Nivîsar

SÊX SEÎD’Ê PÎRAN: RÛYÊ SIPÎ YÊ KURDAN

Sêx Seîd Efendî û hevalên xwe roja 13’ê Sibatê dest bi serhildana xwe a pîroz kiribun.Wan rojan eger yekîtîya Kurdan hatibuya çêkirin bêgûman Kurd îro xwedî dewlet bûn.Lewra Serhildan cûdabun û serxwebûna Kurdan ji xwere kiribu mebest û armanc.

Rexistina AZADÎ a di bin serokatîya Dr.Fuat de,ne dixwest ku Sêx dest bi tevgerek gelêrî bike.Lewra AZADÎ radigeyand ku wext hê zûye û tênegeyistîye.Hê yekîtîyek netewî pêknehatîye.Sedem ku Sêx Seîd kane bike Fehmî Bîlal (Fehmiyê Licêyî,Fehmî Firat) sandin cem Sêx.Fehmî Bilal bi sev û rojan li ber xwe da.Lê nekarî Sêx kane bike ku dev ji serhildanê berde. Li dawîyê Fehmî na,lê Sêx Fehmî kane kir û Fehmî Bîlal bû sekreterê serhildana Sêx Seîd.

Drewe leskerên Sêx talankerî û selandin û dizîyê nekirine.Vî navê xirap Kemalistan li serhildêran danîne. Hemu jî dîndarên bas bun û bi merjemet bun, tirsa xwedê din ava wan de hebu.Ew makine ku kaso dibêjin rêbirî lê hatiye kirin,tê de tenê taximek cilê postvanan hebuye ku leskerên Sêx tenezul nekirine wergirin.Leskerên Sêx heramxwer û heramzade nebun.

Ew Zazayên ku berî hemu kesî ketin nav sûrên bajêrêrê Diyarbekir, li wir tu dizî û talanek nekirin. Dîtin ku eskerê dewletê ji qeweta wan dere, xwestin ku derkevin der, hatin girtin û pasî jî bi dirindehî hatin kustin.Leskerê dewletê anîn hin tist mistên dikanan xistin berîka wan û pasî bangî rojnamevanan kirin, berikê terma nîsanî wan dan û gotin dizi kirine, dikanan selandine.Ev buxtan û bêbextîyek mezine.

Sêx Sîd sedem ku yekîtiyek netewî nema pêk hatibu, sikeste xwar û binketî bu. Lê Sêx tu carî posman nebu.Ji Melayeke xwe re got : ‘Mela me dest bi tistek kir lê me nekarî em bibin ser.Kurda arîkarî nekirin.Lê vaye ez diçim,tu carî jibîr neke, wê rojek Kurd bibin xwedi dewlet.’

Sêx bas dizanîya ku Sêx Selim û Cemil destebira û mirovên Mistefa Kemalin. Lê neçar maç û xwe avête Sêx Selim ji bo ku were hewara wî.Sêx Selim xwedî êl û esîrek mezin bu.Gelek bihêz bu. Mixabin Sêx Selim alikarî neda Sêx SeId Efendi.Sêx Seîd bêumud vegerîya û berê xwe da baregayê xwe.

Ew kesên ku wek eskort bi Sêx re kente rê û berê xwe dane baregayê serhildanê,xîyanetê bi Sêx re kirin wî dane dest.Sêx gelek bi berxwe ket,sîyaneta wî sikestibu û dilxem bibu.Lê, pês ku derketiba vê rêya pîroz encamê hizir kiribu.Lewra bi qedera xwe qaîl bu.

Mistefa Kemal dem oku qasidek sandibu ba Sêx Sid, Sêxê nemir,li ser nimêje, li hizûra xwedê bu.Qasid jipê ma heta ku Sêx silav da û berê xwe dayê.Mistefa Kemal digot ku Sêx bila yek carek bêje ku ‘mebesta serhildana min, ne helwesta avakirina dewletek Kurdî ye’ezê wî bi bexsînim.Dema ku Sêx vê teklifê bihist, di dilê xwe de got: Na ez nikarim derewan bikim ku li qata xwedê werim gunehkar kirin.Eger ez derewa bikim wê Mistefa Kemal min bibexse,ezê sernizm bim.Hergîz ez derewan nakim bila xwedê min bibexse û Kemal min bi darve bike.Mebesta min dewletek Kurdî bu li ser binyatek Islamî.Lê ez serkevti nebum.Ez ji darve kirin û sêdareyan natirsim.Sêx û hevalên wî birûyek sipî li bin dara çinarê hatin idam kirin.

Sêx Seîd nimêja leskerek dewletê ku hatibu kustin, kiribu.Hevalê wîyê birindar jî sandibu nexwesxanê ji bona tedwibunê.Dilovanîya Sêx dest nedida ku moriyek jî were kustin.Lê dewletê navê Sêx danîbu kujer, esqiya û rêbir.Xwedê jî pê dizane ku Sêx mirovek lewend û minewer bu.Terefdarê kustin û mirinê nebu.Lê dewletê guh neda helwesta Sêx Seid Efendi.

SÊX SAÎD,JI BO PARASTINA MAF û AZADÎYA KURDAN SER HILDA

Mesalaya ku Sêx Seîd û hevalên wî, berî 95 salan pêxistibun, hê jî,venemirîye.Gelê Kurd heta ku azad nebe, negêje heq û mafên xwe yên seretayî,dev ji tekosîna azadîyê bernade.

Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarêne, her wek ku dema Osmaniyan , heta sala 1923’êyan jî,li MMM ( Meclîsa Mezina Milet) bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot:’ Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tistek bi van rengan ji Kurdan were dayin’ bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun.Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa Mezin deaxaftinek kiribu û gotibu ku:’Turk, Kurd û Çerkes; em hemu enasirên Islamê pêk tînin.’ Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman.Lê mixabin ku Mistefa Kemal pistî demeke kin, van tistan berba kir û qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad û soza ku dabu Kurda zû jibîr kir û dest bi inkara Kurdan kir.Pasî jî, xwest ku komarê bike yekreng û yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.Pistî sala 1925’an,got ku ‘ ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin,herkes Turke,Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê’ Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin û hatine red û inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin û Turkrengkirina komarê kiribu.

Pistre, mebusên MMM yên wek Xalid Begê Cbrî û Kemal Feyzî,biryar girtin kul i Kurdistanê bigerin û gelê Kurd jderheqê vî qonaxê nu agadar bikin. Ew herdu kes endam û rêvebirên rêxistina’ AZADI’ jî bun.Ev rayedarên welathiz xwe geyandin Sêx Seîdê Pîranê û vê meselê pêra gengesî kirin, pistî sêwir û miqaseyek berfireh li dawîyê ew û Sêx Seîd lihev hatin ku lazime maf û azadîyên ku heta wê rojê derdest bun biparêzin û rênadin ku Kurd werin binpê kirin.

Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê ‘Sehildana Sêx Seîd’ tên eskirin,13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir û li Diyarbekir kuta bu.Sedem ku Sêx Seîd bandûr û kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu û teslimê hêzên dewletê bibu.

Li ser vê yekê rejima Kemalist pisti dadigekirinek sivik a Dadigehâ Istiklalê de,Sêx Seîd û 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin û gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar û tedayan û sertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes û malbat jî hatin sirgun kirin û koçebar kirin.

Tevgera Sêx Seîd, sedem ku bi hatina rejima Itihad û Teraqiyê û bi desthilatîya Komarê re,xweserîya Kurdan hat binax kirin, sedem ku heq û berjewendîyên netewîyên Kurda hatin inkar kirin, sedem ku,perwerdeya bi zimanê dayik hate qede xekirin,sedem ku li Kurda xedir hatibu kirin û Kurd hatibun xapandin, sedem ku qewil û sozên ku ji Kurda re hatibun dayîn nehatibun cî, sedem derew û dek û dolap û ger û fenên rejima Kemalist ; bi armanca parastina maf û azadîyên Kurda destpêkiribu.

Tevgera Sêx Seîd,sedem ku heq û mafên mesrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn û zeft kirin û hebun û pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan û narazîbunek gelêrî destpêkiribu.

Tevgera Kurda a ku di bin serokatîya Sêx Seîd de sala 1925’an dsetpêkiribu,ji bo nasandin û qebul kirin mafên netewî yên Kurdan bi rejima Turk û her wiha ji bo parastina pênasa Kurd bu.Ji lewra ev tevger, tevgerek heqxwaz û mesru bu.

SÊX SEÎD JI BO PARASTINA STATÛYA KURDAN SERHILDE.

Serokê serhildana Netewî a Kurdistanê Sêx Seîd,yek ji rayedar û bîrewerê miletê Kurd e û wê wisa jî her tim bibîr were.. Tevgera ku di sala 1925’an de,dibin serokatîya Sêx Seîd de,destpêkirîye,bêsik,tevgerek netewî û azadîxwaz e. Kurd di wan salan de, bi dil û can bawerîya xwe bi vê tevgerê anîne û pistgirî lêkirine.Helbet, Sêx Seîd sexsîyetek taybetmend û civaknas û miletperwer û netewekar û zanîyar û her wiha jî;odlar bu.

Bê guman di dema dewleta Osmanîyan de,miletê Kurd birek/ qismek maf û berjewendîyên xwe parastibun û di jîyana Kurdan de xal û rengên Kurdewarî, zêdetir xûya dikirin. Wek perwerdeya bi zimanê Kurdî, navên xwezaî yên gund û bajarên Kurdistanê,xwedmixtarîya mîrekên Kurda,azadîya pênasa Kurd û Kurdistanê,nebûna ret û înkar û asîmîlasyonê û gelek xalên din.

Rejima Kemalist a Komara Turkîyê ku li ser ‘yekane’ û ‘Turkane’ hatibu hizirkirin, berî serhildana miletê Kurd bi du salan bibu xwedî desthilatdar. Meclîsek nû hatibu damezrandin, pistî meclîsê komarek jî, hatibu îlan kirin.Ya balkês ew e ku komara nû, xwe wekî ‘Komara herdu gelen’ ango ‘Komara Turk û Kurdan’ beyan kiribu. Meclîsa yekem destûreke nû pejirandibu û him di destûra nu de û himjî di biryarên destpêka meclîsa nû de, ji bo miletê Kurd mixtarîyet, yanî xweserîyek wekhev wek prensîb hatibu qebul kirin.Di belge û bîranînên Meclîs û Mistefa Kemal de gelek caran qala vê demê hatîye kirin û ew belgeyê meclîsa pêsîn di arsîvên dewletê de hatine vesartin.Kurd wek miletek û Kurdistan jî wek welatek, Erdek, erdnigarek hatîye naskirin.

Lê mixabin ku Kemalîst û rayedarên komara nû bi lez xwe û feraseta xwe wergerandin ser hizrên xwe kû di wan hizran de, inkara heq û berjewendîyên Kurda wek ‘kareke milli’ hatibu destnîsan kirin.Maf û berjewendîyên Kurdayetî ku her yek beseke bun ji hebûna netewî a kurdan,yek bi yek hatin qedexe kirin. Gelek yasa û zagon û kiryarên ‘dijî Kurd’ hatin bikaranîn,Kurd roj bi roj jî kesayetîya xwe hatin dûrxistin,Kurdbun bu wek xeterek mezin,feraseta nû a Komara Turkan,înkara Kurdan û jîyana Kurdayetî kir.Komara Kemalist û raya sîyas3i a kul i ser serdestîya nîjada Turk ava bibu,li Kurdan qûlibî,roj bi roj Kurdan xiste bin zordestîyek ne dîtî.

Di van sertan de, Sêx Seîd wek mirovek serefmend û hestîyar û Kurdewar,li himber kiryarên zordestên rejîmê ne qaîlbun û nerazîbuna xwe anî ziman û gelek caran ew wek aqilmend û serwereke Kurd bi navê miletê Kurd bang li rejimê kir ku destdirêjîya mafên milliyên miletê Kurd neke.Lê, rejimê,vê bangewazê li ber çehv negirt û dijwartir bu,zilm û zora li ser Krdan berfirehtir kir.Rejima Turk Kurdan ji hemu mafên milli û hevpar bêpar histin.

Sêx Seîd, di gel serok esîr û sêx û misayixên Kurda gelek civînan kir, sewirî û yekîtiya wan pêk anî. Sêx dixwest kul i Diyarbekir ‘encumeneke milli’ dabmezrîne miletê Kurd di vê derê de yekdeng bike.Lê rejimê vê mecalê ji neda gelê Kurd. Sêx Seîd û hevalê xwe naçar dest bi serhildanek girsehî kirin û li himber rejima Turk li ber xwe dan,xwestin ku Kurdistanê ji bin zordestîya komara Turk azad bikin.

Di vê demê de di navbera Rêxistina Azadî û Serokê wê Xalid Begê Cibrî û Serokê milî Sex Seîdê Pîranê de, hevkarî û hevdengîyek pêkhat,Miletê Kurd 95 sal berê,li hemberî rejima Kemalîst serhildanek pêk anî.Lê, mixabin ku ev serhildan,ji alîyê piranîya dîrokzanan ve, wek serhildanek ‘bêwext û zû’ hate hesibandin. Lewra, tê gotin ku,milet hê, bi tevayî amade nebu û yekîtîyek seranser a milli çênebibu. Lewraye ku, ew serhildana girseyî zêde nikarî bidomîne. Bi zordestîyek mezin rejima Turk êrîs anî ser tevgera Sêx Seîd û vê hewildanê têkbir,di nav zordarîyek nedîtî de,tevgerê da seknandin û belavkir.Sêx Seîd û 47 hevalên wî, di dadigeha Îstîklalê a Serqê de,bi ferasetek neyar û bi bêdadîyek nedîtî, hatin darizandin ( mehkeme kirin) û bi idamkirinê hatin ceza kirin. Sêx Seîd tirseke wisan mezinbu ji bona rejîmê ku ,cinyaz û termê wî jî, bi xef vesartin û hê jî, cihê gor û qebra Sêx Seîd ne dîyare,hê jî, vedisêrin.

Ne tenê a Sêx Seîd,îro, hê jî, qebra ( gora) rêberên Kurda yên mîna SeyÎd Riza û bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê Turkayetîyê, him serok û rêber û mezinên Kurda kustine û him jî gora wan vesartine.

Tevgera Sêx Seîd,tevgera parastina heq û azadîyên Kurda ye.

Gelê Kurd wê mesalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.

Sêx Seîd di tekosîna azadîya gelê Kurd de dijî û wê, her tim bijî.

Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike.Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê

rejimê ve hatine vesartin bila derkevin holê.

Ez serokê tevgera azadîxwaz a Netewî Sêx Seîd û hevalên wî di 95.salvegera idam kirina wan de, birêz û ihtirameke mezin yad dikim.Her wiha darizandin û biryara bêdad a dadigeha nîjatperesta îstiklalê,bi tûndî sermezar dikim.

Sêx Seîd rûyê sipî a Miletê Kurd e.Miletê Kurd bi tevgera Sêx Seîd û bi sexsê wî, sanaz û kûbar e.

Miletê Kurd minetdarê Sêx Seîd e.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button