Nûçe

Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay: Em li gel rawestandina serin

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Pistî rêzekonferansên li bajarê Duisburg û Siegburg’ê li Almanya, di roja 10.03.2013’an de jî li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê konferansa serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Birêz Kemal Burkay a di derbarê rewsa dawîn li Kurdistanê, li Tirkîyê û li Rojhilata Navîn bi amedekarîya KOMKAR-DK ve hat li dar xistin.

Ji her çar besên Kurdistanê kurd besdarî konferansê bûn. Di nav wan de nûnerên partî û rêxistinên kurdan ên wek PDK, YNK, PDK-Î, PDK-Bakur, Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark (KKÊD) û partîyên li Rojavayê Kurdistanê ên wek Partîya Azadî, Partîya Yekîtî a Demokratên Kurdên Sûrîyê û hwd. hebûn.

Bi taybetî jî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropa (YE), Birêz Dilawer Ajgeyî û endama parlamentoya Danîmark ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Birêz Özlem Çekiç jî besdarî konferansê bûn. Herweha gelek nas û dostên kurdan jî tê de besdarî kirin.

Pistî bixêrhatina mêvanan ji alîyê serokê KOMKAR’ê Serhad Amedî ve, Birêz Burkay bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Hêjayî gotinê ye ku zimanê konferansê bi gistî bi kurdî bû, lê ji bo ku hin kesên mêvan ên tirk û hin kurdên ji Anatolîya Navîn jî bas fêhm bikin, Birêz Burkay pistî axaftina xwe a bi kurdî, bi kurtayî jî bi zimanê tirkî çend deqeyan pêvajo ji bo wan jî sîrove kir.

Di destpêkê de Birêz Burkay qala vegera xwe a ji bo welêt û sîyaseta HAK-PAR û daxwazên gelê kurd bi hûrgilî anî ziman. Birêz Burkay got ku ew weke HAK-PAR’ê çareserîyeke demokratîk a li ser esasê wekhevîyê, ango statûyeke federal ji bo Bakurê Kurdistanê dixwazin. Wek nîmûne jî statûye li Basûrê Kurdistanê û gelek welatên din destnîsan kir û anî ziman.

Di derbarê makezagona nû a li Tirkîyê de jî, Birêz Burkay anî ziman ku ew weke Partîya Maf û Azadîyan dixwazin ku di vê destûra nû de hemû mafên gelê kurd bêne naskirin û misogerkirin, nasnameya kurdî bê naskirin û zimanê kurdî jî bibê zimanê fermî û perwerdê li Bakurê Kurdistanê. Herweha jî anî ziman ku divê hemû mafên kêmolan ên wek elewîyan, êzîdîyan û xiristîyanan û heta mafên misilmanan jî bêne naskirin û ew jî bi azadî bîr û bahwerîyên xwe ên olî bidin jîyandin.

Birêz Burkay di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku eger wilo nebe ew nikarin bêjin ku ev destûr destûreke demokratîk e û ewê ticaran ne li gel sîstemeke ûnîter bin.

Birêz Burkay got ku: ‘Herçiqas ku hikûmet û muxalefet ji bo van daxwazan ne amade bin jî, lê li gor me ev daxwazên me ji bo gelê kurd ên herî maqul in û emê di van daxwazên xwe de jî her berdewam bin’.

Di derbarê muzakereyên di navbera MÎT’ê û Îmralîyê de jî, Birêz Burkay dîtinên xwe anîn ziman û got ku ew li gel rawestandina vî serê qirêj li Kurdistanê ne û anî ziman ku pêwîst e herdu alî dest ji ser berdin, neku tenê PKK, lê herweha dewlet bi xwe jî divê dev ji operesyonên xwe berde û wiha berdewam kir: ‘Em êdî hemû dizanin ku tu feydeya vî serî çênebû û pistî vê saetê jî êdî çênabê. Ev daxwaza me ji berê de ye. Em li gel rawestandina ser in, lê bila hemû kes jî zanibe ku rawestandina ser her çiqas gaveke giranbuha be jî nayê wê mahnê ku pirsa kurdî tenê bi vê gavê çareser dibe. Ji bo çareserîya pirsa Kurd û asitîya nav herdu gela, divê hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd bêne naskirin’.

Pistî axaftina xwe a li ser rewsa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê, Birêz Burkay herweha jî qala rewsa li Basûrê Kurdistanê û xasima jî qala pirsgirêka Kerkukê û pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û pistgirîya partîya xwe ji bo kurdên Basûr ragihand. Birêz Burkay got ku: ‘Em ji bo pêskeftinên li Basûr gelekî kêfxwesin û em weke HAK-PAR li cem birayên xwe ên li Basûrê welat in’.

Li ser rewsa li Rojavayê Kurdistanê jî, Birêz Burkay bi hûrgilî pêvajo anî ziman û sîroveyên xwe bi mêvanan re parve kir. Got ku ew weke HAK-PAR rewsê ji nêz ve disopînin û ji bilî PYD’ê pêwendîyên wan bi hemû partîyên kurdan li Rojava heye. Got ku ew ji bo Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî sîstemeke federal dipejirînin û bêtir maqul dibînin û rewsa li Rojava û pirsgirêkên di nava partîyên kurdî de anî ziman û wiha berdewam kir: ‘Kek Mesud Berzanî karekî bas kir, partîyên kurdan li hev anî, yekîtîyek di nava wan de çêkir, mecliseke bilind hat ava kirin, lê wek ku em dibînin milet ji partîya PYD gazinan dikê. Pirsa demokrasîyê di nav me kurdan de heye. Heke hin alî nikaribin bi rêya diyalogê û metodên demokrasîyê pirsgirêkan çareser bikin, radibin dest bi sidetê dikin. Li gor me ev xelet e, ne tistekî rast e. Em li dijî van tistanin. Ev yeka ne di berjewendîya doza kurdî de ye’.

Di dawîya axaftina xwe de Birêz Burkay anî ziman ku ew her tim li gel yekîtîyê ne û heta niha gelek hewldan hatin kirin ji bo ku yekîtîyeke mayînde di nava kurdan de çêbibê, lê mixabin ev yeka heya vê gavê jî pêk ne hatîye. Got ku gava ku bahsa yekîtîyê tê kirinê, hemû kurd û rêxistinên kurdan dibêjin yekîtî û birayetî, lê ev yeka di pratîkê de nehatîye cîh. Birêz Burkay got kurd ji bo yekîtîyê gelekî sist û lawaz in, lê ji bo serê li dijî hevûdin jî gelekî xûrt û çalak in. Got ev tiste êdî gereke bê guhertin û pêwîst e kurd jî êdî dest bi vîzyoneke nû û danûstandineke xûrt li gel hevdu bikin, tehamûla hevdu bikin, hebûna hevdu qebul bikin û rêz û hurmetê ji dîtinên hevdu re bigrin.’

Pistî axaftina Burkay û navbereke kurt, besdaran pirsên xwe kirin û Birêz Burkay jî bi berfirehî bersiva pirsên wan da.

Konferans serkeftî derbas bû û hemû besdarvan jî ji konferansê memnûn bûn. Konferansê zêdeyî sê sihetan dewam kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button