Serokkomarê tirkan
Çend mehan berê li Kurdistana Bakûr û Tirkîye yê bo serokkomarîya tirkan bangese hebû. Bangesevan Selahattin Demirtas bi navê partîya HDP-ê bangesîya xwe domant. Sîyasetmedar Selahattin Demirtas piranî li ser biratîya tirkan û kurdan sekinîya.
Lê belê bê program bû û bo kurdan otonomî jî nexwast. Di axaftinin xwe de car caran Kurd bûna xwe jî bîr nekir.
Bi salane ku li kurdistana Bakûr mirovên HDP-ê bawarîya xwe bi partîyên kurdan nahînin û naxazin ku der û dorên wan partîyên kurdan jî nas bikin.
Selahattin Demirtas partîyên kurdan ra tikîlî çê nekir û mile xwe da ber milê çepê tirkan. Bawarîya xwe bi çepên tirkan anî û keti helbijartinê.
Teybetî va polîtîka mirovê HDP-ê sasîkî mezine û xizmeta doza gelê Kurd nake. Bi vî awayî salane ku mirovên HDP-ê sedî deh prosesa helbijartinê derbaz nabin. Ji kurdan hinek kes li mala xwe de rudinin û tû tistekî nakin.
Kurdên ku ba CHP-ê ne jî piranîya wan kurdên elewî ne û wiha dibêjin:’Em ne kurdin.’
CHP jî di programa xwe de cî nade mafên kurdan û tim AKP-ê rexne dike. Va jî sasîkî mezine û kurdên older rayên xwe nadin CHP-ê. Teybetî jîyana CHP-ê bi MHP-ê va girêdayî ye û bi hevra jî ser nakevin.
Partiya kurdan HAK-PAR heye û bo kurdan û tirkan ‘Sistema Federal’ dixwaze. HAK-PAR-ê jî di helbijartinê de protesto kir.
Gor dîtina min piranîya kurdan nizanin ku ‘Sistema Federal’ çî ye. Tirk ji kurdan zêdetir dizanin ku sistema federal çî ye.
Gelo AKP çi dike? Ji sasîyên CHP-ê û HDP-ê permend(istifade) dike. Mafên kurdan roj biroj dereng dixine. R.Tayyip Erdogan mîna hukûmata Iranê polîtîka dike û hukûmata Iranê bo Erdogan nimûne ye. AKP ava gola kûrr e. R. Tayyip Erdogan jî ordega li ser gola kûrr e û gor dilê xwe ajnê dike. Ji ber ku dizane ku HDP bi kurdan ra yeketîyê çênake û CHP jî programa xwe de cî nade mafên kurdan. Bo vê yekê ji partîyên kurdan û CHP-ê natirsî.
Kurdên ku tim ba AKP-ê ne ew jî bawarîya xwe bi AKP-ê tînin. Ji ber ku yeketîya kurdan tune û ew bawarîya xwe bi partîyên bi quwet tînin. Di vê rewsa de dengên kurdan ji hevdû cûda belew bûne û nagên mafên xwe.
Ez bawar dikim ku heya ku Kurd bi hevra yeketîyê çê nekin û CHP jî mafê kurdan negirî programa xwe,partîya R.Tayyip Erdogan tim ser dikevî.