Seyh Zeydo Biedrî, Em naxwazin Sykes ‘ Picotek din ji bo me kurdên ezîdî pêk were

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Botrop
Seyh Zeydo Biedrî qasî 20 sale li Almnaya dije, ew vê havînê çubû Kurdîstana Basûr. Dema kû DAÎS eris bir li ser Sengalê ew li wê derê bû û pistra ji çû Sengalê, hemû enîyên serê de ma. Zeydo Biedrî demek berê vegerîya Almanya. Me li ser rewsa Sengalê sohbetek kir.
Seyh Zeydo Biedrî endamê PDK e û endamê Yekitîya Niviskarên Kurd liqa Dihokê ye. Ew berê ji pesmerge bû.
Seyîdxan Kurij: Berê kû karesata Sengalê rû bide, tu li Kurdîstanê bûyî. Tu dikarî me li ser biyarên Sengalê agahdar bikî? Çi pêkhat li Sengalê?
Seyh Zeydo Biedrî: Sengal bîrînek kur e, di dilê her kurde dilsoz de. Gava DAÎS eris bir li ser Sengalê em li Hewlerê mîvanê Meketba Sîyasî ya PDK bûn. Gava me ew eris birina DAÎS ya li ser Sengalê bîhîst, hatê gotin kû li Sexanê ji ser heye. Me telefona hevalê xwe Elî Evnî kir. Elî Evnî serkirdeyê pesmergê yê herema Sexanê ye. Em çûn cem Elî Evnî, em bi hevra çun pista Musilê, me li Selalê serek giran kir. Sikir heta niha ji DAÎS nikare eris bibe li ser Sexanê. Wekû tê zanin Sengalê çîyayek du alîye, alîyek çîyayê Basûr e, alîyek Bakûr e. Dema BAASê de navbera Kurdîstan û Sengalê de nêzikî 60 km ereb hatine bicîh kirin. Ez dikarim bêjim kû li gor bîr û boçûnên min Sengal bu qalina dewletbûna Kurdîstanê. Divê hemû serkirdeyên pesmerge wek Qasimê Sexo, Qasimê Simer berxwebidana, li Sengalê bimana, lê mixabin çend serkirdeyên pesmergeyan xwe pasva kisandin. Gelê me yê Bakûrê Sengalê hat rizgar kirin û dikaribû xwe bigihijînê Kurdîstanê, lê yê Basûrê Sengale nikaribû were rizgar kirin. Ji ber wê ji alîyê terorîstên DAÎSê va bi hezaran jin, kal, pîr û zarokên kurdên ezîdî hatin kustin. Bi sedan keçên me hatin revandin û îro li bazarên ereban de tên firotin.
Dermankrina birîna Sengalê zor zor zehmet e.
Seyîdxan Kurij: Li gor dîtina te pesmergeyan çima ser nekirin?
Seyh Zeydo Biedrî: Eger em bêjin pesmerge revîyaye, ne ser kirîye ew ne rast e. Cografyaya Sengalê pir dirêj e û kerat e. Pistî kû DAÎSê Misul girt û berbi Bexdayê va çû, bu cîranê Kurdîstan. Hikumeta Kurdîstan ji pistî ew kirinên DAÎSê pesmerge sand heremên Kurdîstanê kû berê di bin kontrola hikumeta navendî ya Iraqê da bûn. Di nav çend rojan de axa Kurdîstan % 40 zêde bû. Sinora nevbera DAÎSê û Kurdîstan qasî 1200 km ye. Ango divê pesmerge hemu sinorên Kurdîstan biparêze. Ya herî girîng ji pesmerge giranîya xwe da enîya Kerkûkê. Wezîrtîya pesmerge hemû çekên giran sand enîya Kerkûkê. Lewra metirsî enîya Kerkûkê de hebû, kesî tehmîn nedikir kû DAÎS eris bibe li ser Sengalê. DAÎSê bi çekên giran, çekên modern kû ji artesa Iraqê bi dest xistibûn eris bi li ser Senaglê. Hinek enîyan de 3 seat, hinek enîyan de 6 seat ser çebû, hinek enîyan de ji ser çênebu. Serkirdeyên pesmerge kû xemsarî kirîye, biryarên pasva kisandinê girtinê, ji wazîfeyên xwe hatin avêtin û niha di derheqa wan de lêpirsîn pêk tê. Mimkunê kû hinek serkirdeyên pesmerge biryarên xelet girtine.
Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin Sengal berê ne di nav sinorên Kurdîstanê de bû, di nav sinorên hikumeta navendî ya Iraqê de bu. Pesmerge kengê çu Sengalê û li vir bi cîh bû?
Seyh Zeydo Biedrî: Sengal ji bav û bapîra va her axa Kurdîstanê. Hezar sal zêdetir e li Sengalê kurd dijin. Pistî ruxandina rejîma BAAS ya Seddam Huseyîn 2003 gelê Sengalê serîhilda û daxwaza pesmergeyan kir, li ser daxwaza xelkê Sengalê pesmerge çû heta îro jî pesmerge li Sengalê ye. Lê li herema Sengalê de dorî erdê dirêjîya 60- 65 km de ereb hene. Ew ereb berê ji bo erebkirina herema ji alîye hikumetên Baas va li vir hatine bi cîh kirin. Li gor zagina nû ya Iraqê maddeya 140 divê çend deveran de refrandum bihata pêk anîn. Li gor encama referandûmê dîyar bibûya kû çend qeza bi Kurdîstanê va an ji bi Iraqê va bên girêdan. Lê mixabin 10 sal derbazbûn referandûm pêk nehat, ango maddeya 140 nehat bi cîh kirin. Gava DAÎS eris bir li Sengale ew cîranên me yên ereb ji pistgîrîya DAÎS kirin û eris birin li kurdan malên kurdan talan kirin. Ji ber wê niha gelek alî dibêjin ew serê kurd û ereban e.
Seyîdxan Kurij: Ew ereb kengê hatine Sengalê?
Seyh Zeydo Biedrî: Wekû tê zanin ji damezirandina dewleta Iraqê va heta desthilatdarîya Malîkî çi rejîm hatîye hizmeta ereba de bûye. Ewana erdê kurdên sunî, kurdên ezîdî. yê mesihîyan û tirkmenan ji wan stendîye dayê ereban. Ew ereb hikumetên Baas anîne direjîya 60 km ortê Kurdîstanê û Sengalê de bi cîh kirine. Ew ji esîrên Samaran, Hedadîyan û Sewabî ne. Rabîa paytextê erebên Samaran e.
Seyîdxan Kurij: Tehmînî çiqas kurdên Sengalê cîh û waren xwe terk kirin, bûn koçber û niha li ku derê ne?
Seyh Zeydo Biedrî: Ji devera Sengalê qasî 500 hezar kurdên ezîdî koçber bûn hatin deverên Zaxo û Dihok. Hemû gelê kurd derîyên xwe ji bo wan vekirin, nanê xwe bi ewan va parve dikin. Dibêjin 73 car ezîdî hatine kustin , ew komujîya 74 ne. Lê belkî cara yekemîne hemû kurdên bisilman derîyên xwe ji bo birayên xwe kurdên ezidî vedikin, ji wan xwedî derdikevin. Melayên Kurdîstanê ji mizgeftan gazî kirin, gotin, derîyên hemû mizgeftan, malên xwe ji bo birayên me yên ezidî vekin, ew kîjan olê dibin bila bibin, çi bawerîyê de dibin bila bibin, ew birayên me ne, ew kurd in. Ew ferman fermana kurdan e’.
Bi komkujîya Helepçe dinya zêdetir kurd û kêsaya kurdîstan nas kirin, lê dewletan ewqas pistgirîya kurdan nekir. Îro zêdetir 40 dewletên dinya pistgirîya hikumeta Kurdîstanê dikin, qasî 7-8 dewlet bi çek sandinê alîkarîya Hikumeta Kurdîstanê dikin. Kurdên hemû dinyayê dibêjin, ez Sengalî me, di malperên kurdî de, di medyaya sosyalê ji bo pistgirîya Sengalê kampanyayên bas hatin oragnîze kirin. Kurdên her paçeyî gotin, em Sengalî ne’. Ew ji bo kurdan sanezî û serbilindî ye.
Seyîdxan Kurij: Tu dahatîya Sengalê û dahatîya ezîdîyên Kurdîstanê çawa dibînî?
Seyh Zeydo Biedrî: Berê 10 rojan serokê Kurdîstan birêz Mesûd Barzanî hat Dihokê, em qasî seatek bi hevra runistin. Ew seatek de belkî serok Barzanî 10 car got, an emê Sengal rizgar bikin, an ji ew nemana me hemûyan e. Dîsa çend car dubare kir, bi destên xwe serê xwe girt, got ,’ ez serê xwe ji bo Sengalê kurban bikim, divê Sengalî vegerin cîh û warên xwe. Her kî zalîmî, neheqî, zilum li gelê me yê ezidî kirîye, divê werin ceza kirinê’. Ewa destpêke ji bo Sengalê. Ez bawerim Sengale were rizgar kirin û gelê dîsa vegerê welatê xwe.
Seyîdxan Kurij: Hinek alîyan medyayê de belav kirin kû li Sengalê gele çekdar bû, pesmerge berê çekên gel ji wana girtin û pistra DAÎS hat, gele kust.
Seyh Zeydo Biedrî: Ne xêr, tistek ûsa nîne. Gava kerasetek pêk hat, tistek ne bas qewimî, her kes tembura xwe lê dixe. Raste hinek serkirdeyan ser nekir, gel koçber bû ber bi Dihokê va bi rê ket. Di nav gel de pesmerge ji hebûn. Çekên wan bûn belayê serê wan, çekên wan ji wan zêde hatin. Lê gelek serkirdeyan wek Qasimê Seso, Qasimê Simer , Hemîde Sindî (Xelkê Zaxo ye) ewa 2 mehan zêdetir e li Sengalê li ber singa DAÎSê mane. Mixabin hinek alîyên ne kurdperwer, ne Kurdîstanparêz dixwazin tistên xwe yên piçuk li ser masa mezin bikin. Gotinek me kurdan heye, dibêjin werisê derewê gelek kurt e’.
Seyîdxan Kurij: Di serê Sengalê de rola YPK çi bû?
Seyh Zeydo Biedrî: Gava DAÎS eris bir li ser Sengalê gelek gelê me yê ezîdî berê xwe da li ser sinorên Surîye yê. Alîyê sinor ya Surîyê de serwanên YPK hebûn. Ewana rê da û alîkarî kir kû gel derbasî Surîye bin. Dervê wayê YPK du derê Sengalê de ser nekirîye.
Seyîdxan Kurij: Nihal i derûdorê Sengalê ku derê Gerîlayên HPG hene, kîjan deveran de dijî DAÎSê ser dikin?
Seyh Zeydo Biedrî: Gava qesta te li Rojavayê Kurdîstanê be, rastê li wê derê YPG hembera DAÎSê ser dike, lê li Kurdîstanê me, li Basûrê Kurdîstanê mi nedîtîye gerilayên HPG yan YPG ser kirine. Ez wek pesmerge li deverê Sengalê mam, ez ji Musilê heta alîyê din yê Sengalê hemû enîyan gerîyam, çum her derê Sengalê min sevanên PKK nedîtin. Xwezî hebuûna û dijî dismin ser bikirbana, ew serbilindîyek e, lê tistek ûsa nîne.
Seyîdxan Kurij: Em di çapamenîyê de dixwînin kû li Lalesê hene.
Seyh Zeydo Biedrî: Lales enîyê serê nine. DAÎS 60 km ji Lalesê dur e û Lales nav çîyayên mezin de, nevalek kur da ye. Ez li Lalesê bûm, quwetek gerîla hatin Lales e û gotin, emê Lalesê biparêzin’. Me got, li ser çavan Lales û hemû Kurdîstan wek hev e. Lê hûnê lalesê ji kê biparêzin. Ne dewletek din eris birine li ser lalesê, ne ji DAÎS heye li vir, DAÎS 60 km durê vira ye. Gava hûn dixwazin ser bikin, gundên din yên ezidîyên, yen kurdên mesihî û bisilmanan hene, tede ser heye navbera me û DAÎSê de. Dergeh ji bo we vekirîye, kerem bikin, werin bi me va hevra dijî DAÎSê ser bikin’. Lê mixabin vegerîyan çûn.
Seyîdxan Kurij: Li Mexmûrê çi qewimî?
Seyh Zeydo Biedrî: Mexmûrê de qampek hebû kû kurdên me yên Bakûrî wek penaber tê de dijîyan. Îdareya qampê di ewana bi xwe dikir, lê asayîsa qampê ji alîyê Hikumeta Kurdîstanê va dihat pêk anîn. Ango derûdorê qampê de pesmerge hebûn. Serê Mexmurê de serlesker birazîyê serok Mesûd Barzanî Sîrwan Barzanî bû, li cem wî çend serkirdeyên din, walîyê Hewlerê kek Idrîs Hadî û wezîrek sengerê pêsî da bûn. Niha ji Mexmurê pesmerge diparêze. Eger gerîla ji hebin, ew ji birayên me ne, divê minetê me nekin, xwezî Mexmûr ewana rizgar bikirabana.
Seyîdxan Kurij: Nihal i ser otonomîya Sengalê te axaftin, hinek alî ji dixwazin Sengal bibe kantonek. Dîtîna te di vê derheqê de çîye.
Seyh Zeydo Biedrî: Ez ji li gel wê me kû Sengal bibe heremek ewlehî, ji alîye dewletên dinyayê va were parastin. Ango dijî eriskirina ezmanî, dijî balafir û balafirokên ser were parastin. Lewra îro Hikumeta Kurdîstanê nikare dijî balafirên ser vê deverê biparêze. Serkirdeyek kurd got, ew serê hindek kurdan û hemû ereban bû’. Ez ji vê dîtinê da me kû ew serê hindek kurdan û hemû ereba bû. 23 dewletên ereban, hemû medyaya erebî dijî qetlîama Sengalê bê deng man. Bêdengî tê mehnaya erêkirinê. Ez wek kurdek ezidî dixwazim an ji alîyê UNO an ji alîyê YE çîyayê Sengalê de parastinek ezmanî ya cîhanî hebe.
Em naxwazin ji Kurdîstanê veqetin, hebûna me li Kurdîstanê da ye. Divê Sengal wek îdarî paytexta Hewlerê va girêdayî be, di nav sinorên Kurdîstanê de be û bin kontrola Hikumeta Kurdîstanê de be. Me vê karesetê de ji dît kû Kurdîstan çiqas durbe ji, dîsa niha hemû kolanên Zaxo, Dihok û ew bajarên din de gele me kurdên ezidî hembez kirine, derîyên, hetta derîyên mizgeftan ji bo birayên xwe yên ezidî vekirine. Berê 100 sal bi berê peymana Sykes ‘Picot kurdîstan hat parçe kirin. Em naxwazin Sykes ‘ Picotek ji ji bo me kurdên ezîdî pêk were.
Dengê Kurdistan