Nûçe
Sersaxî
Ji bo komela KOÇ-KAK’ê
Hevalên hêja,
Me bi xemgînîyeke mezin bihîst ku serokê KOÇ-KAK’ê rêzdar Rodi Merci ji ber kirîza dil koça dawî kirîye.
Wek tê zanîn Rodi Merci di komîta reveberîya Partîya Demokrata Kurdistana Bakur jî de bû.
Rodi Merci kadroyekî têgihistî û welatparêzekî hêja bû.
Gelê kurd bi koçkirina bê wext a Rodi Merci kadroyekî zana û jîr wanda kir. Em ji ber vê yekê gelekî xemigin.
Ez bi navê hemû endam û aligirên KOMKAR’ê ji we re, ji malabata rahmetî Rodi Merci û heval û hogirên wî re sersaxîyê dixwazim.
Ruhê wî sad, cihê wî bihust be.
Bi navê komîta karkêr
Bekir Topgider
Dengê Kurdistan