Nûçe

Singal bi tevahî ket destê Pêsmerge

Singal (Rûdaw) ‘ Hêzên Pêsmerge karîn bajarokê Singalê yê Basûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bikin.

Fermandeyê Pêsmerge li eniya Singalê, Astî Koçer ji Rûdawê re got, Pêsmerge bi tevahî Singal rizgar kir.

Astî Koçer diyar kir ku hêzên Pêsmerge yên Zêrevanî, Fermandehiya Dihokê û Hêza Komando tevlî operasyona Singalê bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, parlamenterê berê Iraqê Mehma Xelîl (kurdê êzîdî) ku mîna pêsmergeyekî xwebexs tevlî serê Singalê bûye, bi komek pêsmerge ve ber bi Singalê ve ketiye rê.

Dengê Kurdistan

Back to top button