Serokê KOMKAR yê Yekemîn Aydin Uçar koça dawî kir

Serokê KOMKAR yê yekemîn Aydin Uçar, di 19ê Tebaxa 2020an da li bajarê Frankfurt/Mainê jîyana xwe ji dest da. Aydin Uçar, wê di roja 28.8.200an da li bajarê Frankfurtê bê wesartin.
Aydin Uçar, di sala 1938an li Bakûrê Kurdistanê, herêma Agrîyê, bajaroka Taslîçayê gundê Dîdemê çavên xwe li dinyayê vedike. Xortanîya xwe li gundê xwe û li Agrîyê derbaz dike û di dawîya 1960’an da, wek bi sed hezeran Kurdistanî, ji bo karkirinê tê Almanya Fededal û li bajarê Frankfurt/Mainê cîhûwar dibe. Di sala 1974an da, li bajarê Frankfurtê bi çend hevalên xwe ra komelek bi navê ‘Komela Karkerên Kurd li Frankfurt’ damezrînin û ew dibe serokê komelê. Di nav çalakîyan da, bi endamên ‘HEVRA’ ra dinase û bi wan ra pêywendîyan çêdike. Dibe endamê rêxistineke nehênî, kovara ‘RONAHI’ belav dike, hemberê cunta leskerî ya Tirk, bi hevalên xwe ra çalakîyan lidar dixe, tekosînê dide.
Di destpêka salên 1970an da, wek Frankfurtê, li pir bajarên Almanya Federal, Berlîn, Munîh, Nürnberg, Konstanz û hwd. jî komelên Kurdan ava dibin û ji wan 8 komel, di sala 1979an meha Çirîya Pasîn li bajarê Frankfurtê komcivînek pêk tînin û federasyonek bi navê ‘Komela Karkerên Kurdistan-KOMKAR’ damezrînin û Aydin Uçar jî dibe serokê yekemîn ya KOMKARê.
Di dema serokatîya KOMKARê, Aydin Uçar bi çalakî kar dike. Pas çend salan, rîya xwe ji KOMKARê vediqetîne û li Frankfurtê komeleyeke nû ava dike.
Aydin Uçar, welatparêzeke dilpak, ji bo tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistan çalak bû.
Cîhê wî, bihust be. Ew, tim di dilê heval, hogir û dostên xwe da wê bijî.
KOMKAR-Navend
Dengê Kurdistan