Siyasetmedarê kurd M.Elî Dinler çû ser dilovaniya xwe

Mihemed Eren/Amed
Siyasetmedarê kurd û Sekreterê Gistî yê Partî Demokratî Kurdistanê(PDK-BAKUR) yê berê parêzer M.Elî Dinler, ji nav me koçkir û çû ser dilovaniya xwe.
Parêzer M.Elî Dinler ku ev demek bû ku li Nexwesxaneya Amedê, tedawî lê dihate kirin, di 27-ê Sebata 2012-an de berdestên sibê jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç kir.
Cesedê(giyanê) siyasetmedarê kurd M.Elî Dinler, ji Amedê, ji bo Cizîra Botan hat guhastin û li vir bi besdariya bi hezaran heval, hogir, dost û siniyên vî bajarokî ya wî û bi besdarbûna siyasetmedarên Kurd yên ji hemû partiyan, li Goristana Nuh Nebî, bi merasîmek hat definkirin.
Cesedê M.Elî Dinler, li ala Kurdistanê hat rapêçandin û li ser wesêda wî, ew axa ku ji ser Gora Barzaniyê Nemir hatibû anîn, li ser gorawî hat resandin.
Li ser gora wî, çendî axaftin hatin kirin, axaftinek jî aliyê heval û hevrêyê wî Derwêsê Sado ve hat kirin. Sado, di axaftina xwe de bahsa tekosîn, rêberî, dilsozîya wî ya ji bo doza gelê Kurd kir.
Sado, ‘li Cizîra Botan, gelek kesên hêja gihan e, wek Mala Cizîrî, Mîr Bedîrxan, Celaded û Kamûran yek jî Mihemed Elî Dînler bû. Û weha dom kir; Ez bawer in îsev Mihemed Elî Dînler, mêvanê Barzaniyê Nêmir, Qazî Mûhamed û mêvanê her sehîdê Kurdistanê ye.
Pistî definkirinê, li ciyê sînê sersaxî hatin qebûlkirin.
Dengê Kurdistan