Singala Birîndar-2
Ji dudê meha Tebaxa 2014 an û bi virde, ev nêzî mehikûnîvek derbasbû. Gelek kesan û sîyasîyên kurdan û yên cîhanê li ser êrîsa Dewleta Islamî ya Iraq û Samê (DAISê) li ser Sinagala Birîndar nivîsandin hem bi haweyeke bas û nebas. Îca bav û kalên me gotine, ‘yên ne li sera sêre’. Herkesî ji xwere li ser Singala Birîndar li ser gelê kurd yê resen tistin gotin, raste meriv nikare devê tukesî bigre, kî çidibêje dibêjin.
Ez jî û yên weke min bi hezara û bi milyona dibêjin çima ev serê hana derket? Pistî ku Daîs ketin Mûsilê û diser hezar lesker, polis yên parastinê bêyî ku ser li himberî Dewleta Islamî ya Iraq û Samê derxin, ji dev hemû çekên xwe qerîyan û revîyan, hemû çek û mal milkê hikumetê ji wanre histin. Ev bûyera han ku li Mûsilê çêbû, gelek mirovan gotin ev pêvendîyên Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê û Daîsê bi hevre hebûn. Hinik jî dibêjin, ku Qater, Siûdî û Sûrî, tirkî jî li pas meselê hebûne.
Çima desthiledarîya basûrê kurdistanê xwe amadenekir ji vê hicûma Daîsa re? Ji ber ku hemû kes vê gotinê dibêjin, ji ber ku li ber çavê hemû cîhanê Daîs ji sûrî derbasî iraqê bû û di hindurê çend saetan de, pistî bajarê bexda bajarê herî mezine xistin bin desthiledarîya xwe, ‘Dewleta Islamî ya Iraq û Samê’ leskerên iraqa federal ji dev çekên xwe qerîyan û Mûsil ji Daîsê re histin. Divabûya desthiledarîya basûrê kurdistanê û dezgehên aleqedar amedîyên xwe bigirtina li himberî wan har û hova Daîsîyan. Lê xuyanî bû ku amadeyek xurt nehatibû standin.
Çima ev nêzî mehûnîvike Sinqala Birîndar hinjî neketîye bin desthiledarîya pêsmergan? Erê ev jî siwaleke ku hemû kes dibêje, divabûya ku berî hemû tistî desthiledarîya kurdistanê hêza xweye pêsmergan bibirna ser Singala Birîndar, ku ev Daîsa har û hov rojik berî rojikê ji ser wê xaka pîroz ya Ezîdxanê kurdê yê resen, koka gelê Kurd paqijbikirina. Lê mixabin hînjî Singala birîndar hîn nehatîye serxwe.
Tê gotin, ‘dîtin û gotin nabe yek’. Lê em li nûçeyên TV na diner in, dil û cîgerên meriva disewite, meriv gelek derban tu ji pola bî hêsir ji çavê meriv tê, wexta ku meriv li nûçeyên TV nan, malpera, facebooka dinere, meriv dibêje, hema meriv rabe dev ji hemû tistên xwe berde û tevli serê li himeberî Daîsa bibe û serê wan bike qira wan bîne.
Lê weha ne hesane xusk û birano! Weha ne rehete, plan û tektîk divên û çekên modern, moralek bas dive ku meriv vê plan û projeya ku li himberî gelê me, emê çawa pûç bikin, derfet û zanebûn û alîkarîya navnetewî ji mere girînge û divê ku em vê plan û projeya qirêj ku hatîye kirin em pûç derxin. Dive hemû gelê kurd pîberî hevbibin û madî û manewî hevparîya hevbikin.
Birastî tistê ku hatîye sere gelê meye resen kurdên Êzîd ku koka Kurdane, dive qirna bîstûyekan de nehatîye sere tu gelî, qirkirine, jenoîste qirkirina gelê meye Êzidîyê ye, dixwazin ji hole rakin. Li ser nave mislimantîyê ku ji xwere dibêjin, ev Daîsa barbar û hov dijminê mirovatîyê û beseriyetê nin.
Dive meriv bêje û pê serebilind be, li ser vê bûyera malwêran ya ku li Singala Birîndar rûdaye, gelê kurd hem li hindurê welat û hem jî li dervî welat û li hemû welatê ku kurd lê hene li ser bûyera ku li Singala Birîndara rûdaye, mes, xwepêsendan, gala û semîner hatine dayîn, hemû cîhan bi vê bûyera qirêj û barbar sermezarkirin û rûres kirin.
Herî ya balkês ku partîyên kurdên îslamî yên kurdan li basûrê kurdistanê û muslimanên ji xwere dibêjin, emjî kurdin dengê ji wan derneket. Li ser bûyera ku li Singala Birîndar çêbû gelê meye êzidî ji hêla Dewleta Islamî ya Iraq û Samê (DAIS) ji xwere dibêjin mislimanin, xelîfetîya îslamî îlankir. Base gelî mislimanên Kurd, ka hûn dibêjin xweda, xwedayê hemû alemêye ne tenê xwedayê mislimanaye. Mislimanên ku ji xwere dibêjin em kurdin divabûya li ser vê barbarî û hovitîya ku Daisê li ser birayên meye Êzidîyan li ser Singala Birîndar kirine li wana ew protesto bi gotinên herî xerab ji wan re bigotina. Lê heta ana heger hinik cîha deng ji wan (mislimanên) kurd derketin lê têrnekir
Serokkomar û serokwezîrên cîhan yên weke: Obama, David Cameron, Hollande, Stephen Harper, Angela Merkel, Tony Abbott û gelek rêzdarên din ên cîhanî: hezkirina xwe ji pêsmergeyên qehreman û Serokatîya Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kirin van serokkomaran û serokwezîran ji herêma Kurdistanê re hem madî û hem manewî, çekê gelek giran sandin ji bo pêsmergên yên qereman. Erê meriv bêje mala wan ava ku pistgirîya xwe nîsandan, wan serokkomar û serokwezîrên welatên cîhanê.
Lê ez dîsa dibêjim, divê ku Singala Birîndar rojik berî rojikê ev birîn derman bibe, bêguman derman kirina Singalê di warê mirovatî, civakî, perwedekirina bira û xuskên, keç û xorta û arokan de madîyeteke gelek pir pêwîste, divê ku hikumeta basûrê kurdistanê butçeyeke ji wan re amade bike, ku ew derd û kulên wan piçikî jî mabe kêm bibe. Lê ez dibêjim ev barbarîya wan har û hovan Daîsan tucarî wê ji dilê birayên meye Êzidî û dilê hemû kurdên ku bi rastî jî dilsewatên welatê bav û kalên xwene, wê ji bîra wan neçe û di rûplê dîrokê de bêye nivîsandin, ev barbarîya Daîsa û hevalbendên wan