Nivîsar

Sivan dengê Kurdistan e, tu bixêr hatî

Kazim (Ep)Özdemir

Di nav sertên îroyî da li welatê Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistan, mesandina polîtîqayê ketîye ser dû xetan. Xetek, xeta Kemalîzmê ye û xeta dî jî xeta mesandina polîtîqa Kurdewarî ye.

Gelek Hêz û sazûman hene ku xeta Kemalîzmê dane pêsîya xwe, sîyesetek çepel dimesînin, inkarîya Kurdan dikin. Heker bi mecbûratî hebûna Kurdan qebûl bikin jî, dixwazin bi rêya xapandinê navê Kurdan ji dîroka cîhanê bidin rakirin.

Hin sazûman û hêzên Kurdan jî, di nav van kesan da cîyê xwe girtinê, Kemalîzmê dimesînin. Heker em mînakek nîsan bidin em dikarin bê sik û siphe partîya ku dixwaze bi partîya Mistefa Kemal ra di hilbijartinan da hevkarî bike, li Istenbolê di seroksaredarîyê da bi CHP yê ra yekîtî bike BDP yê nîsan bidin. Heker BDP di hilbijartinan da xwe nêzî CHPê bike bawerîya tu kesî li BDP nayê ku ji bo mafê Kurdan kar dike…

Hinek hêz, sazûman û kesên welatparêz jî, di xeta mesandina polîtîqa Kurdewarî da bi dil û can ji bo Kurd û welatê xwe Kurdistan sîyasetek bi evîndarî xeta sîyaseta kurdewarî di sopînin.

Hin kes ku ji wan ra dibêjin sinetkar, welatparêz û ronakbir, di bin xeta hin partî û hêzên Kurd da sinet û hunerên xwe di sopînin. Gelo meriv dikarê ji van kesan ra bêje sinetkar, welatparêz û ronakbir, ev jî tistek dî ye.,.. Belê ew ji xwe ra dibêjin sinetkar û ronakbir….

Hin hunermend, welatparêz û ronakbîr jî hene ku di xizmeta tu hêz û partî nînin, ji xeynî xizmeta Kurdewarî derdê wan tune, tim huner û xebata wan di rêya Kurdewarîyê da ye, di rêya Kurdistanek azad da ye… Yek ji van kesan SIVAN PERWER e…

Ez Sivan Perwer 37 sale nasdikim. Dema min Sivan Perwer naskir ez ciwanek 36 salî bûm û Sivan xortek nû ciwan, agir û pêt bû… Sivan perwer hunerê xwe di rêya Kurdistan da bi Kurdewarî bi pês va di mesand. Her çiqas jî wê demê ji bo xurtkirina û berhevkirina hareket Kurd hewl dida, dîsa jî dilê wî bi pêta agirê azadîya gelê Kurd û Kurdistan di gelî û di fewirî….

Cara yekem min Sivan di Newrozek da li Almanya bajara Hambûrgê naskir. Wê demê seva Newrozê bi navê PKK amade kiribûn. Sivan di vê sevê da him hozan bû, him sanovan(tiyatrovan), him gotarvan, amadekar him jî sevdîyarker bû.. Di lihevanîna PKKê da li Almanya Sivan emekek gelek mezin, bi qîmet û rûmet pêk anî. Ew kesên ku îro bê raman û merhez hicûm didin ser Sivan bi emek, huner û kilamên Sivan hatin sîyarkirin. Ev kes ûsa kor, bêhis, nezanin û sîrheramin, nikarin bizanibin ku bi kilam, huner û karên Sivan sîyarbûne, belê ji alîyê welatperwerîya va mane di xew da. Nizanin ku Sivan wan sîyar kirî ye… Nizanin ku Sivan dengê Kurdistan e, dengê azadîya Kurda ye…

Hin kesên sîr heram ji MHPyê zaftir, ji Baxçelî xiraptir, ji partîya Kemal CHPê dijwartir, ji ew kesê ku xwedî li eslê xwe dernakev e, xwedî li qirkirina Dersim û navguhartina Dêrsimê ku destê Kemalizman wek TUNC ELI li ser rûhê wî ye û ev TUNC ELI rûhê wî êsir sitandî ye ku qirkirina bav û kalên xwe jibîrkirû ye, li çarenûsîya pirsgirêka Kurd ji binî xwedî Dernakeve û bi temamî hatî ye asîmîlekirin li kustin û mefîkirina pîrika xwe, kalikê xwe, dabîr û babîre xwe nade bîra xwe, sûrê xwe girtîyê destên xwe û hicûmê Kurdan dike, navê xwe kirî ye Kurêsûrvan (Kiliçdaroglu) bi sûrên xwe hucûmî Kurdan dik e… Kilisdaroxlûyê ku destê bi tunc yanî TUNC ELI li serserê wî ye, li guhartina navê TUNC ELI nagere, qetlîam , qirkirin û mefikirina Dêrsimê qebûl nake, malxirapkirin û maltalankirina dapîr, babîr, pîrik û kalikê xwe inkar dike ji bo Sivan Perwer çî dibêj e…

Gelî xwendewanên hêja, Kiliçdaroglu derdikev e televizyonan, derdikev e kursîyê parlamenê, derdikev e himberî medya, rojnamevanan bi serbilindî(!) dibêj e:

– Sivan hisaba Roboski napirs e, serm û heya nake serokwezîr Erdogan metih dike,
pesnetê wî dide…

Ez jî dibêjim hey Kiliçdaroglu, hunerê Sivan çî ye û Hunerê te çî ye???

Sivan ne hozanek Kurd e?. Hunerê Sivan ne ev e ku li sazê, li tembûrê dide û kilaman dibêj e?…

Gelo hunerê Te çî ye???…

Tu ne sîyasetvanî??????????….. Hunerê te jî ne ev e ku tu sîyaset bikî??.. Li heqê mezlûman, li heqê kêmketîyan bipirsî û bigerî… Li kuder neheqîyek dibe tu wê neheqîyê qebûl nekî bînî ziman??…

Li heqê Roboskîyan gerandin ne wezîfa te ye???….
Tu çima heta niha li heqê Roboskîyan ne gerîyayî??..
Bi çî rûyî tu dikarî vî heqî ji Sivan bixwazî???…
Gelo tu dikarî karê Sivan bînî cî??…
Gelo tu dikarî li temburê, li sazê bixî?….
Tu dikarî kilaman bêjî?…

Tu nikarî van hûneran bikî.. Li gerandina heqê Roboskîyan wezîfa te ye ey Kiliçdaroglu..

Bi rastî di vê rêyê da kesê ku serm nake tû yî. Çimki te heta niha di bûyêra Roboskiyê da vezîfa xwe nekirî ye û tu bê serm bê merheze, ji Sivan dixwazî ku li heqê Roboskîyan bigere..

Ji xeynî Kiliçdaroglu jî gelek insanên xwe bi tenê Kurd di nerxînin, xwe bi tenê welatparêz dibînin, ji Kiliçdaroglu dijwartir hicûmê Sivan dikin. Ew insanê ku bi salane ji welatê xwe dûr ketî ye, mecbûr ma ye li sirgunê jîyana xwe domandî ye, mirina evîndara dayîka xwe ne dî ye ew kesên sîrheram, ew kesên ne insan nedihistin ku Sivan here tirba sîrîndayîka xwe jî zîyaret bike. Gelo ji van insanan ra meriv dikare bêje insan ey insanêm bi wicdan?…

Ew kesê ku win ji xwe ra neyar dinerxînin, ku pistî 38 salan bu sebebê hatina Sivan… Ew kes yanî serokwezîr Erdoxan insan e an gelo win inasanin?.. Ew kes bi wicdanê an win bi wicdanin?..

Heqe ku Sivan ji wî kesî ra zorspasîya xwe bêje an ji we ra??…

Ev kesên ku niha hucûm dibin ser Sivan berî çend salan dîsa bi eynî dek û dolaban hucûm didan Sivan, ne dixwestin Sivan derkev e Newrozan, dixwestin wî din av gel da sivik bikin. Belê nexapin gelê Kurd xwedî li Sivan derket, siwan himêzkir û van kesan bê qîmet û bê rûmet kirin, ew kes di nav gelê Kurd da sivik bûn, winda bûn…

Ew kesên ku hatina Sivan li wan xwes nayê, ew kesên ku dixwazin nav û dengê Sivan winda bikin, tê ew kes winda bibin, tê dengê Sivan wanan bifetisin e, bitemirîn e. Ew kesên ku bi hatina Sivan, Sivan merivê AKPyê, merivê serokwezîr Erdogan nîsandididn bila qenc bizabibin ku ew kes xizmetkarên Bahçelî, xizmetkarên Kiliçdaroglu ne…

Gelî xwenenasan qenc bizanibin ku Sivan dengê Kurdistan e û kes nikarê vî dengê bide sekinandin.. Qenc biznibin ku tê ev dengê azad her hebe û her tim winê di nava sergoyê dirokê da, di nava xwelîya dîrokê da bifetisin, bitemirin!….

Tu bi xwêra, li ser seran li ser çewan hati welatê xwe, hatî, nav gelê xwe DENGÊ KURDISTAN XAWRZÊ MIN SIVAN!……

Kazim Özdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button