Nûçe

Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya Babê Sêxê Êzdiyan û sandekî li gel kir

Li hevdîtinê de rewsa navçeyên Sengal û Zûmar û rewsa xeraba koçberên bajarê Sengalê xistin ber behs û Babê Sêxê Êzdiyan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku hemû hewlekî bide bo ku çareseriyek ji bo wê karesata li ser Êzdiyan û xelkê navçeyê Sengalê hatiye bê peydakirin û her wiha dergeh ji bo xelkê deverê bê vekirin bo ku san bi sanî hêzên Pêsmerge serê terorîstan bikin û devera wan ji terorîstan bê paqij kirin.

Li vê kombûnê da Serok Barzanî beranber wê karesata li ser xusk û birayên Êzdiyan hatiye nîgeranî û hevxemiya xwe nîsanda û balkisand li ser wê yekê ku qedera gelê Kurd ewe bûye ku herdem dijminê dilreq û bêwîjdan hebûye û karesat li pist karesatan bi gelê Kurdistanê dibîne. Ji bilî wan hemû karesatan gelê Kurdistanê xwe bi dest ve nedaye. Serok Barzanî bi sanda mîhvan ragihand bi rûh û bi can em amadene bergiriyê li ax û kerameta xusk û birayên Êzdî bikîn û ewê ji destê me bê ji bo yarmetîdan û rizgarkirina koçberan û azadkirina axa Kurdistanê ji destê terorîstan dikîn. Serok Barzanî balkisand li ser resenayetiya Kurdên Êzdî û ragihand ku tu dijminek nikarê Kurdên Êzdî li nav bibe û li ser parastina Êzdiyan û vegerandin azadkirina hemû bistêkî devera Singalê sûrîn. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li gel aliyên Iraqî û navdewletiyan li peywendiya berdewam daye bo ku bi zûtirîn demî çareseriyekî bi lez ji bo wan koçberan bê dîtin ku hêviya xwe birine çiyayê Sengalê û li rewseke xerap dane. Serok Barzanî di derbarê serê terorîstan jî ragihand eve dû mehe hêza Pêsmerge bi tenê û bi îmkaniyateke kêm bergiriyê li Kurdistanê dike û Hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletiyan jî yarmetiya gelê Kurdistanê nedane bo ku serê terorê bike û rêgir jî bûne ku gelê Kurd çek ji bo xwe dabîn bike bo ku bergiriyê li xwe bike.

Li besekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê sedemên vê rewsê hate axaftin ku li bereyên rûbirûbûnê ya li devera Sengalê pêkhatiye û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku nabê tu warî de kêmasiyek bimîne û ewê kêmterxem bûne li bergirîkirin û parastina xelkê îcraat li gel wan da tê kirin.
http://www.krp.org/kurdil/articledisplay.aspx?id=sjHaXcKBaqk=

Dengê Kurdistan

Back to top button