Nûçe

SERSAXÎ

Ji bo Buroya Kurdî ya Brukselê

Dostên hêja,

Me îro bi xemgînî bihîst ku nivîskarê Kurd yê naskirî Wezirê Eso koça dawiyê kiriye. Wezirê Eso rewsenbîrekî rûkên û asitîxwaz bû. Xizmeta wî ya ji bo ziman û tarîxa Kurdî cîheki giring digre. Bi mirina Wezirê Eso gelê Kurd nivîskarekî zana û kedkar wenda kir. Gelê Kurd tu car ked û xizmeta ku wî kiriye ji bîr nake.

KOMKARê bi wefata Wezirê Eso dostekî hêja wenda kir.

Ez bi nave xwe, hemû endam û alîgirên KOMKARê ji we û malbata Wezirê Eso ra sersaxî dixwazin.

Ruhê wî sad, cîhê wî buhust be.

23.01.2015

Bi navê Desteya Rêvebir a KOMKARê
Bekir Topgider

Dengê Kurdistan

Back to top button