Sîna keçika nivîskar, helbestvan û sîyasetmedar Kemal Burkay, Hêlîn’ê hat derbaskirin

Pistî wefata keçika nivîskar, helbestvan û sîyasetmedar birêz Kemal Burkay, Hêlîn Burkay’ê li Stockholmê sê rojan civîneke sînê hat lidarxistin.
Di van rojan de bi sedan kurdên welatparêz, berpirs û nûnerên partîyên siyasî û rêxistinên kurdî besdar bûn û ji birêz Kemal Burkay û malbata wî re sersaxî xwestin.
Serokê Gistî yê Partîya Maf û azadiyan (HAK-PAR) Refîk Karakoç jî di van rojan de bi kek Kemal re bû. Di civînê de gelek kes ji bajarên cuda ên Swêdê û ji welatên din jî hatibûn daku ês û xema kek Kemal Burkay û malbata wî parvekin. Akademisyen, sîyasetzan Omer Sêxmûs, serokê Federasyona Kurdan Keya Îzol, mudurê kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Newzad Hurorî,serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêde Nezir Akad û gelek kesayetîyên din ku em nikarin navê hemûyan li vir binivîsin jî besdarî kirin.
Di roja duwemin de, dema ku bi sedan kes, bi hevra li cihê sînê amade bûbûn, birêz Burkay bi axaftineke kurt spasî besdaran kir. Wî di axatina xwe de weha got:
”Ji ber bûyereke nexwes, ji bo tazîyekê em îro li vê derê ne. Min, mixabin keçika xwe ya delal, hezkirîya dilê xwe windakir. Helbet zarokên wê, xwîsk û birayên wê, hemû heval û hogirên wê êsîyan. Nas û dostên me jî êsîyan. Ez gelek spas dikim, hûn serçavan re hatine. Hûn êsa me parvedikin. Ez gotina xwe dirêj nekim, ne hêsan e ji bo min. Wek bav ji bo min zehmet e, ez kurt dibirim. Ez careke din spasî we dikim. Hûn sax bin. Zarokên we, hezkirîyên we sax bin. Jîyan mixabin wisa ye, sîn û sahî bi hevre ne, herdu jî hene di jîyana me de… Dîsa spas dikim, saxbin, hûn ser çavan re hatine.”
Herweha, çi bi rêya telefonan çi bi nameyan, bi sedan mesajên sersaxêyê gihîstin Kemal Burkay. Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bi xwe telefonî birêz Burkay kir û ji wî û malbata wî re sersaxî xwest. Sekreterên PDPKS Hemîd Hecî Derwês û Sekreterê PDKÎ Mistefa Hîcrî û bi dehan kesayetî û sazîyên kurdî jî nameyên sersaxîyê sandin. (Hemû nameyên sersaxîyê di malpera ”Dengê Kurdistan” www. dengekurdistan.nu de tên wesandin)
Dengê Kurdistan