava de, muzayedeyê dikin û di hema demê jî de hindek ji wan hemû pêdawîstîyên ewê bergirîkirinê di ber dest de hene, bila fermûn û eve sînor vekirîne û biçin li ser erdê pratîk bergirîyê li gelê me li Rojava bikin, ewê demê bo xelkê Kurdistanê derdikeve ku muzayedeya wan çend yarîyeke bê buha ya siyasî ye û pire li çewasekirina raya gistî.´´
http://www.peyamner.com
Dengê Kurdistan