Soresên Cegerxwîn
Ev sê sal in, cîhan dikeve sedsala bîsta de, miletê Kurd jî mîna gelek miletan li cîhanê û rojhilata navîn çarenûsa wî ne diyar e, di nav wan nakokî û bêgumaniya ademîzadan de, xwezaya Kurdistanê li gundê Hesarê ji nûve xwe vedijîne û kurekî dide malbateke Kurd, bi hatina wî re bextiyarî û sadî dikeve nav wê malê de, ew kur di nav civateke pasdemayî de mezin dibe, di wê demê de dirûvên nexwesî, nezanî, nelihevî, bindestî, koletî, bêparî û belengaziyê bûne navnîsana wê civatê, ango dest û ling û hismendiya mirovên Kurd bi zencîrên rizyayî hatibûn girêdan, di bin nîrê wê rewsa dijwar de divabû guhertinek bête kirin, ji lewra ew guhertin erkê xortekî bawermend û zana ye, wî xortî berê xwe da xwendinê û li dijî wê rewsa pasketî ya ku li nav civaka Kurd hebû, soreseke civakî li dar xist, bi dilekî germ û bi hisekî vekirî li dijî kiryar û nexwesiyên wê civakê rawestiya, ew berûvajî hemû heval û hevdemên xwe bi mêranî hewil dida ku wê zencîra çerxên rizyayî biqetîne, û xwest wê civakê derbasî qûnaxeke pêsketî û nûjen bike, ew gava han di nav civaka Kurdî de soresa Cegerxwîn ya pêsî bû.
Ew gava pêsî deriyekî fireh li ber Cegerxwîn vedike, û dema dibe sagirtekî olî, û bi gera xwe li nav gund û bajar û dest û çiyayên Kurdistanê pisporiyeke taybet ji xwe re kom dike, wê çaxê bi çavên serê xwe dibîne bê miletê wî ketiye çi bobelatê de, ma gelo hedana mirovê jîr û zana têt, dema miletê wî di nav sevresê de bijî, û dema oldar bazirganiyê bi olan bikin, û berpirsên milet bi bêbextî û derew û bi sextekariyê miletê xwe li pas bihêlin, û tenê berjewendiyên xwe biparêsin, di wê sevresê de miletê Kurd pêdiviya wî bi jîr û zanayekî mîna Cegerxwîn hebû, ji lewra ew sas û cibeyê ji serê xwe davêje û berê xwe û sagirtên xwe dide zanistên nû, û sînorê di nav zanebûn û nezaniyê de hildiwesîne, û li dijî wan older û berpirsan bi nivîsandin û ramanên nû û bi helbestên xwe soresekê li dar dixe, û bi dijwarî serê wan zîndîlokan dike, û wan mîna dijminê hundir dibîne, û di wî serî de jî bi ser dikeve, ew gav jî dibe soresa Cegerxwîn ya dudiyan.
Ji wê gava dudiya Cegerxwîn derbasî nav kar û xebata rêzanî dibe, di wê demê de rêzan û xebatkarên Kurd belawela ne, sores lidar in, bijarteyên miletê Kurd hewil didin lihevgihandinekê pevre çêbikin, ji lewra dest bi avakirina komele û rêxistin û partiyan dikin, Cegerxwîn jî bi mal û canê xwe di nav wan de kar dike,
Di xwepêsandanan de û li nav kolanên gund û bajarên Kurda gotar û helbestên xwe dixwîne, dengê daxwaz û wate û bêjeyên helbestên wî dighêje nav dilê dagirker û dijmînê miletê Kurd, dilê wan ji ber peyv û wateyên helbestên wî dilerizin, ew helbest bi wate û hêza xwe dibin pist ji soresên Kurdistanê re, ew doza mafên miletê Kurd û yên hemû miletên bindest dike, û azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwaze, li dijî ser û cengê astiyê dixwaze, dixwaze milet wî ji bin destê sitemkaran rizgar bibe û mîna hemû miletên li cîhanê di welatê xwe de bibe desthilatdar, wî bawer dikir ku hevkariya di nav miletan de merc û bingeheke di rizgarkirina wan de, ewî al û sînor û gund û bajarê Kurdistanê bi milet dide naskirin, çîrok û dîrok û çand û huner û qewat û xaknîgariya Kurdistanê bi milet dide naskirin, bandora helbest û nivîsandin û hawar û bîr û baweriyên wî dighêjin pênc parçeyên Kurdistanê, bê westan xebata rêzanî û rêxistinî û rewsenbîrî û komelayetî di nav milet de dike, ji ber wê xebatê jî bi dehê caran dikeve zindanên res û tarî de, desthilat û recîman bi zindankirina wî dixwestin wî dûrî karê rêzanî bikin, ji ber ku wî serê wan dêsand, lê wan tucaran nikarîbûn agirê vê soresa netewî di dilê Cegerxwînê dilsoz de vemrînin.
Cegerxwînê xebatkar û helbestvan didît ku heya soreseke netewî bi ser keve, pêdiviya wê bi gelek bend û mercên serkeftinê ve heye, yek jê pêsketina civakê di warê çandinî, pîsesazî, perwerdeyî, û zanistiyê deye, û ya din jî asta hestê netewî li nav wî miletî ye, ji lewra dema carekê Cegerxwîn û bavê min (Tewfîqê Hebîsî) ji bazara bajarê Qamisloka paytext vedgerin malê, li ser rêka Amûdê ew dibînin ku hesinker Hisênê Hecî Sadûn li dikana xwe textekî hesin pelçîm dike, Seyda lê temase dike û dibêje:’Miletê Kurd nema wunda dibe, madem pîsesazî kete destê wî de, ew ê karibe bijî û bibe xwedî dewlet, Kurd nema bi pas de vedgere, ev pîsesazî nîsana pêsketina wî ye’. Cegerxwînê dil mezin û his çalak bi pereyên xwe pirtûk û pênûsan dikire û li dibistanên gunda bê pere dide mamosteyan, ji bo zarokên Kurda fêrî zanist û perwerdeya nû bibin, ev nerîn û xebat û kar di helbestên wî de jî dighijtin destê milet, û ew jî soresek ji soresên zanistî yên Cegerxwîn bû.
Evîn û evîndarî Cegerxwîn dikir, dîlekî dildar, sipehîbûn, bedewî, qesengî û xwesikbûna yara wî, ew kiribû dildarekî bar giran, evîndara wî Kurdistana wî bû, û Kurdistana wî jî evîndara wî bû, wî dilê xwe bi jînê xwes dikir, û dixwest ew û evîndara xwe li nav mêrg û dest û çiya û dahil û bexçeyên welatê xwe bi serbestî û sadî hevdû bievînin, û dildariya wan li gor yasaya xwezayê be, Cegerxwîn dixwest di evînê de jin û mêr azad bin, ji lewra wî ne tenê di helbestê de giringî dida azadiya jinê, lê belê, wî di civat û semînaran de jî gotarên xwe di derbarê mafê jinê de pêskês dikir, ji bo jin bixwîne û xwe ji bin darê zorê derxîne, û di nava civaka Kurdî de hevbesê kar û xebatê û xwedî maf be, ew xwediyê wê baweriyê bû, ku kilîta wê pêsketinê jî tenê xwendin e û bê misogerkirina mafê jinê û perwerdekirina wê, tucaran pêsketin di civakê de çênabe, û gerek e jin û mêr pevre ji bo rizgarkirina welatê xwe xebatê bikin, wê çaxê rizgarkirin û serkeftina welatan jî nêzîk dibe, destpakî û ramanên bê sînor û navtêdan di helbest û nivîsandinên Cegerxwîn de ji bo pêsketin û bidestxistina mafê jinê, bû soresek ji bo berxwedana jina Kurd li seranserî Kurdistanê.
Her malikek ji helbestên wî soresek e, her helbesteke wî pirojeyê soresekê ye, her dîwaneka wî banga soresekê ye, zimanê wî yê xwerû û pirtûkên wî soresên nûjen in, û hawar û bangên wî wergera soresa netewî ya sedsala bîsta bû, ya ku helbestvan û hozanvanê mezin Ehmedê Xanî berî sêsed salî agirê wê di nav gelê Kurd de vêxistibû, kesayetiya seydayê Cegerxwîn bi xwe û navê xwe jî soresên Kurdî ne.
Bawerê Omerî