Serpêhatiyek ji dîroka nêzîk, Sê dilsoz
Dema mirov li ser bûyer û serpêhatiyên(1) ku li nav milet û welatê me qewimîne biaxive û binivîse, ji bo çapkirin û tomarkirina wan bi miliyonan pirtûk û pênûs gerek in, û herçiqas ronakbîrên miletê Kurd van serpêhatiyan nenivîsin, ewqas jî destkeftina maf û rizgarkirina welatê wî dereng dimîne.
Di sedsala bîst û bîst yeka de, miletê Kurd ji bo bibe xwedî desthilat li ser xaka welatê xwe Kurdistan ta niha pir li ber xwe daye, li hember kiryarên dijmin, wî bi sed hezaran pakrewan pêskêsî vê doz û xakê kiriye, bi hezaran gund û bajarên wî hatin sewitandin û talankirin, bi hezaran deboyên agir û bombe û mosek û xazên kîmawî bi ser de hatina barandin, dijminê wî bi saxî kal û pîr, keç û xort û zarokên bê guneh dixistin bin axê de. Ziman û çand û kelepûr hemû binpê kirine, û navê gund û bajaran ji kurdî kirine erebî û farisî û tirkî.
Lê li hember van kiryarên dijimin, her demî viyana xebatkar û pêsmerge û servanên Kurd bilindtir dibû, û ti carî eniyên ser ji qehremanên milet me vala nebûne, û pistgiriya doza Kurd û Kurdistan bi mal û can bûye taybetmendiyek ji yê miletê Kurd, di vê derbarê de nimûne jî pir in, ji wan kesên ku di vê berxwedana dirêj de dixwestin wek pêsmerge bi erkê xwe rabin û berevaniyê li milet û xaka welatê xwe bikin, sê xortên dilsoz ku ji Kurdistana basûrê rojava ne, bi vê serpêhatiyê wê yekê tekez dikin.
Yek ji wan hersê xorta birêz Mihemedê Ibrahîmê Cibra,îl e (Bavê Zinar)(2), ji bo berevaniyê di ber milet û xaka xwe de li Kurdistana basûr bikin, weha dibêje: ‘Xwdê jê xwes Isma,îlê Hisênê Sa,îdo ji gundê Tilcemanê bû, berî me bi pênc sala pêsmerge bû, ew bi raman û karê xwe nêzîkî partiya dîmoqrata pêsverû ya Kurd li Sûriyê bû, rojekê wî ji hevalên min Evdelê Hecî Isma.îl yê ji gundê Tilcemanê ye, û Miradê Yûsif yê ji gundê Çalika ye û ji min re got: ez pêsmerge me, çaxê hûn bixwazin bi min re werin, ez ê we bibim Kurdistana basûr, û li cem Hisênê Hesenê Haco bibin pêsmerge, ew li wir dixwaze bibe serliq.’
Me daxwaza wî bi dilgermî erê kir û me got: ‘Ev Kurdistana me ye, û em xwedî doz û maf in, û em jî dixwazin wekû hemû miletên li vê cîhanê bibin xwediyê desthilatê di welatê xwe de’, ev bûn helwest û sedemên erêkirina me bo daxwaza wî.
Em her çar ji Kurdistana basûrê rojava û ji gundê Tilcemanê bi tirimbêlê çûn bajarê Dêrika Hemko, û ji wir em çûne Mezra ber avê û li mala Se,îdê Ebdê bûne mêvan, û me ji Se,îd xwest ku me derbasî wî aliyê avê bike.
Ewî bi Xelîl re yê ji gundê Riwîniyê ye axivî, ji bo me derbasî wî aliyê çemê Dicle bike.
Bi rêbertiya Xelîl me her çara li ser kevçûkê ava çemê mezin derbas kir, em gihistin Kurdistana bakur û li gundê Riwîniyê bûn mêvanê mala Xelîl.
Adinî rojê Xelîl çû bajarê Cizîrê û ji me re tirimbêlek anî, û em pê çûne Silopiyê, ji Silopiyê jî em çûn gundekî li jora çiyê, em hîn li Kurdistana bakur in, Xelîl vedigere malê û em li gund dimînin.
Li wî gundî em gihistin berpirsê pêsmergeyan, ew berpirsê ku navê wî Ehmed bû bi me re hat, û me li ser piyan ava çemê Hêzil derbas kir û guhistin Kurdistana basûr.
Ji wir ta cîgehê pêsmergeyan nêzîkî nîv demjimêrê hebû, em gihistin wî cîgehî û Ehmed vegeriya, lê em wê sevê li cem serqolê wê hêzê man.
Adinî rojê em birin cem birêz Bozê Ehmed (Bavê Elî), em ji wir jî çûn gundê Milerebê û wê sevê li mala berpirsekî pêsmergeyan bûn mêvan, û ji ber ku rewsa gundiya ya abûrî ne bas bû, em li nav gund belav kirin û her yek ji me wê sevê li malekê xew kir.
Adinî rojê me birin gundê Batûfê cem mêrekî ku navê wî Xalid
bû, roja din em gihistin gundekî ku birêz Hisênê Hesenê Haco li wir bû.
Çawa Hisên me bi Isma,îl re dît, gazin ji Isma,îl kir û jêre got: ‘Dibe em di 11 avdarê (1970) de peymanekê bi recîma Ba.s re li Iraqê girê bidin, wa diyar e ku wê ser raweste, çima te ev xort bi xwe re anîne nav hêzên pêsmerge?’. Lê me jêre got: ‘Ev ne sûncê Isma,îl e, em bi dilê xwe hatine bibin pêsmege.’
Em heftiyekê li cem Hisên man, wî ji efser Miradê Sêxmûs xwest ku me bibe cem cîgehê birêz Esad Xosewî, û dozê li Esad bike bo me tevî hêzên pêsmerge bike.
Ji wir em diçin gundê Çelkê ku cîgehê Esad Xosewî li wir bû, li wir birêz mele Hemdo berpirsê parastinê bû, û birêz Mihemedê Eliyê Berwarî nivîskarê wî bû, me doz li Mele Hemdo kir, bo me tevî hêzên pêsmerge bikin, û ji ber ku mele Hemdo ji gundê Mistefawiyê bû (Kurdistana basûrê rojava), wî malbatên me bi dê û bav nas dikir.
Em nêzîkî hefteyekê li wir man, pasê ji me re gotin: ‘Wê birêz Esad Xosewî hinek pirs ji we bike’.
Demjimêr deh berî nîvo hevalê min Evdela derbasî cem wî bû, ew nêzîkî bîst kêlîka ma û derket.
Min jê pirsî: ‘wî çi ji te re got? Evdela got: Ne ez jê tê gihistim û ne ew ji min têgihist, tenê min got, ez hatime Kurdistana basûr bibim pêsmerge û wî ji min re got, here!’
Hevalê min Mirad jî pir li cem nema, û Mirad ji min re got: ‘Heger tu bas jê tênegihistî, jêre beje careke din dûbare bike’.
Bû dora min û Mirad gazî min kir û ez derbasî odeya wî bûm.
Li hindur ez li ser kevelekî berxan ku ew li ser kevirekî danîbûn, rûnistim, û ew li pas maseyekê û li ser kursiyan rûnistîbûn.
Esad Xosewî ji min pirsî: ‘bo çî tu hatiye vê derê?’
_ Ez hatime bibim pêsmege, ji bo ez jî sînga xwe bidim ya dijmin û mafên miletê Kurd jê bistînim, û ji bo em jî wek hemû miletan li cîhanê bibin xwedî dewlet û serbilind û azad bijîn.
_Dê babo, di pistî te re wê malbata te bête ziyan û riswa kirin.
_Bas e, ma gelo te kengî dest bi soresê kiriyî?
_ Bo çî tu wilo ji min re dibejî, ev sih û pênc sal in me dest bi soresê kiriye.
_ Ji çaxê we dest bi vê soresê kiriye, ji wê çaxê ve em jî di bin sitemê de ne, recîma ba.is li Sûryeyê me gunehbar dike ku em hevalên we ne, me ji mafê me bêpar dikin û cûdabûneke pir mezin dixin nav me û Ereban de, nasnameyên me ji me sitandine, siyaseta erebkirinê li herêmên me dike, zimanê me qedexe dikin, ji hingê ve ji ber we ve, em dibin vê zor û sitemkariya wan de ne.
_ De babo,pêsmergetî nîne, û va 11 avdarê têt (1970) wê mafê me bidin me, û ez nikarim niha we bikim pêsmerge, herin cem Idrîsê Barzanî giliyê min bikin û jêre bibêjin Esad me nake pêsmerge.
_ Bas e, ka ji vir ta Galale li ser piyan çend kîlometir hene?
_ Çûn û hatin nêzîkî deh rojan e.
_Ji kerema xwe, ka kaxezekê bide me, em ê biçin wir.
_Na, ez kaxezê bo we nadim.
_Bê kaxez em jî naçin, dibe bi rê de hinek me bikujin, em weha destevala naçin.
_Na ez nadim.
_ Ez jî ne amademe bê kaxez herin.
_ De herin koçkê rûnên! Ta em karekî ji wer e bibînin, lê ez tifingê nadim we, heger hat û recîma Iraqê mafê me neprjirîne, wê çaxê em ê we tevî pêsmergeyan bikin.
_Tenê tifing û kuncilan bidin me û em tistekî din ji we naxwazin.
Pistî vê axaftina dirêj bi Esad Xosewî re, pirseke balkês ji min kir, û bi wê dixwest girêdanên min bi partî û rêxistinên kurdî re nas bike, ji lewra wî ji min pirsî û got: Mihemed te çi xwendiye?’
Ezbenî, ez ne xwendevan im, ez tenê zanim nav û imza xwe deynim.
_Tu evqas li vê koçkê bi min re axivî, ku dawî tu ne xwendevan bî, min ne bawer e.
Di vir de mele Hemdo ji Esad re got: Ezbenî, hingî Kurdên Kurdistana Sûriyê zor û sitemkarî ji destê wan recîman dîtine, ew bi dû karê kurdîtiyê de dikevin û di hest û xebata neteweyî de jîr in.
Careke din Esad ji me re got: ‘Bo xwe li koçkê rune’.
Ev hevdîtin û axaftina min û wî nêzîka demjimêrekê dirêj kir.
Pasê Esad ji mele Hemdo dipirse, û dixwaze jê nas bike, bê ka ev Mihemed bi kîjan alî re kar dike, gelo ew rastrew e (Partiya dîmoqrata pêsverû ya Kurd li Sûriyê), ya jî çepew e.
Pistî du rojan em li koçkê bû, hejmarek ji mêvana jî rûnistî bûn, kurê Hisênê Hesenê Haco û herdû hevalên min û Isma,îl Hisênê Sa.îdo jî amade ne.
Mele Hemdo berê xwe da min û got:’ Mihemed.
_ Çiye?
_Te berê xwe daye vê Kuristanê û ez ê jî te pê sûnd bidim, ez ê pirsekê ji te bikim, lê divê tu bi rastî ji min re bêjî.
_ Ez û te bi tenê.
_Na, li vê derê.
_ Kerem bike, bêje, tu çi dixwazî pirs bikî.
_ Rastrew (Partiya dîmoqrata pêsverû ya Kurd li Sûriyê) li Sûriyeyê bêtir kar dikin, yan jî çeprew?
_ Rastrew bêtir ji çeprewan li Sûriyeyê kar dikin.
_ Wekî çi karî dikin?’
Li vir Isma.îl çav dida min, ku bi wê çavdanê ji min dixwest ez nerîna xwe nebêjim, ji ber ku li Kurdistana basûr hevalên partiya dîmoqrata Kurdistanê, ji hewesta hevalên partiya rastrew (Partiya dîmoqrata pêsverû ya Kurd li Sûriyê) ne razî bûn, û kar û helwesta wan bi kar û helwesta hevalên mamoste Ibrahîmê Ehmed û Mam Celalê Talabanî ve girê didan, û ji bo vê sedemê ji helwesta partiya pêsverû nerazî bûn.
Min di dilê xwe de got:’ez ê tistekî rastî ji wan re bibêjim, ku serê min jî têde here’.
Bê ez pasve vegerim, min ji mele Hemdo re weha got: Partiya rastew(Pêsverû) ji ya çepew bêtir kar dikin’.
_ Çawa?
_ Ew û desthilata Sûriyeyê dikevin nakokiyên helbijartinan de, ew kertên xwe belav dikin, herweha propagandayê ji berendamên xwe re bo helbijartinan dikin, û bi wî kar û xebata xwe dikevin bin zorê, lê tevî ku ew dizanin di van helbijartinan de dernakevin jî, ew karê xwe dikin, dema kêseyek di nav Keyxwe û gundiyan de derdikeve, ew berî her kesî xwe didin kêleka gundiyan, ji bo mafê wan neyêt binpêkirin, herweha dema ku kêseyeke civakî di nav gundiyan de derdikeve, berî her kesî rastew (Partiya pêsverû) nav wan xwes dikin û wan li hev tînin, rastrew ji çepewan bêtir van karan dikin, çeprew jî karnan dikin, lê ne wek rastrewan bi lez di nav milet û kar de ne.
Pistî min axaftina xwe bi dawî anî, mele Hemdo ji min re got: Mihemed, tu rastrew î’.
_ Na, ezbenî, ez ne rastrew im.
_ Belê, tu rastrewî.
Wê çaxê ew gengesî hate rawestandin, û hevalê min Evdelê hecî Isma,îl gote min: Bi xwedê, te nema tifing dît’.
Min jêre got: Ez ti xeman naxum, min ya rastî got, ev bawerî û nerînên min bûn’.
Pistî mele Hemdo ji Esad re dibêje ku Mihemed rastew e(Pêsverû), Esad Xosewî sande dû me, çawa em gihistin cem wî li koçkê, weha ji min re got:
Mihemed, pêsmergetî nîne û ez we tev hêzên pêsmerge nakim’.
Min jî weha jêre got: Çaxê hûn me nakin pêsmerge, em jî wê Kurdistana bi minet naxwazin’.
Esad ji mele Hemdo re got: ‘Mele Hemdo, her yek ji wan pênc dînaran bidê!’.
Min jêre got: ‘Va perê me bi me re ne, em perê te naxwazin’.
Pistî em ji cem deketin, deh dînar xistibûn bîrîka hevalê min Mirad de, Mirad hate riwê min û ji min re got: ‘Te ti kêmanî nekir, û te tistê rast ji wan re got’.
Pasê em her sê û Miradê Sêxmûs hatin cem birêz Hisênê Hesenê Haco.
Mirad jêre got: ‘Mihemed ti kêmanî nekir û tistê rastî ji wan re got, û dev ji bawerî û pirensîpên xwe berneda’.
Ji aliyê xwe ve Hisên ji min re got: ‘Mihemed niha neçe, kêfa min ji te re hatiye, li cem min tu pêsmerge yî, ez ê tifing û kuncilan jî bidim te, lê heger hevalên te bixwazin bela herin malên xwe’.
Rabû min jêre got: ‘Na, ez dev ji hevalên xwe benadim, û ew Kurdistana bi minet be min nave’.
Pasê em çûne bajarê Zaxo, û bi Îsayê Siwar e me cejna Nûrozê li wir pevre pîroz kir.
Em wê sevê li zaxo man, û biyanî em çûn gundê Tûsana, li wir bi alîkariya berpirsê gund em hesî heval li ser kelekê di çemê Dicle re derbasî vî aliyê avê bûn, û em çûn gundê Gozgîranê, pistre em çûn mala berpirsekî pêsmergeyan li gundê Silikiyê, û ji wir em çûne gundê Girbalat, em sevekê li wir man û adinî rojê
em çûne malên xwe.
Ev çûn û hatina me nêzîkî çil roja dirêj kir.
Ez di van çil rojan de, carekê tenê nexwes ketim, û ez çûm cem bijîjk Sivan (Se,îd Qirmizî Toprax) yê ji Kurdistana bakur bû, û vê pasiyê bi alîkariya Mîta Tirk sekretêrê partiya dîmoqrata Kurdistan li Tirkiyê Se,îd Elçî û hemrêyê wî Mihemed Bekî û dîdevan Namiq li cîgehê Esad Xosewî li herêma Badînan kustin, ew li gundê Qemriyê û Çelkê li cîgehê Esad xosewî dima.
Wî ji min pirsî: ‘tu ji kû yî?
Min jêre got: Ez ji Kurdistana Sûriyê me’.
1- Ev serpêhatî birêz Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl di roja 11.06.2015 ji min re veguhestiye.
2- Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl (Bavê Zinar), ji dayikbûn 1947a li gundê Tilcmanê, du caran ji aliyê partiya dîmoqrata pêsevrû ya Kurd li Sûriyê hatiye xelatkirin, carekê ji destê mamoste Hemîdê Derwês û cara din ji destê mamoste Ehmed Silêman xelat wergirtiye.
Du wêneyên Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl (Bavê Zinar), di 10.06.2015 hatine kisandin.
Bawerê Omerî
Bawere-Omeri@hotmail.com
05.07.2015
Bawerê Omerî