Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêsmerge yên li bereya Germiyan, Celewla û Se’diye kir

Roja 31.07.2014 li dirêjahiya serdana xwe ya hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyê bilindên Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewsa bereyên rûbirûbûnê û rewsa hêzên Pêsmerge, serdana bereya Germiyan, Celewla û Se’diye kir.
Her wiha li vê serdanê de Serok Barzanî yek ji baregehên hêza Pêsmerge ya li vê bereyê da gotarekî ji bo hejmarek Pêsmerge pêskês kir. Li gotara xwe de Serok Barzanî spasiya xweragirî û ked û xebata Pêsmerge kir û pîrozbahiya cejnê li wan kir û rola hêza Pêsmerge ya li dabînkirina asayîs û aramiya li Kurdistanê bilind nirxand û ragihand li sayeya ked û xebata Pêsmerge gelê Kurdistanê li aramiyê da dijî û milyonek û dû sed hezar koçber jî li Kurdistanê da li wê aramiyê da nîstecîhin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku ji bilî wê yekê ku givaseke zêde li ser Pêsmergeye lê belê xweragirî û qehremaniya Pêsmerge rê li wê yekê girt ku terorîst li axa Kurdistanê da pêsrewî bikin. Her li vî derbarî de erk û rola Pêsmerge ya li jiyana gelê Kurd de Serok Barzanî ragihand erkê Pêsmerge giran û dîrokiye û Pêsmerge pês merg û mirinê dikevê bo ku jiyanê ji bo gelê xwe dabîn bike û hebûna Pêsmerge wateya bûn û mayîna Kurdistanê dide.
Di derbarê wan gileyiyên ji aliyê desthilatdarên Bexda ve di derbarê hatina Pêsmerge ya van navçeyan tê kirin, Serok Barzanî balkisand li ser wê yekê ku divê pirsiyar ji wan bê kirin ku eger Pêsmerge nebûya çi rû dida û ew navçe li destên kî da dibûn?
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa soresa eylûl û raperîna gelê Kurdistanê kir û balkisand li ser wê yekê ku her li soresa eylûlê ve dirusma gelê Kurdistanê demokrasî ji bo Iraqê bûye û li raperînê da dû feyleqê artêsa Iraqî ku li Kurdistanê wêran kiribûn ketin destê xelkê Kurdistanê lê belê yek serbazê Iraqî azar pê negihîst û eve bilindtirîn edeb û rewst bû ku gelê Kurd ji bo demokrasîxwazî û pêkvejiyanê nîsan da û pistî rûxana rejîmê jî me hewl da Iraqa demokrat dirust bibê lê belê aliyên din nexwest demokrasî li Iraqê da ser bigrê û Iraq bi yekgirtî bimîne û bi eskere jî dibêjîn ku ji wê zêdetir tistek bi me nayê nakirin û ewê ji destê me hatiye ji bo Iraqê me kiriye û nabê li benda çarenûsekî nediyar bikîn. Her wiha di derbarê vê behsê ve Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê li ser dû rêyan kar dike yek ji wan eweye ku yarmetiya proseya siyasiya Iraqê bike û ewê din jî karkirine ji bo piyadekirina mafê biryardana çarenûsa gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rewsa Pêsmerge kir û wê yekê xisterû ku rewsa Pêsmerge bastir dibê û çekên bas jî dikeve ber destê wan û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ji hemû rews û egerek da hisyar û amade bîn. Serok Barzanî spasiya canfedayî û xweragiriya hêza Pêsmerge kir û silavan jî ji bo giyanê pakê sehîdan re sand bi taybetî ew Pêsmergeyên li serê terorîstan da sehîd bûne û hêviya basbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
http://www.krp.org
Dengê Kurdistan