Serokwezîrê lê borîna xwe xwast
Îro li Berlîna paytextê Almanyayê da rê û resmek ji bo qurbanîyên resekûjîya çeta Neo-Nazîyan, ku di navbera salên 2000 -2007 da hatibûne kustin, bi fermî ji alîyê dewletê ve hatine bi bîranîn.
Di vê rê û resmê da Serokwezîra Almanyayê Xanim Angela Merkel axivtinek kir û daxwazîya lê borîna xwe ji kes û karên wan qurbanîyana kir ku di wê rê û resmê da amade bûne. Her wusa li seranserî welat da Ala ewleta Federal û YE, di demê rê û resmê da, hita nîvî anîne xwarê.
Di rê û resmê da 12 mum vêxistin, ji wan 10 mum ji bo wan qurbanîyên ku bi destê fasîstên Neo-Nazîyan ve hatine kustin û yêk jî ji bo wan kesên ku ber bi êrîsîn regezperestîyê kevtine û canê xwe ji dest dane , yêk jî ji bo hêvîya pêseroja welat vêxistin.
Angela Merkel Serokwezîra Almanyayê yêk bi yêk navê wan qurbanîyana xwandû weha axivtina xwe domand.”… Kes nikare ji we ra mêrê we, babê we yan jî kurê we jî we ra pasda bîne. Kes nikare wundekarîya we pasda vegerîne,lê belê bî vê civîna bîranînê, dibînîi ku hun ne bi tenê ne. Ez weku Serokwezîra Almanyayê soz dideme we, bukujên van cînayetana derxînîme ber destê dadê û her wusa peyman didim ku ji niha pêda tistekî wusa rûnede hemû tebîrên hewce seqamgîr bikim. Belê ev terora Neo-Nazîyan ji bo welatê me sermizarîyek e… ”
Her wek tê zanîn hazîrîya vê civîna rê û resma bîranîne wan kesana ji alîyê Serokkomar Christian Wulff’ ve hatibû kirin.
Belê ev bûyer di navbera salên 2000- 2007 tan da rûdabû, ji wan 10 kesana 7 Tirk, 2 Kurd ( ku yêk jî wana alîgirê Komkarê ye) yêk Yûnanê û yêk jî polîs bû. Xanim polîs K. Miecale ji ber bî resekujîyê kevtibû, ku li ser hev 11 kes bûn.
Ev bûyerê ji bo dewleta Alman rûresîyekê mezin bû û loma dest bi cîh li xwe vegeriyan û li ser meselê sekînin û ew band û rêxistina Neô-Nazîyan, qatilên fasîst, kesên ku ji wana ra harîkar bûn, erkên xwe bi rêve nebirin, dem û dezgehên parastin û tenahî û istixbaratê ber bi vekolînê ketin û hita ku di nava lesker da jî destê heyî derxistin û wek dewletekê huquqnas û pêsketî, rumet lî mafê mirovan û yasayên xwe girtin û hemûyan wek kes û dezgeh, wek rêvebirî û dewlet lêborîna xwe xwastin.
Angela Merkel Serokwezîr û serokkomar Christian Wulff bi vê helwêsta xwe rumetîya xwe berztir kirin.’ bi camêrî çûne ser wê rûresîya mezin ku di welatê wan da rûdaye.
Bi vê helwêsta camêraneya wana, ne dewleta Federal ne jî gelê Alman biçuk bû, berevajî serbilind û bi rumettir bûn.
Belê niha di welatê me da 34 can ne bi destê rêxistineke çete û fasist wek Neo-Nazîyan, bi bombên balefirên cengî yên komara Tirkiyeyê ku destûr bi rêka fermî hatîye dan û qetliyama Roboskê kirine.
Her wusa qerare di heftîya pêsiya me da Serokwezîr Tayîb Erdoxan jî biçe cihê bûyerê lî nava Qilaban.
Gelo ew jî dikare lêborîna xwe ji binemala wan 34 qurbanêyan bike? Gelo ew jî dikare wê xîret û hîmet û merdatîyê nîsan bide?
Serokkomar Abdullah Gül dikare wekî Serokkomarê Almanyayê li ser vê meselê bisekine?
Bi bawerîya min ne. Ji ber ku ev Tirk in û Tirk xeletî nake!, yên din Alman, Ev der Kurdistana jêrdestê TC dagîrker e, ew der Almanya Federal e. Ew der welatê heqnasî û huquq û mafparêzîyê ye. Ev der Tirkîyeye û warê bê dadî û huquqnenasî û dijî demokratîk û dewletekê zordar û hizra regezperestîya kemalîzmê da rengvedaye.
Lê belê dema ku serokwezîr li Dawosê da bersingê serokkomarê Îsraîlê digirt, ew bi kustina zarokên Filîstînî tawanbar dikir, gelo ji bona van hovî û kustinên mirovên sivîl û belingaz çi dibêje?
Eger ku ji xudê bitirse û ji wujdana we ya mirovî guhdar be, dibê bê tirs û silîkîn her ser bûyerê bisekine û qatilên wê qetilîyamê derxe meydanê û bibe ber dadîgêhên xwe, yan ku bi gotin mafparêz in.
Xwezî ew pêngavê avêtiba û li nava Meclîsa Komara Tirkiyê da rê û resmek birêve biriba û lêborîna xwe û dewleta xwe bi askirayî anîba ziman û terorîstên xwe, tawanbarên vê kustarê destnîsan kiriban.
Aha hingê tu dibûye Qasimpasaliyê ne tirs û merd, cenabê Serokwezîr.
Li belê gelek zehmet e, nikare wê netirsîna xwe nîsan bide. Ji ber ku çiqas ew musulman jî be, lê ew dibêje ku dewleta Tirk, bav û bapîrên me qetliyam nake.
Eh ka belkî kew bî kevir bikeve û nêcîr cih bigire. Hingê wê nêçîrvan jî navdar be.
Newroz Bawer