Nûçe

Serokê PAK’Rojhilat Husên Yezdanpena li Hollanda civînek li darxist

Roja 18.11.2018 li komela Koç-Kak (Komela Çanda Karkerên), bi amadebûna berpirsê parti û rêxistinên Kurd yên her çar besên Kurdistanê û bi amadekarîya rêxistian PAK-Rojhilat li Hollanda, serokê Partîya Azadî Kurdistan-Rojhilat Husên Yezdanpena civînek li darxist. HAK-PAR Hollanda bi heyetekê ve di civînê de besdarbû.

Husên Yezdanpena bi gelemperî behsa rewsa siyasî ya Kuristanê û helwesta dewletên mêtinkar kir. Bi kurtasî behsa xebata Partîya xwe ya di warê siyasî û leskerî kir.

Yezdanpena da xuyakirin ku Kurdistan, bi her çar parçeyên xwe ve yek welat e; erka her neteweperest û hêza Kurd ew e ku li kîjan besî pêwîstî pê hebe, divê li wê derê bitekose!

Serkirde û Serfermandar hêja Husên Yezdanpena, bi girîngî da zanîn ku divê tu partî û hêza Kurd ji bo demokrasîya dewletên mêtinkar, xwîna Kurdan nede rijandin, ked û enerjîya gelê Kurd xerc nekin, lewra ewê ew xebat û wxîn vala here û tu feyda wê ji rizgarî û azadiya gelê kurt re tune be! Got ku Kurdistan serbixwe nebe, gelê Kurd dewleta xwe ava neke, di van mercên cîhanê de gelê Kurd wê negihê aramî, azadî û yekîtîya netewî!

Behsa serê li dijî DAÎS û serê li Pirdê û bi gelemperî fedekarî qaremanîya pêsmerge kir, hebûn û rola Serok Barzanî ji bo gelê Kurd wek sensekê bi nav kir!

Bê cudahî, yekîtîya hemû sazî, dezgeh û hêzên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê parast. Got ku em wek PAK-Rojhilat, ji bo hevkarî, yekîtî û yekrêzîya mala Kurd, ji her dan û standinê re amade ne!

Civîn, pistî pirs û bersivên dirêj bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button