Nûçe

Serokê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç: Êrisa li ser Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

BasNews – Roja 2’yê Berfanbarê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êrîsî ofîsa Encumena Nistîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatibû kirin û pistre jî Ala Kurdistanê hatibû sewitandin. Li Bakûrê Kurdistanê ev bûyer bi tundî tê sermezarkirin.

Bêrêziya li hemberî Ala Kurdistanê ku li Amûda Rojavayê Kurdistanê hatibû nîsandan, ji aliyê partiyên Bakûrê Kurdistanê ve jî rastî bertekan tên. Ji partiyên Bakûrê Kurdistanê Serokê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç amaje bi vê yekê dike ku ‘ew kiryar nayê qebûlkirin û Al nirxên netewî ye û êrisa li ser Ala Kurdistanê sermezar dikin.’

Serokê HAK-PARê Refîk Karakoç, destdirêjiya li hemberî Ala Kurdistanê ji Basnewsê re axivî

Refîk Karakoç, diyar kir ku ‘Dema ku mirov li Ala xwe xwedî dernekeve doza kes û ew partiyan ne doza welat e. Kesên ku wan tistan dikin doza wan û derdê wan ne ên kurdan e. ew li ser navê dewletên dagirker li ser axa Kurdistanê ser didomînin. Ji bo wê yekê em sermezar dikin. Ew bûyera ku derketiye holê tistekî rast nîne bila dew ji çawresî û zordestiyê berdin. Ji xwe em bi sedan sal in di bin zordestiyê de ne. bila têkiliyên partî û rêxistinên kurdan çê bibin.’

Karakoç da zanîn ku ‘ Îro li Rojhilata Navîn gelek bûyer li pêsiya me de hene û îxtîmal heye ku ji bo kurdan fersendeke gelek mezin derkeve û bila kurd wan fersenda ne revînin. Em sewîtandina Ala Kurdistanê sermezar dikin ev tistekî pir xelet e. ‘

Serokê HAK-PARê Refîk Karakoç, li ser tundiya PYD’ê ya li ser endamên ENKS’ê jî wiha axivî û got ‘Dema mirov behsa demokrasî û astiyê bike divê mirov ji hemû kesan re fersendê bide. Divê mirov bikaribe bi hev re kar bike û danûstendinê bike û lihevhatin li pêsiya mirov de hebe. Kesên ku wan kiryaran dikin de ew jî tune ye. Ew tistekî ecêb e. ji bo wê yeke rojek berê dest ji wê siyaseta xelet berdin û hemû rêxistin û partiyên welatparêzên kurdan li dijî wan dengê xwe bilind bikin û rexne yên xwe bikin ku wan kesan xeletiyên wisa mezin cardin nekin û bila ew bibe cara dawîn.’

Dengê Kurdistan

Back to top button