Nivîsar

Sersaxî û hevpeyvîna bi yekemîn mamostê Êzdiyên li bakurê Kudistanê re

Min jî bi dilekî zahf xemgîn îro 04/03/ 2016 de bihîst ku, yekemîn mamostê me Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê û pismamê min Cemil Temin,. li xeribiya bajarê Mersinê-Tirkî yê kirasguhastiye û çûye ber rahmeta Xwedê!

Ez ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikim ku, ew heval, mamoste û pismamê me yê ezîz Cemil Temin bi rahmeta xwe sahbikin!

Bila serê tevaya zarok, zave, nebî, pismam û hevalên rahmetiyê Cemil Temin, yê ku yekemîn mamostê Êzdiyên li bakurê Kudistanê bû sax be!

Ezê niha ji bo nasîna kesayetî, serpêkhatî û bîranînên mamoste û pismamê xwe Cemil Temin, hinekî ji wê hevpeyvîna ku min di 12.01.2006 de bi Xwedê jê razî yî ra çêkiribû (Tevaya vê hevpeyvînê di rûpelên 293-309 yên pirtûka min a bi navê Nasandina Kevnesopên Êzdîtiyê II- ku di sala 2012 de li Hewlêr hatiye çapkirin de ye.) pêskêsî we bikim.

Hevpeyvîn bi mamostê Êzdiyan yê yekemîn re

Birêz mamoste Cemil Temin, hûn dikarin ji me re hinekî behsa kesayetiya xwe bikin û bibêjin, ka we çawan dest bi xwandinê, çend salan û li kurê mamostetî kiriye ?

Ez di 08.03.1939 de li bajarê Awîskê(ikiköprü), yê ku girêdayî qeza Qubînê û di herêma parezgeha Batmanê de ye ji diya xwe Xanima Kelê û bavê xwe Silo`yê Kalo ra çêbûme. Ji xeynî min, zarokên dê û bavê min tûne bûn.

Di wextê zarokatiya min de gundê Simzê di herêma qeza Qûbînê de gundê herî mezin bû. Ez bawerim hukumeta Tirkan jî lewma ev gundê sên ji xwe re kiribûne nahîye. Bas têbîra min, gava meketeb gundê Simzê di sala 1946 de vebû, hingê tu kesî bi zimanê tirkî nizanîbû. Xaniyê mektebê jî weke yên me ji kelpîçan bû û dîrektorê nehiya Simzê jî hingê di xaniyê mala apê min Mirza yê Kalo de dima.

Dibistana gundê Simzê jî hingê di herêma me de ya yekemîn bû. Ji xwe hingê xwandina dibistana sereke tenê sê salbûn. Ez û hevalên ku bi min re dihatine dibistanê, sagirtiyên Êzdiyan yên pêsînbun. Mamostên me jî kesên ku xwandin û nivîsandina tirkî bas dizanîbûn û lêskerên serkêsên artêsê bûn.

Wexta min xwandina dibistana sereke di sala 1954 de li gundê Simzê qedand û sunde, rojekê qaymeqamê Qubînê hate gund. Ez çûme cem vî û min jê ra got, ez dixwazim bixwînim, lê bavê min ne tereftare. Kêfa qaymaqam gelek ji vê gotina min ra hat û rabû hima di cîda qazidek sande pey bavê min, ew anî û jê re got,’ tû çima naxwazî ev kurê te here bixwîne?’

Bavê min jî bersiva xwe da û got,’ Qaymeqam beg! Tistê ku min ji bav-kalên xwe bihîstiye û ez heta vêga dibînim, hîna tu kesekî Êzdî ku xwandibe tûne ye. Kurê min jî yekî bitenê ye. Ez nikarim wî bisînime deverên dûr……’

Qaymeqam û midurê nahiyê bavê min anîn li kêleka xwe dane rûnistin û jê ra fêda xwandinê birêzkirin. Dûre gotine bavê min, ‘tû kurê xwe bisîne mekteba navîn, tistê em karîbin emê alîkariyê bidine te û kurê te. ‘

Weha bavê min jî încar razî bû.

Ez di sala 1955 de çûme bajarê Qubînê û min dest bi xwandina dibistana navînkir. Li virê bi rojê diçûme dibistanê û êvaran jî vedgeriyam e malên merivên xwe yên ku li gundê Texerî anjî Hecrê diman.

Di vî wextê ku ez li Qubînê diçûme dibistanê de diya min gelekî nesaxbû û nikarîbû karê nav mala xwe bike. Lewma jî, ewê bîryara zewaca min da û gote xuska xwe Meymo yê, qîza xwe Besê bide kurê min Cemil. Ji xwe min û keçxaltîka xwe Besê jî heta roja zewaca me ya di sala 1957 de qet hevûdinê ne dîtibû.

Gava min xwandina dibistana navîn di sala 1958 de xelazkir û sûnde, êdî ez çume dibistana perwerdeya mamosteyan ya li Diyarbekirê.

Dema min dibistana perwerdeya mamostetiyê jî di sala 1961 xelazkir û sunde, êdî wezareta karê perwerdê ez weke mamoste sandime gundê Ferhangok’Agaçeli’ê. Ev nahiye di nava herêma parizgeha Çewlik(Bingöl)ê de gelekî mezin bû. Heta demekê min dîrektoriya vê nehîyê jî li gel mamostetiyê dikir. Li virê çîtika min ya ji bo xwandina dibistana leskeriyê(assubaytiyê) jî derket û ez ji virê çûme Manisa.

Min li Manîsayê di nava 45 rojan de perwerdeya dibistana leskeriyê xilaskir. Dewletê ez ji vir jî sandime nava artêsa bajarokê Narlidere ya di nava parêzgeha Izmir ê de bû. Dema ku min li Narlidere jî salekê bêyî zarok û pîreka xwe mamostetî kir, hingê hêjî saleke xizmeta min ya mecbûrî ye dinê jî mabû. Ji ber wê jî artêsê êdî ez dame ber xizmeta wezareta perwerdê ya sivîltiyê. Wezareta karê perwerdê ji bona vê salê jî ciyê karê min li gundê Ordeka ku girêdayî Bozova yê û di nava herêma parêzgeha Urfayê de kifskir.

Hinga ez hatime Bozovayê min bihîst ku Êzdî li herêma Wêransehirê hene. Vêca min û Evdoyê Bisarê axê hevûdinê naskir û ewî gelekî dixwast ku ez herim li dibistana gundê wan Oxlakçiyê mamostetiyê bikim. Dûre Evdoyê Bisarê axê çû ji berpirsyarê wezerata karê perwerdê ya li Urfayê re got, ez di xwazim hûn xizmeta mamoste Cemil bidine ser gundê min(Oxlaqçiyê). Weha ez hatime gundê Oxlaqçiyê û min bav, pîrek û zarokên xwe(dû kur û çar qîz) jî di sala 1968 de ji Simzê anîne cem xwe. Em bi malîtî di avayê dibistana gundê Evdoyê Bisarê axê de man. Min li Oxlaqçiyê bîst salan mamostetî kir. Di peyre ez bi daxwaziya xwe hatime nava Wêransehirê û min li navenda Wêransehirê de jî pênc salan weke mamoste karkir. Ez di sala 1992 de pistî 31 sal û 4 mehan hêja teqawît bûm. Min çû di vê sala 1992 de malek li Mersin ê ji xwe ra kirî. Ez ji sala 2003 heta …………….

Birêz mamoste Cemîlê Silo, hûn dikarin niha jî hinekî bahsa serpêkhatiyên xwe û yên bav-kalan ji we re gotine bikin?

IMG_0083Rahmetiyê bavê min hercar ji min re digot, ‘malbata me di beriya fermanê Filah, yê di sala 1915 de li gundê Bilêderê û dûre li gundê Zercil, Bazbut, Sih, Mizares, Awîskê, Hecrê û Simzê de akincî bûne. Min dît Hesoyê Birahîm maqulê van gundên li der û dora Batmanê bû û piraniya mêrxas û tivingçiyên wî yên hingê jî tev Êzdî û File bûn.Ji xwe axatiya di herêma me de, pistî damezrandina komara tirkan jî, bi alîkariya dewletê weke sazûmanekê di hate parastin. Dema Emînê Ahmed(axayekî serokê êsîra reman), bi alîkariya John Tirkan hat gundê Keverzoya Xwarîn ji xwe re zebt kir, hingê mala me li gundê Bazbûtê de bû. Min û birê xwe Mîrza amiliya xwe bi wan serok êsîrên ku xwe parastibûne hukumeta John Tirka ne dianî.

Hinga hukumetê birê min Mîrza jî girt û ew birine hepsa Sêrtê, êdî min mala xwe ji Bazbutê rakir û bire gundê Sihê bicîh bûm. Di vî wextî de navbêna min û Xelîlê Simê yê ku diya wî jî Êzdî, ji êsîra elika û bavûkalên wî jî ji kevin de li ser vê herêma me axatî kirine gelekî xwesbû. Hinga min rojekê bihîst ku Emînê Ahmedê tevî leskerên pêre wê êrîsî bînine ser gundê Sihê, min agehdarî da Xelîlê Simê yê ku li gundê Zêwika Xaço dima. Xelîlê Simê jî ad(soz) da min û got, çi gava Emîn bavê je ser gundê Sihê, ezê eskerê xwe bi alîkariya we ve bisînim. Dûre Emîn û leskerên xwe êrîs anînine ser gundê Sihê. Min li hemberî wan serkir. Xelîl jî tevî gelek peyayên Elikî û hinek merivên min yên ku li gundê Simzê diman jî, bi hawara min ve hatin. Dawiyê Xelîlê Simê mala min ji Sihê anî gundê Mizaresê. Pistî demekê Emîn û eskerên hukumet ê cardinê bi hevûdinê re di sala 1913-14 de? Êrîs anînine ser gundê Mizaresê û ew gundê Mizaresê jî sewitandin. ‘

Bîranên mamoste Cemil Temin 2

Apê min Mîrzayê Kalo hercar ji me re digot:

Hinga ez di hepsa sêrtê de bûm, hingê komara tirkiyê nû hatibû damezirandin û tevaya girtiyan giregir, axa û begên herêmên Kurdan bûn. Nimûne : Hingê axayê di herêma me Êzdiyan de gelekî bi nav û deng, Xelîlê Simê jî di vê hepsê de zeptkiribûn.

Hingê gelek nasên min hebûn û tevjî dihatine dîtina min. Ji xwe nasên min yên misilman navê min hilnedidan û timî digotin, kirîvê hêja. Di êvarekê de min dît pênc meriv bihevûdinê re hatin ketine nava oda min û gotin, pismam derbasbuyî be. Ez mame heyîrî û ji xwe re got, kî tê ba min dibêje kirîv tû çewayî? Lê, evan ji min re got, pismam.

Min hew xwe girt û min ji wan re got, xwezî min zanîbuya ka we çima ji min re got pismam?

Ewan camêran jî gotin, em û hûn birastî jî pismamê hevûdinê ne.

Min ji wan pirskir, hûn ji kur zanên ?

Yekî ji wan got, belê me bihîstiye ku tû Êzdiyî. Bav-kalên me jî berê Êzdî û ji êsîra dasika bun. Ez jî vêga hêja axayekî dasika me. Lê, me dînê xwe guhastiye û niha em ne Êzdîne. Em misilman bûne.

Min ji wan lavekir ku ew bahsa dîn guhastina xwe ji min re bikin.

Ewan got mesela ku em misilman bune gelekî dirêje. Yê axa got ezê ji pismamê xwe re mesela dîn guhastina bav-kalên me bibêjim.

Êdî wî camêrî destpêkir û got:

Di demê berê de kalên me tev Êzdî bûn û navê êsîra me jî dasika bû. Cîhê ku êsîra me dasikan lê diman, ji herêma çolemêrgê heta derdora musilê bû. Di tarîxekê de begekî me Êzdiyên ji êsîra dasikiyan yê pir dewlemend û desthilatdar mezin radibe diçe ber parizgeha Lalisa nûranî ziyaretî bive. Hinga begê me ji nav mala xwe dertê, ew berpirsyariya sêwr, mal û desthiltdariya xwe tevî dispêre birayê xwe yê axretê.

Axayê me pistî sesmehan hêja dikare were vegere mala xwe. Wexta tê digihîje mala xwe li demsala havînê û derengî sevê rast tê. Ew ji hespê xwe peya dibe û dibêje xwelamên xwe, herin mekine qelebalix û kesî rehetsiz nekin. Ewî dizanîbû ku li ber dîwarê qesra wî dû derencên ku meriv dikare di wan de derkeve ser serê qesrê hene. Ew hima bê deng û hêdîka di derinca aliyê rohilatê qesrê de dertê ser qesrê. Wextê di merdîwanê(derencê)de dertê jorê, denkekî xusexusê dikeve guhên wî. Ew dertê serê qesrê. Dinêre jina wî di nava livîna xwe de razaye. Gava destên xwe di tariya sevê de davêje lihêfa xwe, destên wî dikeve ser kitek(tekek)e sola(sekala) zilaman. Jê re siphe çêdibe, lê kesî nabîne. Ew radibe vê kita solê dixe bin balgiyê serê xwe û radizê. Serê sibê hinga ji xewê siyar dibe, dîsa li ser kita solê xeman dixo û dibêje, wele min her tistê xwe teslîmî birê xwe yê axretê kiribû û ji wî pêve kes nikare were nêzîkî nav mala min bive. Dike û nake nikare gumana xwe ji kesekî re jî bibêje. Heta çend heftiyan vê solê li cem xwe vedisêre. Rojekê dibêje delêlî here li nava gundên herêma min bigere û xeberê bide nas û gundiyan, bila filan rojê hemû kesên ji êsîra dasikan e werin emê bi hevûdinê re nanekî xêra çûna ziyareta min bixwin. Gava di vê rojê de nanê xwe dixwin, hîna sifre ranebuyî, beg bi dengekî bilin dibêje ji kerema xwe re kes ji we li ser sifrê ranebe û neçe. Dûre radîje wê kita solê ji ber pista xwe derdixe û dibêje , gelî dost û birayan ! Kî ji we vê teka solê nasdikin?

Zêdeyî bîst dost û pismamên begê me li teka solê dinêrin û dibêjin, welle ev sol ya birayê te yê axretê ye û me timî jî ev cotê solan di lingên wî de dîtiye.

Vêca beg hêja radibe ji dost û pismamên xwe re mesela xwe ya hinga nîvê sevê hatiye û ev kita solê li ber ciyên pîreka xwe dîtiye dibêje. Încar eskere dibe ku evî birê min yê axretê yarîtî bi jina min re kiriye. Em Êzdî tev bi vê kiryarê re lewitî ne. Ez vêga rabim wî bikujim jî ev bêxîretiya me dasikiyan hew safî dibe. Ez naxwazim Êzdiyatiya weha bêbextî berdew bikim. Eger hûn bi raya min bikin, emê bisînin bila meleyekî misilmanan were, emê tev bihevûdinê re li ber destên vî meleyî misilman bivin.

Hemû dost û pismamên begê me jî bi gotina begê xwe dikin û ew tev bihevûdinê re misilmantiyê di pejirînin.

Ji xwe me ji ber vê meselê jî ji te re got, pismam.

Bîranên mamoste Cemil Temin 3:

Bavê min hercar ji min re digot: ‘Hinga dewleta osmanî xwast sivîlên xeyrî misilman bive xizmeta leskerî , hingê (1840-42 ?) mala apê min cûno li gundê bilêderê buye. Apê min na xwaze here vê xizmeta leskeriyê. Birê wî yê mezin Mirza jî wî dibe Heskîfê li kelek(qeyîk)ekekê siwardike û ew li ser avê diçe nava îraqê….

Gava derbasî îraqê dibe, li nav mala mîrê Êzdîxanê Elî begê mezin dimîne.

Gava çend salên wî li virê derbasdibin, ew bêrîya male û kulfetê xwe dike.Radibe diçe xwe davêje fuqreyeke ku nave wê Fatê buye re dibêjê, eva serê çendsalane ez ji welatê bav-kalan û malbata xwe dûrketime. Ez gelekî xema wan dixwim û ez nizanim ka tû karî serê xwe ji min re deynî, binêrî ka rewsa mala me çewa ye ?

Fuqre Fatê jê re serê xwe datîne û dûre jê re dibêje,

Ez dibînim, wa dareke tuyê li ber derê mala we ye. Hûr û girên malê tev li hesê de ne. Ji hingava tû ji wan dûrketî, kesek ji wan kêm nebuye. Tevjî sax û selametin.

Di pey re gava afuya wî dertê û ew cardinê vedigere tê nava koma malbata xwe. Dibîne tistê ku fuqre Fatê li îraqê jê re gotî, tev rastin.’

Li goriya dîtina te, ev mal û komelên Êzdiyan yên ku niha li Ewrupa û bi taybetî jî li elmaniya yê vebûne, çiqasî dikarin Êzdiyatiyê xwedî bikin û feyda van çiye?

Wele feyda çêkirin û vekirana van mal û komelên Êzdiyan pir re. Lê, divê ev gelekî girîngiyê bidine hevkariya bi hevûdinê re û tifaqa wan hebe. Tev bi hevûdinê re kar bikin. Di nav van karan de heta karibin urf û adetên xwe bi zarokên xwe bidine naskirin û zarokan bi zanistî fêrî Êzdiyatiyê bikin. Rê, resim, zargotinên xwe ji bo pêseroja zarokan binivisînin. Hinga ev kîtab, dokument û arsîvan di nav malên wan de amadebin, sibê zarok û nebiyên wan wê xe bastir nasbikin. Ev tev jî bi xwandin û nivîsnadinê têne parastin. Hêvîdarim ku zarokên me zû bizû asîmle nebin.

Ez vê xizmeta ku tû dikî gelekî giring dibînim. Ne bi weha be kes ji me bi dîroka xwe nizane.

Mala te gelekî ava be.

Kemal Tolan: Min ev hevpeyvîn di êvara 12.01.2006 de û li mala Mahsum San de, bi rêzadar Cemil Temin yê ku xwandevan û mamosteyê me Êzdiyên bakurê Kurdîstanê yê yekemîne re çêkir.

Çavkanî:

*Kazim Özdemir, http://www.geocities.com/mehname2006a/83/nirxandin1.html

**Osman Baydemir, Hamidiye Alaylarindan Köy Kuruculguna. Rûp.: 126 -149

Kemal Tolan

Balkêş e ?
Close
Back to top button