Nûçe

Swîsra: Komîteya HAK-PARê Komcivîna xwe ya salane çêkir

Dengê Kurdistan/Lozan
Komîteya HAK-PARê ya saxê Swîsra îro (06.12.20) li bajarê Aarau komcivîna xwe ya salane çêkir. Civînê bi rawestina deqîqeyekî ji bo rêzgirtina sehîdên Kurdistanê dest pêkir û dû re raporên xebatê û aborîya komîteyê ya sala çûyî hat pêskêskirin. Pistî xwendina raporan, endaman li ser giringîya çalakî û berxwedana xwe ya li Swîsra û Ewropayê, gelek dîtin, daxwaz û pêsniyazên cuda anîn ziman û niqaskirin.
Di axaftinan de, hat diyarkirin ku sebaret rewsa pandemîya corona kar û barên li pês partiyê û jiyana civakî bi gistî rastî astengîyan hatiye, lê belê dîsa jî cehd û xebata hevalan berdewam bûye, û ciyê kêfxwesiyê ye ku di vê rewsê de jî karên rêxistinkirinê, ango avakirina saxên nû yên partiyê nerawestiyaye. Di vê rewsê de pir hindik li hin bajar û bajarokan saxên nû hatine damezrandin, û xebat dom dike.
Di civînê de hat destnîsankirin ku, ji ber sedemê aborî demajoya siyasî ya Tirkîyê bi lez berbi guhertinê diçe. Nîsanên wê yekê hene ku hevkarîya AKP û MHP dê heta 2023 dom neke, loma sertên hilbijartineke gistî roj bi roj derdikeve berçavan. Di rewseke weha de, pêwîst e, HAK-PAR destê xwe zû bigre, sertên tevlêbûna hilbijartina bi destxîne. Divê em û kurdên welatparêz ên din li derveyî welat ji HAK-PARê ra bibin alîkar û destega xwe zêdekin.
Di dawîya civînê de bi hilbijartinekê Cemal Canbay, Cafer Stêrk, Vehbî Baysal û Hasan Kanat wek komîteya nû ya HAK-PARê hatin hilbijartin.

Dengê Kurdistan

Back to top button