Nûçe

Serokwezîr Barzanî û Erdogan civîyan

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Anqerê li xaniyê Serokwezîrtiyê hevdîtinek pêk anîn.Civîna herdu serokwezîran bi qasî 2 saetan domand. Di vê dîdarê de wezîrê derva yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û wezîrê Enerjiyê û kanên xwezayî Taner Yildiz jî amade bûn.

Li gor nivîsandina mediya tirk, Erdogan berî hevdîtina bi Barzanî re, 10 deqoqeyan bi Serokerkanê Gistî yê Tirkîyê Necdet Özel re hevdîdinek kiriye.

Wek tê zanîn serokwezîr Nêçîrvan Barzanî do hat Stenbolê, li wir bi wezîrê karê dervayî Tirkîyê re civîya.Naveroka van hevdîtinan tê texmîn kirin ku bi giranî li ser danûstandinên herdu welatan û rewsa siyasî û ewlehiya navçeyê ne. Pirsên enerjî û bazirganiyê jî babetên van dîdaran in. Ji ber ku civîn ji medyayê re girtî bûn, encamên van dîdaran jî vê gavê ne dîyar in.

Dengê Kurdistan

Back to top button