Serokomarê Fransayê : Em sanaziyê bi destkeftên Pêsmergan dikin

BasNews – Serkomarê Fransayê François Hollande pistî civîna xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê kongireyeke çapemenî pêk anî.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di civîna çapemenî de, destpêkê bixêrhatina Serokomarê Fransayê kir û ragehand ku:’ Cenabê serokomarê Fransayê bixêr hati û ez sala nû li we pîroz dikim û bi navê herêma Kurdistanê û Pêsmerge û malbatên pêsmergeyan û sehîdan, ez bixêrhatina we dikim ji bo Kurdistanê.’
Barzanî berdewamî da gotinên xwe û got:’Cara yekeme di demekê de serdana Herêma Kurdistanê kir ku terorîst gele nêzîkî paytexta Herêma Kurdsitanê bibûn û li wê demê ve Franassyê pistevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye û pistî du sal û nîvan hûn serdana me dikn û îro jî di serdana eniyên serî de temasayî serê dijî terorê li Mûsilê dikin ev yeke, asan nîne û ev yeke bi arîkarî û pistevaniya hêzên hevpeymana û Fransayê pêk hatiye îro em gehistina nav çergê coxrafyaya ku DAISê tê de ye lê belê ev yek bi wateya temambûna terorê nîne, dibe ku em rastî teroreke din bên ji bo vê yekê pêwîste hûn berdewam bin li alîkariykirinê û me hemû demê, dewleta Fransayê pistevanê Kurdistanê dîtiye ji bo vê yekê me umêdeke gelek bi we heye ku hûn pistevaniya xelkê me bikin ji bo bidest hînana mafên xwe.
Herwaha Serokomarê Fransayê François Hollande jî got ku:’Min xwast ez di destpêka sala 2017ê serdana herêma Kurdistanê bikim ta ku li destpêkê de ez hêviya serkeftinê di ser de bo wê bixwazim, min li meha 9ê a sala 2014ê serdana Kurdistanê kir ku terorîst nêzîkî Hewlêrê bibûn, we daxwaz ji me kir ku em harîkariya we bikin di serê dijî terorê de me jî arîkarî kir niha jî hêzên taybet ên Fransayê li Kurdistanê amade ne û li gel hêzên Iraqê besdarin lê belê eger çelengiya Pêsmergan neba zehmet bû DAIS têk biçe.
Di besek din de Serokomarê Fransayê behsa vê yekê dike ku:’Em sanaziyê dikin bi wan destkeftên ku pêsmergeyan bi dest xistine û em pistevaniya hemû hewlên we dikin li serê dijî terorê de.”
Dengê Kurdistan