Nivîsar

Sikir ji Xwede ra, dijberen Ezdîtiye u serxwebuna Kurdistane nagehîjine tu armancen xwe!

Hejayan, min gelek caran gotiye u eze niha dîsa bibejim, gelek ‘ rêzdar û parêzvanên dîroka Kurdîstanê yên birêz ji min çêtir dizanin ku, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne . U çima ew kafir hêjî qetlîamên xwe ji ser serên me Kurdan kêm nakin(*1)’.

Jixwe xusk u birayen ku li ser dîroka Êzdîxanê agehdarin u min nasdikin, ew dizanin ku min jî eva sere 39 salan u li goriya zanîna xwe, li ser gelek valehî û neheqiyên ku di dîroka me de hene û hîn jî çêdibin berhevkirine, tevjî li goriya derfeten xwe, di gelek gotar û di rupelen pirtûkên xwe yen ku hatine wesandin de gotiye, pewistiya Ezdiyan bi avakirina bizaveke kare parastin u pesxistina birevebirina xizmeta olî u civakî heye ! Hevîdarim, ew kesen ku hîna ev xizmet u berhevkirinen min nasnekirine, bila ew keremkin nave min (Kemal Tolan) li www.google.com`e de binivisînin, ewe di vir de hejî gelek nêrîn, berhevkirin u xebatên ku min ji bo nasandin, pistgirî û parastina Êzdiyatiyê peskesî raya gistî kirine bivînin.

Di ve dema ku min li ser hinek buyeren qirkirina 73 fermanen bi sere bav-kalen me ‘Kurden resen’ ve hatine lekolîn dikir u ji ber zargotina ku di nava Ezdiyan de mabu, çande, li goriya derfeten xwe dîroka hatî serubinkirin, serpekhatiyen qirkirine, koçberî, kustin, curmkirina mal-milk, revandinhejarî, nasandin u hwd.kevnesopen Ezdiyatiye berhev- tomardikirin u min nave pirtuka xwe yekemîn kir’Hebun u Tunebuna Ezdiyan Tev Romanen Zindî ne ‘, ji gelek Kurdan werî ez bi van berhevkirinen xwe nakokiyan dixime nava civaken Kurdî u digotin, ‘wekî wisa ye, çima tu ji xeynî zargotine, hinek dokument u delîlen binivîskî peskes nakî, tu tene bahsa nasandina dîrok, çand, ol u hwd.Ezdiyatiye dikî……. ?’

Ez niha dibejime wan kesan, de edî hun keremkin ve rewsa tevkujiya ku di 02.08.14 de bi desten çeteyên dewleta îslamî ya Iraq û Samê (DAIS)`e u li ser Ezdiyen di herema Sengale de hatiye kirin, fahmbikin, bivînin, binivisînin u bi sîroven xwe bidine nasandin…….!

Bele, ez li goriya zanîna xwe cardine(*2) u bi kurtasî dibejim, tevkujiya ku di 02.08.14 de li ser Ezdiyen di herema Sengale de mabun hatiyekirin , berdewama wan 73 fermanen ku bi sere bav-kalen me Ezdiyan ve hatine ye.

Hezar carî mixabin, ne yekbun u tevlîheviya di nava tevger, hez u rexistinen parastina Kurdistane de heye u xemsariyen hinek fermandarên hêzên pesmerge yên li Singalê hebun, bune sedem ku çeteyên DAIS`e bikaribin bi hesanî erîsî ser kem netew-olen di nav Kurdistan u bi taybetî jî ve qirkirina Ezdiyen li Sengale hene bikin.

Edî, ‘..divê em xusk û birayên Kurd hevûdinê ne xapînen û bizanîbin ku pêsiyên me ne beredayî gotine ‘kî ne li sere, ew sêr e'(*3) . Em bas bizanibin, ew kes, rayedar, hez u rexistinen Ezdî/Kurdî, ku îro hejî ji bona mezinayiya al u berjiwendiyen ol anjî netewen desthiletdarin(Tirk, Ereb, Farzî, Rus u hwd.an), serxwebuna Kurdistane nasnekin, ewe nikaribin sibe jî xweseriya baweriyen kem netew-olen ku di nav Kurdistane de hene biparezin.

Ez weke Ezdiyekî sipasiya hemu kes, rayedar, hez, rexistinen Ezdîtî/Kurdîtiye u tevaya gelen cîhane, yen ku ji erke xweyî mirovahî u netewî ra xwedî derketine/derdikevin u alîkariya madî, manevî dana/didine birîndar, zarok, jin u meren Ezdiyen koçber bune, dikim! Ji xwe di van alîkarî u çalakiyen li dijî qirkirina Ezdiyen Sengale hatine kirin de de jî, rast xwane bu ku ‘Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne (*4)’

Ez hevîdarim ku, em Kurd bi heza helwesten biratiya rast nehelin edî tu kes, rayedar, hez u rexistinen Ezdî/Kurdan bazaren dewlemendî u siyasî li ser xwîn u nirxen Ezdîtî/Kurdîtiye bikin!

Her weha dîsa hevî ji hemu kes, rayedar, hez, rexistinen Ezdîtiye/Kurdî u tevaya gelen cîhane yen azadîxwazin dikim ku, ew li goriya derfeten xwe pistgiriya pêngavên serxwebûna Kurdistanê bikin. U em Kurd bi heza zanîn u TIFAQA xwe wan kes, rayedar, hez, rexistinen Ezdî/Kurdî , yen ku di beriya tevkujiye de soza parastine dabune xelqe Sengale, le dure ji soza dayîn ra xwedî derneketine u bi taybetî jî wan serbazen pesmergan yen ku berxwe nedan u bune sedemen ve qirkirina bawermenden ola Kurdî ya herî qedîm ji raya gistî ra eskere bikin u hemu sucdaren ve tevkujiye di dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî de bidine darizandin.

Her weha hemu kes, rayedar, hez, rexistinen Ezdîtiye/Kurdî u tevaya gelen li cîhane hene, daxwazî ji rayedaren Hukumeta Herema Kurdistane (HHK ) bikin, bila Ezdî u hemu ol-kemnetewen di nav Kurdistane de hene li ser axa bav-kalen bimînin u bi taybetî ji bo Ezdiyan heremen otonomî u di bin hemeta hezen Dewleten Amerîkaye Yekgirtî u tevaya hetewen di nav NATO de hene bene avakirin u parastin……

Ez bas bawerim, Xwede u Tawisî Melek tucarî nehîstine u nihajî nahelin ku dijberen Ezdîtiye u serxwebuna Kurdistane bigihîjine encama armancen xwe !

Ez hemu qetlîamen Xwedê ne nasan bi tundî sermezardikim u dejim, bila rahma Xwedê li hemû sehîdên Kurdistan u Sengale be !

Ez ji birîndaran re sîfayê, sersaxiyê û sebrê ji hemû merivên malbat, dost û pismamên sehîden Sengale ra dixwazim!

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevnesopên Êzdiyatiyê, 26.08.14

Çavkanî:

1 Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html

2 Kemal Tolan – Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran – http://www.welatperwer.com/xembari-u-sedemen-fermane-ezdiyan-ye-hefteucaran/ u hwd.

3 Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/dijberen-kurdayetiye.html

4 Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/em-kurd-tev-mina-seven-ji-dareke-ne.html

Kemal Tolan

Balkêş e ?
Close
Back to top button