Singala Birîndar
Desthiledarîya herêma kurdistanê ji hemû ol û hûrgelên basûrê kurdistanê ve hatîyer hilbijartin zagoneke ku hemû hûrgel û olên hene hatîye qebûl krin. Û parlementeke, serokê herêmê, serokwezîrek û hemû dezgehên ku kar dikin hene û bi sêweyeke demoqratîk hilbijartin û dezgehên xwe hildibijêrin. Weke serokê herêmê, parlemen, serokwezîr û wezîrên xwe di nav xwede hildibijêrin.
Wexta ku xeterek bi ser xaka welatê kurdistanê bê, divê ku hemû partî û rêxerawên kurdan li basûrê kurdistanê û hemû dezgehên ku hene di mediyayên xwede divê ku yek den û yek rengbe. Ne weleh ji her serî û ji her televziyonikê, malperekê, rojnemayekê dengek derkeve. Serê gel tevlihevdibe, wexta ku ser û pefçûneke hebe, divê ku meriv moral bide xelkê, mediya gel hemû divê ku bi yek dengî bi yek rengî be.
Divabûya ku hemû medîya kurdan çi basûr, çi bakur, çi rojhilat û rojava û bi teybetî jî medîyaya basûrê kurdistanê divabûya hemûçka weke Kurdîstan TVê bi yek dengî û bi yek helwestê bûna. Meriv li hinik malper û medîya guhdarî dikir aciz û moralê meriv xera dibû.
Bûyera roja 2ê meha tebaxê 2014 an, ku ji hêla Daisa terorîst dijminê mirovatîyê û beserîyê rûda li ser Singala kurdên Êzidî ku koka gelê kurdin, hate kirin. Divê bûyerê de bi hezaran kurdên Êzidî malên xwe alavên xwe histin di cîh de û berê xwe dan serê çîyayê Singala birîndar û bi balî Duhokê û Zaxoka delal ve çûn.
Pistî ku Daisa terorîst kete nav gund û bajar Singalê û erebên ku rêberî ji wan terorîstan re kirin, malên êzidîyan talan kirin û zilam û zarok ji hêla wan terorîstan ve hatin terorkirin jin û keçên kurdên Êzidî bi xwere birin, dest davêjin sexsiyeta wan û bi xwere birin. Ji xwe Daîsê futwe derxistine mal û milkên kurdan talan bikin, zilam û zarokan bikujin û jin û keçên wan ji xwere weke cêrîya bikar bînin.
Lê heyîf û mixabin bi rojan ew gelê bê sûç û guneh li serê çayê Singala birîndar bê nan û bê av, kal û pîr dê û bav û zarokên piçûk û yên di wan rojên nexwes de dîya xwe çêbibûn gelekên wan mirin, ji bê xwarin û vexwarinê û ji teabê û li çolê mayîn. Bi sedan merivên kal û pîr zarok û kesên nexwes canê xwe ji dest dan, ji ber terora terorîstên Daîsê ve.
Li ber çavê hemû kurdan û hemû vê cîhana qirna bîstûyekan tevkujî hate kirin. Tistên ku hete serê gelê kurd û bi teybetî jî jê esil û feslê gelê kurd, kurdên Resen, kurdên Êzidîyê ku ola xweye kevin û hemû kevnesopîyên gelê kurd ku parastine têne tevkustin (Jenosît) bi ser wan de têye kirin.
Weke rexne li kurdên bakurê kurdistanê li kurdên ku ji xwere dibêjin em mislêmanin, bi teybetî yên Dîyarbekrê û Batmanê, ji bo erebên misrî, filistînê derdikevin xwepêsendana dikin. Lê ji bo birayên xwe kurdên basûrê kurdistanê terora terorîstên Daîsê li himber Kudrên resen koka kurdan ku bi deh hezaran ji ser xaka bav û kalên xwe, xaka pîroz ya Singal û der û dora wê koçkirin û Dasîan bi hezaran jin û zarok û mêr kustin û keç jin ji xwere birin, çima xwepêsendana nakin.
Kurdên meyî Êzidî bi du hêla ji terefên Daisa ve wê bêne teadakirin, yek jê kurdin, ya din jî ji ber ku êzidî ne.
Welatên weke, Emerîqa, Fransa, Awusturalya, Elmanya û Îtalyan madî û manewî gotin em ê yarametîya gelê kurd û bi teybetî jî kurdên Êzidî Singala birîndar bikin. Ev yarametî û hewildana van komarên ku alîkarîya gelê kurd li basûrê kurditanê li dijî terorîstên Daîsê bi kurdan dikin mirovatîye û dostayî ye. Ev yarametîya van komarên ku dikin ji bo gelê kurd, moraleke gelek bilinde, da gelê Kurd.
Sengala kurdên resen, koka kurdên birîndar, Lalesa Nûranî cîh û warê ola Êzidîtîyê birîndare, gelê kurd û bi teybetî jî kurdên resen koka kurdan Êzidîtî birîndare.
Divê ku hemû kurd Singala birîndar dermanikî jêre pêde bikin, dermanê vê birîndarîya gelê me yê Êzidîtîyê, hevkarîye, yekgitine û bi malê xwe û canê xwe fedekarîyê bike, ji bo birayên xwe ye Êzidî ku koka gelê me ye Kurde.
Bijî pêsmerge,
Bijî Kurd û Kurdistan.
2014-08-13