Nûçe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kir

Bi navê xwedê yê Bexsende û Mîhreban

Cemawerê Xosewîst ê Kurdistanê

Raya gistî ya Kurdistan, Iraq û cîhanê

Bi dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê li jêr gef û zulmê de bû û mafên wî dihate binpêkirin. Di wê dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kir û rastî jenosid û komkujiyê bû, ku dawî êrîsa hovane ya teroristên DAISê li ser Kurdistanê û jenosida Kurdên Êzidî bû. Ligel wê jî, gelê Kurdistanê hemû ji rewangeha çareseriya astiyane gav avêtin û ti demekê me ser nexwast, belkû ser li ser me dihat spandin û hewlên xwe bo çareseriya astiyane dane ji bo mana xwe û gihîstina bi armancên xwe. Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.

Welatiyên xosewîst

Ewê li bajarê Kerkûkê bûye, derencamên biryara tekalî ya çend kesên ji nava aliyekî siyasî yê navxweyîya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêsmerge bi wî awayê ku hate dîtin pasve vekisin û ji encama vê pasvekisandinê, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016an di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Cemawerê Kurdistanê dilniya dikin, ewa pêwîst e û tê kirin, em ê ji bo parastina destkeftên xwe û aramî û ewlehiya xelkê bikin.

Niha jî em pêdagiriyê li ser parastina yekrêzî û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin û ez daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikim ku bi gistî ji asoya hestkirin bi berpirsatiya netewî û nistimanî ve serederiyê li gel rewsa hestiyar a Kurdistanê û Iraqê bikin.

Gelê xweragir ê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexs, Pêsmergeyên qehreman, kesûkarên sehîdên serbilind, ew xwîna xortên we di riya azadiya Kurdistanê de bexsandiye û îro jî her tê bexsandin, ew dengê we yê zelal ku we bo serxwebûna Kurdistanê da û gihandiye tevahiya gelan û welatên cîhanê, roj li dû rojê vala naçe û bi vala jî nadin.

Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û xortên qehreman zû yan dereng her digihe armancên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûna bi hêz û yekrêziya gelê me ye.

Mesûd Barzanî

17.10.2017

Dengê Kurdistan

Back to top button