Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay Partiya Gel a Liberalan (fp) zîyaret kir

Dengê Kurdistan STOCKHOLM-Serokê Gistî yê HAK-PAR-ê Kemal Burkay, îro berpirsiyarên Partiya Gel a Liberalan (fp) li parlamentoya Swêdê ziyaret kir. Burkay û heyeta pê re ji aliyê parlamenter û berpirsiyarê Komiteya YE (Yekîtîya Ewropa) Fredrik Mal û parlamenter û endamê Komîteya Karên Dervayî welat û herweha komîteya Bazara Kar Îsmail Kamil ve hatin pêswazîkirin.
Fredrik Mal, pistî ku xêrhatin da Burkay, ravekir ku ew wek partî guhartinên di siyaseta Tirkiyê de bi baldarî teqîb dikin û dixwazin rewsa HAK-PARê ji nêzîk ve bisopînin. Malm ji Burkay re got ku ew bi seredana wî dilxwes bûn û dixwazin guhdarîya dîtinên wî yên derbarî rewsê de bikin.
Burkay li ser rewsa sîyasî ya Tirkiyê, daxwazên kurdan û li ser dîtin û xebatên HAK-PARê agahdarî dan. Parlamenter Îsmaîl Kamil jî li ser dostaniya partiya xwe bi doza azadiya gelê kurd re axifî. Îsmaîl got ku Burkay careke dî hat Swêdê, divê Komîteya Pitgiriya mafên Kurdan (Sverige-Kurdistannätverk) pêsda bê agahdarkirin ku semînereke berfireh jê re bê organîzekirin. Wek tê zanîn ev komîte ji aliyê heft partiyên siyasî yên swêdî di sala 2011´a de hatibû damezrandin.
Civîna herdu partiyan bi dilxwesî û razîbûn encam da.
Dengê Kurdistan