Nûçe

Seva Pistgirîya HAK-PARê a Stenbolê

Seva pistgirîyê ku bi boneya salvegera 15. a damezirandina Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR saxê Stenbolê pêk hat. Sev, li Stenbol navçeyê Bakirköy encam da. Ji sêsed kes zêdetir mêvan besdarê sevê bun. Destpêkê de serokê saxê Stenbolê Mistefa Aytas bixêrhatin li mêhvana kir, û derheqê karubarên saxê Stenbol de çend agadarîyan da. Pasî bangî Cigirê Serokê Gistîyê HAK-PAR Latif Epözdemir kir, ku sevê birêve bibe.

Sev ji alîyê Latif Epözdemir ve hate pêskês kirin. Epözdemir bi çend helbestên Kurdî û Turkî di gel çend siroveyên rojane bi mêvanan re parve kir. Epözdemir bi taybet bala mêvana bi ser nexwesbînîya ala Kurdistanê ve kêsand û got: ‘ Bi dehan car ala Turkan li Hewlêrê hatîyedaliqandin lê hergîz tu Kurdekî dijberîyek nekirîye. Li Turkîyê k udi rabirduda hinek caran provakatorek yan xwenenasek ala Turkan dianî xwarê hemu Kurd vê buyerê sermezar dikirin. Kurd rêz li hemu alayên gelên cihanê digrin. Base çima Turk hê ji ‘kompleksek’ wiha xilas nebune. Dijayetîya ala Kurdistanê inkara Kurd u Kurdistanê ye. Turk ger divên ku her kes ji alaya wan re rêz bigre, lazime ew jî, ji alayên netewên din re rêzdar bin. ‘

Seva HAK-PARê bi yada serokên nemirên HAK-PARê Abdulmelik Firat û Fehmi Demir, rêveberê nemir Mustafa Tasçi u dildar û rêveberê rêya azadîyê Nuredin Basut dest pekir.

Pasî , Serokê gistîyê HAK-PARÊ birêz Refik Karakoç axaftina xwe kir. Karakoç di axaftina xwe de li ser referandûma ayende sekinî û ka gelo HAK-PAR çima dibêje ‘Na’ raya partîyê sirove kir. Karakoç:’ Em dibêjin ‘Na’ lê ev ‘na’ ya me ne wek ‘na’ ya derdorane. Em ji pergala nu a ya taze re, ji wan zagon û destûr û yasayên ku Kurd û Kurdistanê nas nakin re bi gistî dibêjin ‘Na’. HAK-PAR komareke demokratîk, dadwer û federasyoneke wekhev û demokratîk diparêze. Kurd û Kurdistan rastîyeke dîrokîye. Lazime dewlet vê yekê bibîne, bi pejirîne û li gor vê rastîyê gavan bavêje. ‘

Her wiha Karakoç li ser buyera vê dawîyê a Singarê jî sekînî û got:’ Bila qet neyê jibîr kirin ku Sengal besek ji Kurdistanê ye. Kes nikare wê ji Kurdistanê veqetîne. Ji bo ku careke din serê birakujîyê çênebe, gelê meyê Êzdî careke din bi karesetên giran ve rû bi rû nebe, divê ji kiryarên neqenc ên ku dewletên kolonyalîst sad dikin, xwe dûr bigrin. Guh bidin banga Hukumeta Kurdistana Basur û hêzên wê yên mesrû û jêre rêz bigrin û divê PKK destê xwe ji Sengalê biksîne. ‘

Ji mêvanan Kurdekî Kurdistana rojjava û her wiha yek ji rêveberên partîya Pêsveru, Ehmed Qasim ji axaftinek kir. Ehmed Qasim li ser rewsa Suriye û Kurdistana Surîyê sekini. Ehmed Qasim:’ Lazime ku YPG û PYD, teqez li ser peymana Dihokê bimîne. Kurdên Surîyê îro din av vî serê dagîrkeran de, telef dibin. PYD, bi Kurdan re yekîtî û hevkarîyê nake lê mixabin bi rejimê re tevdigereç Ev yek ne bi mafê miletê Kurd e. Kurd, problema wan bi rejima zordest a Surîyê re henin. Rejima Surîyê hê jî ne hazire kum af û azadîyên Kurdên rojava li ser esasên demokratik û dadwer nas bike ku Kurd li rojava bibin xwedî pergalek nasyar û yasayî. ‘

Siyasetmedar û rewsenbîr, serokê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay di sevê de nema karî besdar bibe, lê Burkay peyameke pîrozbahîyê sand ji bo mêvanan. Burkay di beyama xwe de:

‘ Hevalên delal,
Min gelek hez dikir iro di cîvîna pîrozkirina 15 saliya HAK-PARê da besdar bim, ku li Istembolê çêdibe. Lê mixabin, min piçek serma girtiye û bona vê yekê nekarîm bêm.

Hevalno,
15 sal di jîyana partiyekê da ne kêm e. Lê çawa hûn hemû jî zanin, Partiya Maf û Azadiyan, HAK-PAR li ser kar û xebata tevgera gelê me ya 40-50 salê dawî ava bû. Emrê gelek kadroyên me digihije 60, 70, heya 80 salî. Ew di sîyasetê da xwedî zanin û tecrubeyeke bas in. Riya me rêyeke dirêj û çetin bû. Ev mes hîn jî berdewam e û heya roja azadî û serbestiyê wê berdewam be. Em di vê rê da bi dil û can mesiyan, me bas ber xwe da û heya îro hatin. Em ji paqijî û rastiya riya xwe bawer in, serbilind in. Ez bawer im ku, rê çiqas dirêj û çetin be jî emê bigihîjin menzilê û ew roj ne dûr in. Ji Partiya me HAK-PARê ra, ji hemû heval hogiran ra serketin dixwazim.

Bi silavan…”

Di gel peyamên rêxistinên curbecurên HAK-PARê, peyamek ji Komela Pistgirîya HAK-PARê a Ewrupa, peyama Komkar Hamburg û peyama Cafer Stêrk ( Perpirsê Kar û Barên Derveyê Welat a HAK-PAR’ê) ji hatibun sandin.

Cafer Stêrk jî di peyama xwe de pîrozbahî li salvegera damezrandina partîyê kir û daxwaziya serketinê û her wiha rêz û silavên xwe li mêvan û dost û hevalbendên HAK-PARê kir.

Her wiha Komkar Hamburg jî , serketin ji HAK-PARa Stenbol re daxwaz kir û di gel rêz U silavên germ û birayane, seva damezrandina HAK-PARê piroz kir.

Peyama serokê Komela Pistgirîya HAK-PARaê li Ewrupa, Fetah Timar jî weha bu.

”Hevalên hêja,

Dilsozên azadiya Kurd û Kurdistanê,

Hûn çalakiyên xwe, kar û xebatên xwe di demeka gelekî hesas da dimesînin. Em dizanin, ta ku Kurd negîjin mafên xwe, bi yasayî nebin xwedanê statuyekê, hemû dem ji bo me hesas in û ew ê berdewam jî bike.

Dewletên dagirker û hevalbendên wan li ser bêmaf û statu mayîna Kurdan û di bindestiya Kurd û Kurdistanê da, di nava tifaqeke gelek eskere da ne, lê belê gelek mixabin li herçar perçên Kurdistanê, ev rewsa ku partî û rêxistinên Kurdan di nav da ne, baweriyekê nade kurdan.

Lê belê HAK-PAR li ser rêyeke rast da e. Lema jî van hewildanên we li welêt, li metropolên dagirkeran, her usa li dervayî welêt jî kelecaneke qurt dixe dilê me, û hêviya me gestir dike.

Ez li ser navê tevaya komîte, komel û kesên ku, li seranserê Ewropa, di nava refên KOMELA PISTGIRIYA HAK-PAR YA EWROPA da cîh girtine, her usa li ser navê KOMÎTA KARGÊR, we berêzan ji bo vî karê we yê pîroz bi dil û can pîroz dikim. Di berdewamiya kar û çalakiyên we da serkeftinê dixwazim.

Bawer bikin, çav û guhên me li ser we ne û em bi dilê xwe va jî ba we ne.

Ji kerema xwe ra, rêz û silavên me ji bo tevaya besdarên sevê ra jî eskere bikin.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî wekhevî
Bijî yekitiya rast û rasteqîn
Bijî HAK-PAR

Di sevê de, Hunermenda hêja Fatê, gurupek ji Kurdên Efrinê di gel Adil Omer û her wiha dengbêjê navdar Kemalê Xanê bi sitran û kilamên xwe besdaran kêfxwes kirin.

Televizyona K/24 jî bernameyê sopand û çend hevpeyvîn çêkirin. Bername nêzik çar saetan dewam kir. Besdar bi dileke sa heta dawîyê bernamê sopandin û qayil ji bernamê berbimal

Dengê Kurdistan

Back to top button