Nivîsar

Sîya Darê Weke Xwe Namîne…

Ev dinya gelek kevine, gelek desthiledarîyên zordest, barbar fasîst û împarator dem bi dem ji holê rabûne. Cîhê van desthiledarîyên zordest û fasîst desthiledarîyên demoqratîk û mirovatî girtîye, çerxa van desthiledarîyan zordest çiqas jî hêdî hêdî hate guhertin, lê em dinerin ku guhertinên gelek mezin di vê dinyaya ku em lê dijîn dibe.

Weke mînak, welatên Ewrûpan ku barbarîya li van welatan hebû li tu derê dinyayê tunebû. Mesele welatê swêdê ku bav û kalên wan Vîkingî bûn zulmik mezin dikirin, heta dibêjin ku gostên merivan jî dixwarin.

Lê em dinerin ku ana welatê swêdê welateke din dinyayê de herî welatê demoqrat û mirovane. Welatê Sowyeta mezin heftê û pênc (75) sal desthiledarîyek sosyalîst berdewam kir, lê rojik wê hat û çerxa dolaba vê sîstema wê hate guhertin û çardeh panzdeh (14-15) komar jê çêbûn û bi dehan jî otonom-ozerk xuliqîn.

Belê ev dinya çerxa wê têye zîvirandin, ‘sîya darê weke xwe namîne’ em îroj li welatên Ereban ku dibêjin, (bihara erebî) jêre dibêjin, guhertinên mezin têne kirin û pêk tê. Em li misrê, lîbya sûdan û ana jî di devê topê de jî sûrî heye, ku weke ava selalê zû diherike, desthiledarî rejimên dîktator têne guhertin. Êdî ev çerxa dinyayê di vê dema herî nêzîk de guhertinên mezin têne kirin.

Bêguman li Tirkî jî, gelek guhertinên berbiçav heger têra gelê Kurd neke jî, lê meriv dikare bêje, pistî desthiledarîya hikmê AKPê û bi vir de, trt ses bîstûçar seet wesanaxwe dike, li çend bajarên Kurdistanê weke bajarê Mêrdînê, Colemêrgê, Wanê, Dêrsimê, D.bekrê hatine vekirin û meriv dikare bêje diwarê gelek kirîterên mirovan pêk tîne. Vana gelek tistên base, divê ku meriv jî bibîne. Dijminê meriv jî wextê ku tistên bas kir divê meriv bêje base, lê neyê lîskê. Tistên ku hikmê AKPê dike ma têra gelê kurd û xwestekên gelê Kurd dike, bêguman na, divê ku gelê Kurd bighê heqê xweye netewî, heqê gelê Kurd çarenûsa xwe bixwe dîyar bike. Lê li gor sert û zirûfên dinyê û welatê xwe û herêmê komarek federatîf li ser asasê weke hev bê kirin li tirkî, feyda tirkan jî heye û ya Kurdan jî heye û ya gelê herêmê jî heye.

Ev hikma AKPê bi ser gelek dezgehên komaraêve yên dizî ku dibêjin, Ergenakonêve, dewleta kûr, generalên ku derbe çêkiribû û JÎTEMê failî mehçûlên ku hatine kirin çû. Ev jî berhemên vê hikma AKPê ye. Divê ku em Kurd jî vana bibînin. Ber ku bi salane partîyên me yê sîyasî yên Kurdan digotin, ana jî desthilatdarîya AKPê dike û bi ser van çavsoran barbaran de diçe, ev tistên gelek basin, divê ku em jî bibînin van destkeftîyan…

Ez dibêjim ku ana dewlet ji apocîyanre bêje werin ha ji we hûn Kurdistanê bi rêve bibin. Lê wê apocî bêjin na em bi vî hawayî qebûlnakin. Divê ku ser hebe, devliheb´vî habe, însan bêne kustin, herderê wêranbibe. Yanî apocitî û yên wan bi rêve dibe, nexema wane welat azad bibe yan ne be. Ji xwe ji kêre xizmetê dikin, tenê serkirdayeta apocitîyê dizane, yên bi dû wan de meselê nizanin, yên ku pê dihisin jî yan têne kustin yan jî bê deng dibe…

Ana hinik rêxistinên ku ji xwere dibêjin emê Kurdistanê azad bikin hene. Ê base daxwazîya rêxistinên me kurdan bi rastî jî azadîya gelê kurde, yan jî berovajî beravêtina azadîya gelê kurde. Ez tistê ku dizanim hemû partî û dezgehên me Kurdan ku hene, gelekên wan weke hev difikirin di warê azadîya gelê xwe de. Hinik jê dixwazin serxwebûna kurdistanê û hinik jê jî di xwazin federatîf sîstem. Bêguman ev hemû nerîn û bîrûbawerî cîhê kêfxwesîyê û bawermendîyê nin. Lê rêxistina apocitîyê wexta ku derket holê serxwebûna herçarperçên Kurdistanê dixwest, pêre digot jî digotin divê rêxistinên ku hene yê Kurdî ji holê rabin wêçaxê em bas xurdibin, ji ber vê yekê jî serê hemû rêxistinê kurdan kir û heval hogirên wan kustin, serê navbêna apocîyan û hevalên KUKê de bû sebebê bi dehan soresger hatin kustin.

Desthiledarîya AKPê bi xwe dibêje, Newroza îsal divê ku di wextê xwede bêye pîrozkirin, ango di 21ê adarê de. Lê kurdên ji xwere dibêjin, em apocînin, wey çawa desthiledarîya hikmê AKP yê dibêje, na emê weke xwe bikin. Îsal di Newroza îsal de 2012 an de, li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê de, bi sêweyeke tevlihevî hate lidarxistin cejna Newrozê, di van bajaran û bajarokan gelek kes hatin girtin, hatin birîndarkirin û hinik jê jî, ji sivîlan û polîsan hatin kustin. Base ma ku di wextê xwede bê pîroz kirin cejna Newrozê ne bas tir bû… BDP ya gote ev çawa gotine ku desthiledarîya AKPê bêje û em jî weke wan bikin, ev ne di hizra medeye, em qebûlnakin, emê newrozê heft rojan berdewam bikin.

Bi raya min, alîyê BDPê ku ev tistên weha kir nedicîye, divabûya ku ne weke AKPê bikirina û ne jî bi serê xweye hisk bikirina, divabûya ku BDP yan Newroz di wextê xwede, yanî êvra bistûyekê (21) adarê de, agirê xwe dadana û bîstûyekê adarê jî sahîya cejna Newrozê bibîna nebastir bû. Ji dêvla ku kes hatin girtin û birîndar bûn, der û dor hate wêrankirin û mirov û polîsên hatin kustin.

Em Kurd divê ku cejna Newroz di wextê xwede çêkin, ango êvara bîstûyekê Adarê agir tê dadan û bîstûyekê (21) adarê sibehê gel derdikeve seyrangeha û çolê. Di bîstûyekê adarê de, gelê amadekarîya xwe ku here çolê cejna xwe ya Newrozê pîroz dike, cil û bergên xwe ye xwesik li xwe dikin, kal pîr, jin mêr, keç û xort. Amadekarîya xwe ye xwarin û vexwarinê dikin. Ji xwere li seyranghê direqisin û govendan digerî nin.

Bi vê minasebeta cejna Newrozê ya sala 2012 an li hemû gelê xwe ye Kurd pîroz dikim, serfirazî û xwesîyê daxwazdikim.

Balkêş e ?
Close
Back to top button