Serokê Gistî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay bi mesajekê hukumeta teze ya Kurdistanê pîroz kir

Mesaja pîrozbahî ji bo Hukumeta Kurdistanê
Serokê Gistî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay bi mesajekê hukumeta teze ya Kurdistanê pîroz kir. Burkay di mesaja xwe da usa got, ‘çi bi siklê federal çi serbixwe, divê gelê Kurd gor dil û daxwaza xwe heqê çarenûsî bi kar bine.’ (Temamiya mesajê li jêrê ye.)
HAK-PAR ‘Buroya çapemenî
Hêja Nêçîrvan Barzanî
Serokê Hukumeta Kurdistanê
Ji ber avabûna Hukumeta teze ya Kurdistanê ez we û hemû endamên hukumetê pîroz dikim û ji we ra serkevtin dixwazim.
Hukumeta we ya teze di demeke han da ava bû ku li Iraqê careke din bûyerên mezin diqewimin. Em hêvîdar in ew ser û sewata mezhebî rojkî berê bighê dawî, aramî bê Iraqê û Kurdistanê. Her usa Kerkûk û herêmên dinê ku besekî Kurdistana Basûr in, êdî tevî axa Herêma Kurdistanê bin û çi bi siklê federal çi serbixwe, gelê Kurd gor dil û daxwaza xwe heqê çarenûsî bi kar bine.
Bi silavên birayetî
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
21 Heziran 2014
Dengê Kurdistan