Seyid Riza û Resik Husên

Îro 79, min saliya darvekirana Serokê berxwedana tevgera Dêrsim a ku di roja 15’ê Mijdara sala 1937’an de pêk hatibu Seyig Riza ye. Yên ku wê rojê bi Seyîd Riza re hatibûn idam kirin; Resîk Husên, (Kurê Seyîd Riza, 16 salî bu dema hate idam kirin. ) Seyîd Husên (Serokê esîreta Kurêysan), Elî Axa, Hesên Axa (Kûrê serokê esîreta Demenan Cebraîl Axa) Findik Axa, û Hesên (kûrê Ûlkîya Xanima Kureysî. )bun. Seyîd Riza û hevalên xwe li Elezîzê , li qada genim ( Bugday Pazari) hatin idam kirin. Nihal i wê qadê mizgeftek hatîye çê kirin.
Serokê tevgera berxwedana Dêrsîm Seyîd Riza, tirseke mezin bu di dilê rayedar û desthilatdarên Komara ciwan aTurkîyê de. Seyîd Riza egîdek Kurdan bu. Dema ku dît wê were idam kirin qet netirsîya û bi rewsa xwe wêrekîyek mezin xiste dilê hevalê xwe jî. Dema ‘xwestina Dawî’ a Seyid Riza jê pirs kirin weha got:
‘ Çil lîreyê min û saeteke min heye wan bidin kûrê min. ‘
Ewil Findik Axa tê idam kirin. Girtî her yek di ciyek cudade ne. Hev nabînin û çehvgirtî wan tînin qada sêdarê.
Dema Seyîd Riza tê qadê, qad xalî û arame. Lê ew her wekî ku ew qada mezin bi hezaran kes tije bî, dest bi dengek kelecan û bilind wiha dibêje:. ‘-Ewladi Kerbelayimi, Be gunayimi, Ayibo Zulimo, Cinayeto. ‘
Pistî van gotinan ev kaleciwan, ev mêrxasê mêran, pehnîya pîyan li erdê xist, bidestê xwe celadê cengene da wî alî û ber bi sêdarêyê ve mesîya. Gerbendê bi destê xwe xiste sitûyê xwe û sehpaya b3inê pîy3e xwe, bi refsek ji bin pîyê xwe pekand û înfaza xwe bi destê xwe pêk anî.
Berî idamê serokê berxwedana Kurd a Dêrsîmê SEYÎD RIZA , wek dîplomat û serwerek, roja 21 êlûna 1937´an, sedem ku bala bîrûraya bilsîne ser buyera Dêrsîmê, ji wezîrê derveyê Îngilîztanê re nameyek dinivsîne. Seyid Riza di nameya xwe de weha dibêje:’ Rêzdar, 3 milyon Kurd li Turkîyê hene ( wê demê nifusa Turkîyê bi gelemperi 16 milyon hatîye jimartin. ) û ew dixwazin ku li welatê xwe di nav astîyê de, azad û serbilind bijîn. Kurd dixwazin ku mayîna xwe, zimanê xwe, hatina xwe, çand û sarewanîya xwe biparêzin. Sedem ku dawî li zilma ser Kurdan were, cenabê we, guh bide dengê min û were hewara Kurdan, alîkarîya berxwedana me bike. ‘
Hikûmet nameyek dide qasidek û wi diseyne cem Seyîd Riza ku nameya Mistefa Kemal bide Seyîd Riza. Mistefa Kemal di nameya xwe de xwezîyare ku Seyîd Riza teslim bibe. Qasid( nûçeger) tê Dêrsimê pirsa Seyîd Riza dike. Mirovek jê re dibêje: Seyîd Riza ne li bajêr e, li çîyaye. ‘pistre jî çîya nîsanê Seyid Riza dike. Li ser vê yekê Qasid berê xwe dide çiya.
Qasid dema xwe digêine baregayê Seyîd Riza, bi dîdara Seyîd Riza metelmayî dimîne. Pirsîyar dike:
‘Ez benî min divê ez Seyîd Riza beg bibinim. ‘ Seyîd Riza:’ Tu pirsa kijan Seyîd Riza diki ez nizanim û nas nakim. Lê eger mebesta te Sey’id Rizoyê Dêrsimi be, li Dêrsîmê, li her sikeftek, di binê her kevirek, di werseqa her darek de Rizoyek heye. ‘Qasid sas dimîine, lê dizane ku Seyid Riza ew bixwe ye. Nameyê dirêjî Seyid riza dike, Seyid Riza li nameyê temase dike dibîne ku Mistefa Kemal pêsnîyara posmanbûyînê lê dike, nameyê bêbersiv dihêle û Qasid berbipas birê dike.
Seyîd Riza derheqê pêwendêyê xwe û yê Mistefa Kemal de bi kurtasî weha gotîye:’ Min bi ger û fen û dek û dolabên wî re serderî nekir, ew jî min re bu dert, min li ber van hewildanên wî, serê xwe nizim nekir, ew jî, jê re bu dert. ‘
Yek ji kesên ku wê rojê hatibun idam kirin kurê Seyîd Riza Huseynê Resik bu. Dema hatibu idam kirin 16 salî bu. Seyîd Riza ne xwestibu ku idama kûrê xwe li ber çehvê xwe bibîne.
Rayedar û Sairê Kurd Kemal BURKAY derheqê vê buyerê de bi Turkî bi navê ‘AGIT’ helbestek nivsandîye. Min vê helbestê wergerandîye Kurmancî û pêskêsê we xwendevanan dikim.
LORÎK (GIRYAN)
Em ji vir herin Hiseynê Resik
Li Axdatê dem radiweste
Berûyek dikeve axê
Av dimese
Dara mazî bêare, mezin dibe.
Eger min berya te bidarve bikin Hiseynê Resik
Hergîz megrî,
Eger te berya min bidarve bikin
Wê kezebê min bibin parî parî
Lê, ezê êsa xwe, di dilê xwe de vesêrim.
Me demên dijwar derbas kir
Di çîyayên me de bayê azadîyê
Di destên me de astî derbas bu çû
Em niha bi zincîran hatine girêdan
Destê dostan nagêje me.
Para me jî ev ket, xem neke Hiseynê Resik
Vira Dêrsime, dar u gûl jê kêm nabin
Roj wê bên ku, hêvî sîn bibe ji axê
Ava Mûnzûrê u Mircan, me jibîr nake.
Em ji vir herin Hiseynê Resik
Li Axdatê dem radiweste
Berûyek dikeve axê
Av dimese,
Dara mazî bêare, mezin dibe.
23/12/ 2015
Helbest: KEMAL BURKAY, Werger: Latif Epözdemir
Latif Epözdemir