Nûçe

Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya Serok Erkanê Artêsa Îtalyayê kir

Îro dûsem 10.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya Admîral Luigi Bineli Mantelli Serok Erkanê Artêsa Îtalya û sandekî li gel kir ku ji hejmarek piledar û sêwirmendên serbazî ya artêsa Îtalyayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Erkanê Artêsa Îtalya ji bo rexsandina vê hevdîtinê û ew pêswaziya lê hatiye kirin spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî balkisand li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya wê yekê xisterû ku welatê wan sozekî taybetî beranber gelê Kurdistanê de heye. Her wiha destxwesiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêsmerge kir ku bergiriyê li pêkhatên neteweyî û oliyan dikin û balkisand li ser wê yekê ku Îtalya bi sanaziyê ve temasa rola wêraneya Pêsmerge dike û tekez jî li wê yekê kir ku ewê Pêsmerge li beranber terorîstan da kiriye karekî mezine û destkeftekî mezine. Di derbarê palpistîkirina hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê jî Serok Erkanê Artêsa Îtalya ragihand ku welatê wan li hevkarîkirina Pêsmerge û kar ji bo dabînkirina çekên bastir û mesqpêkirina Pêsmerge li Îtalya de berdewam dibe û her wiha binkeyekî mesqpêkirinê li Kurdistanê vedikin. Serok Erkanê Artêsa Îtalya eve jî behs kir ku bi navê bihêztirkirina hêzên Iraqî, Îtalya amadeye hevkarî û mesq û rahênanê pêskêsî artêsa Iraqê jî bike. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Erkanê Artêsa Îtalya bi pêwîstî jî zanî ku welatên Ewrupayî rêwsuwênên guncaw li ber bigrin bo ku ew gencên li gel grûpên terorîstiyan têkilhev bûne nekarin bigihin navçeya rojhilata navîn û hevkarê terorîstan bibin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Erkanê Artêsa Îtalya û sanda li gel kir û tekez li dostayetiya kûr ya gelê Kurdistanê û Îtalyayê kir û spasiya Hikûmet û gelê Îtalya jî kir ku li demên teng da palpistiya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihand û hevkarê hêzê Pêsmergeyê Kurdistanê bûn.

Serok Barzanî balkisand li ser serê terorîstên Da’îs û wê yekê xisterû ku gelê me her li Kobanê heta Xaneqîn rûbiruyê tirsnaktirîn rêxistina terorîstî bune ku îmkaniyata wan ya dewletekî heye û çekên dû dewletan jî ketine destên wan. Serok Barzanî balkisand li ser wê yekê ku parastina pêkhatên neteweyî û olî erkekî mirovî û nîstîmaniya meye û sanaziye jî ku em li sûna hemû cîhana azad serê terorîstan dikin.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî rewsa meydanî ya bereyên ser xisterû û ragihand ku hêzên Pêsmerge karîn êrîsa terorîstan rabigrin û ew bi xwe bikevin helwesta êrîsbirinê û zebirê kusindeyî jî li terorîstên Da’îsê wesand. Serok Barzanî eve jî ji bo sanda mîhvan sîrove kir ku teror tehdîde ji bo hemû gel û neteweyek ji bo wê yekê rûbirûbûna terorîstan û ji navbirina wan hewlekî hemû aliyane pêwîste. Serok Barzanî pasaroja terorîstên Da’îs bi têkçûn û wekî diyardeyekî demkî wesif kir û tekez li wê yekê kir ku cara dawî hemwelatiyan û runistvanên navçeyê li dijî terorîstan radiperin ji ber ku terorîstan azadiya xelkê zeft kiriye û xelk qebûl nake hêzek azadiya wan jê bistîne.

Hêjayî gotinêye ku li vê hevdîtinê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêsmerge, Babekir Zêbarî Serok Erkanê Iraqê, Ferîq Rukin Teyar Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê,Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Ce’fer Sêx Mistefa, Ferîq Sêrwan û Cebar Yawer Endamên Fermandeya Gistî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

http://www.krp.org/

Dengê Kurdistan

Back to top button