Nûçe

Serokatîya Herêma Kurdistanê: Tu belgeyek ji bo rûdana komkujiya dijî Kurd bi dest neketiye

Daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê li ser raporta sanda kongreya neteweyîya Kurd a derbarê Rojavayê Kurdistanê de

Peyvdarê serokatîya herêma Kurdistanê Omêd Sebah di ragihanekê de ragihand, ku li gor raporta sanda komîteya amadekar a kongreya neteweyîya Kurd bo encamdna lêkolînan li ser rews û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, girift di çespandina asayis û birêvebirina nawçeyên Kurdî de û nedadperwerî di dabeskirina hevkarîyên mirovî de heye û ewe jî di encama xwesepandina yek hêzî û pistguhxistina rêkevtinên berê yên navbera alîyan û bi taybetî jî rêkevtinnameya Hewlêrê de ye.

Ev jî deqa ragihana peyvdarê serokatîya herêma Kurdistanê ye:

Pistî wê yekê ku di 08/08/2013 de birêz serokê Herêma Kurdistanê bi nameyekê daxwaz ji Komîteya Amadekara Kongreya Neteweyîya Kurd kir ku sandekê ji bo lêkolîna bûyeran bisînin Rojavayê Kurdistanê û di derbarê wan nûçeyên ku behsa hebûna komkûjiya Kurd li Rojava dikirin, lêkolînê bikin, Komîteya Amadekar sandek ji nûnerên alîyên siyasiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk anî û roja 19/08/2013 sandê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û sanda pêkhatî pênç roj li wir man û serdana çendîn herêman kirin û hevdîtinê li gel 400 kesên ji çînên cûda cûdayên Rojava encamd an û pistî vegeriyan jî, raporek di derbarê wê serdanê û lêkolînên li ser rûdanên Rojava amade kiriye.

Sand di rapora xwe de ewe rohn kiriye ku rê nedane wan serdana bajarê Amudê bikin da ku sedem û çawayîya teqeya li ser xwepêsanderan û sehîdkirina hejmarek ji wan rohn bibe. Herwiha di tevahiya wan hevpeyvînên li gel xelk û alîyan de encam dane ti belgeyek ji bo rûdana komkujîya dijî Kurd bi dest nekevtiye û ewa rû daye pêkdadana di navbera dû alîyên çekdar de bûye.

Rapora sandê balê diksîne li ser hebûna gelek kêse û giriftên li Rojava, hinek ji wan jî nebûna asayîs, nearamî û nebûna derfeta kar û nebûna xizmetguzariyên tendirustî û nebûna elektrik û kareba ku bûye sedema karnekirina bîrên ava xwarinê, herwiha ji alîyên grûpên çekdar ve talankirina çend nexwesxaneyek û nebûna derman û kadîrên pizîskî, bi cûreyek jiyana welatîyan gelek zehmet kiriye û xelk neçar kiriye ku bihêne Herêma Kurdistanê û metirsîya wê yekê pîsan daye ku Erebên herêmên dinên Surîyê biçin cihên welatiyên Kurd û eve jî bibe sedema guherîna demografiya ya Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha li gor rapora sanda lêkolînê, di çespandina asayîsê de û di birêvebirina herêmên Kurdan de, ne dadperwerî di dabeskirina hevkariyên mirovî de kêse û girift heye û eve jî di encama xwesepandina yek hêzî de û herwiha pistguh xistina peymana berê yê di navbera aliyane ku bi taybetî jî peymana Hewlêr.

Rapor komek daxwaziyên xelk û aliyên Rojava xistîye rû û ji bo bi cîhkirina wan daxwaza hemahengiyê dike, weku pêwîstiya bi cîhkirina peymana Hewlêr û çalakkirina Desteya Bilinda Kurdî, her wiha hemû alî li birêvebirin û parastina Rojava de besdar bin, her wiha ragirtina serê li navçeyên Kurdan û rêxistina bazirganî li ser sînor bi cûreyek hemû alî têde besdar bibin neku yek alî serperestiya wê bike, her wiha ragirtina koçkirina Kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê û Tirkiye, ji bilî li rewsa gelek pêwîstiya mirovî.

Di dawiya raporê de sanda lêkolînê çend pêsniyarekî xistiye rû, weku dabînkirina derman, hatina hawarê(Emergency) bo Rojavayê Kurdistanê û rêxistina karubarê bazirganî li sînora navbera Herêma Kurdistan û Rojava de bi cûreyek ku li wî aliyê sînor ji aliyê yek alî dest li ser da neyê girtin.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê pistgiriyê li wan daxwazan dikin û tekez dikin ku divê hemû cûre hevkariyeke mirovî bigihînin rûnistvanên herêmê û li wir jî ji aliyê lîjneyekî hevbes ku nûnerê hemû aliyan têda hebe û bi awayeke dadperwerane bê dabes kirin, careke din jî tekez li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya aliyan dikin û radigihînîn ku ji bo nehistina kêse û giriftan pêwîste hemû aliyê Kurdan li parastin û birêvebirina Rojava de besdar bibin.

Bi pêwîstî jî dizanîn spasiya Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd û sanda lêkolînê bikîn ku bi navê derxistina rastiyan de erkên xwe bi cîh anîn û serdana Rojava kirin.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03/09/2013

http://www.peyamner.com

Dengê Kurdistan

Back to top button