Nivîsar

Tasek mehîr û evîna bextewar

Xwendevanên delal, ez vê nivîsê bi bahana ‘Roja evîndaran’ ya ku hersal di 14ê sibatê de tê pîroz kirin dinivîsim. Mebesta min ji vê rojê, ‘Roja Evîndaran’ bêtir, behskirina rengekî sexsî , malbatî û herweha milletî yê ‘Evîn’ ê û dildariyê ye. ‘Roja evindaran ‘ rojek e ku di dîrok û çanda welatên Rojavayê de xwedî nav û nîsaneke bi taybet e. Ew êdî ne tenê li welatên Rojava yên mesîhî , lê belê li gelek derên cîhanê yên din jî tê pîrozkirin. Wek ‘Noel Baba’ ya ku berê tenê li welatên Rojavayê dihate pîrizkirin û îro êdî li çar aliyê dinyayê bûye rojeke grîng, bi haytuholeke mezin tê pîrozkirin. Ev roj jî êdî rojeke wilo gerdûnî ye…

Bê gûman gellek nivîs, helbest, serpêhatî û pirtûk, li ser evîn û evîndaran hatine gotin, nivîsandin. Ji bo van tistan rojên taybetî hatine danîn. Di van rojan da, evîndar hevdu pîroz dikin, dîyarî yan didin hev, dilê hevdu xwestir dikin û evîna xwe gestir dikin, ûwd. Hin nas û dost karin bêjin; “ma Xoce qet tistikî din tunebû te ev babet hilbijart “. Çawa tune. Hema li niqrîyên sîyasetê binêrin bê çawa dikelin. Herkes li gorî xwe wek darikê gebûlê (pelûl) tevdidin. Ez bawer dikim, ku serpêhatîyên dildaran bi qasî hin tistên din girîng e, ji bo civata me kurdan. Ji ber gellek xwesî û nexwesîyên girêdayî evîn û evîndaran bi vê babetê ve girêdayî ne. Heger jîyanê bi evînê destpêkiribe, dibê em kurd jî buhayîkê bidin van rojên weha.

Êvara 8.2.2013 zarokên min (yek ne amade bû), bûk, zave û torinên min, surprîzek ku ez û dîya wan ne li benda kirin. Temamê zarokên me, bas dizanin ku em ji surprîza hez nakin. Lê bawer bikin, ev surprîza wan pirr xwes bû.

7 ê meha sibatê rojbûna yekî/yekê ji me bû. Her weha ev roj roja zewaca me bû jî. Lê wek her car û gelek kesên wek me, ewqes bala me ne dikisand. Bi taybetî roja zewacê. Zarokan ji bo roja zewaca me amadekarî kiribûn. Xwarin, vexwarin, paste, muzîk û klîpek ji sûretên(wêne) me, dîyarî ya me jî hebû. Her tist xwes, bas hatibûkirin. Helbesta ku keça me Sorgul nivîsandibû, me teva him xemgîn kir, him jî bêtir sa kir. Ez û dîya wan li vir carek din spasîya wan dikin, ji wan re di temamê jîyanê de bextewarî dixwazin…Daxwaza wan ji me ev bû ku em jî, ji wan re bahsa evîndarî ya xwe bikin.

Evîna me weha destpêdik e :

Ji bo mamurtî ya bavê min mala me li qeza Stewrê, ya girêdayî bajarê Mêrdînê bû. Min dibistana navîn (orte) li Stewrê temamkiribû. Lê berdewamî ya lîse, li wê der tune bû. Ji bo wê hatibûm Mêrdîn, qeydî ya xwe çêkiribû. Ji bo xanî bi xwe, yan jî bi hin hevalan kirêbik im, mala xalê min ne histin û wê salê li mala xalê xwe Mahmûd mam. Xalê min mirovekî; dilsoz, fedakar û kêfçî bû. Gellekî ji min hezdikir, hîn jî weha ye. Pênc kecikên wî di serserê hev, pistî keçika lawik û dema ez li ba wan mam yekî din, dawî de bûn sê lawik. Hezkirina wî ji min, ku ez wek lawekî xwe yê mezin didît im. Min nîyeta wan nizani bû, keçên xalê min, li ber dilê min wek xweha bûn.

Wext payîza pasîn bû. Serjêkirina dermala û xwarina sîvê jivistanî bû. Dibistana min rojê du dahna bû.Sibehê diçûm, nîvro dihatim mal, xwarin dixwar, carek din diçûm. Carekê du caran, di hatinên firavînê de min hin qelebalixî li hêwana mala xalê didît. Lê ji ber sermê min li wan ne dinêrî, tev jin bûn. Silav dida û derbasî oda xwe dibûm.

Lê êvarekê berî sîva bû, li hêwanê tev rûnistîbûn. Zarokên xalê min li dora min kombibûn, min ji wan re bahsa mektebê, vir de wê de dikir. Ji niska ve derî yê wan yê hewsê vebû. Derî dengekî bi zîqînî tanî. Mirovên kerr jî ew zîqînî karibûn bibihîsta. Me kesî nizanibû, bê kî hat. Min ji zarokên xalê xwe re got:” Binêrin, ku kî dibe bila bibe, ezê bikim ku feleka xwe sas bike”. Du balîf xistin bin xwe, pista xwe da dîwar û ciddî, ciddî li derîyê ku tê malê nêrî. Li derî ket, xalê min bi dengekî bilind go: “kerem bike”. Derî vebû, herkes ji ber gotina min ma bi derî ve. Em çi bibînin; keçik hîn girêdana gundê xwe, bejin orte, dev û dêmê wê li hev, çavên nîv zere, (xezalî) orte kîlo, serê wê bi serpe, ji nîvê porê wê girêdayî li ber derî ye. Tasek kûr ya sifrî di destê wê de, her di cê xwe de, sekinî maye. Wê jî nizanibû bê ka çi kêmanî kirîye, hayê wê ji peyvên me jî tunebû. Zarok hinek ji wan dikenîyan, min ew cîddîyeta xwe zû bi zû xeranekir. Xalê min bû hol hola wî, her ji keçikê re digot:”Wer ba xalê xwe rûnê xwarzê”. Lê keçikê ji serma ji cîyê xwe tev neda heta keça xalê min rabû, tasa destê wê girt û ew jî hema ji wê der vegerîya.

Min tistekî nebas kiribû, keçik ku qet min berî nedî bû di fedîyê de histibû. Lê ew sekna wê ya bi terbîye, ew xeysetên wê yên ku dihatin bîra min bi roja, di hesên min de diçûn û dihatin. Belê evîndarno ; ev keçik keça cîranê mala xalê min bû, ku du meh berê ji gundê xwe hatibûn Mêrdîn. Min ew heta wê êvarê qet nedî bû. Ew tasa di destê wê de mehîra çortanan bû. Li gund xwedî pez û dawarên pirr bûn. Malik bi rûmet û li gundê xwe xwîyanî bûn. Min û wê keçikê carek din, bê ku bi hev re bi peyivin dît. Lê nêrînên me, ji hezar gotinî bi manetir bûn. Min keçik wek wê, wê jî xortekî wek min xeyal kiribû. Ew Bêrîvana min, ez evîndarê wê bûm.

Her ji pazderojan carekê, dawî ya heftê di çûm Stewrê. Vê carê serê min tevlîhev diçûm. Dîya min pirsa Mêrdîn, mala xalê min, mekteba min dikir. Min di nav hewadîsan ji dîya xwe re got ku, xanîyê tenîsta mala xalê min malikê ji filan gundî kirîne, pirr basin û keçik wanî gellekî xwesik heye. Dîya min ji bo xwendina min, ne dixwest ku zêde bi keçika dakev im. Lê pirr caran jî û hîn ji hema zarotî ya min de, diçûn kîjan malê ku keçik wan hebûna wê û bavê min digotin, ku ew bûka wan e. Yanî min bi gotana erê, ez zû de bi dergîstî, belkî jî zewicandi bûm. Ji ber ez zarokê wan yê mezin bûm. Wexta min mesela keçikê dûbare kir, dîya min xwest min kêm bike. Got; ku ez telebe me, betalim, serserî me… Lê wê zanibû ku dervî telebûnî ya min tu astengên din tune ne. Ji ber ez di xwendinên xwe de pirr cara yekemîn bûm. Bavê min bi dengê me rabû. Wî jî got ku, ezê bibim zilamekî pirr bilind û dawîyê keça yekî bilind, dewlemendê wî bajarî bên im. Min cara yekem bû, bê sensûr, bi rûkî sûstî bersîva dê û bavê xwe da. Min got: Min ji vê keçika gundî hezkirîye, hezkirinek wek ya xewnên mine, ew keçên ku hûn bahsa wan dikin hertim li ber minin. Bavê min bi henekî xwe dirêjî min kir. Pistî bêdengîyek dirêj, bavê min go; ji xalê xwe Mahmud re bê je, bila here li guh malikê xe.

Kêfa min gellekî hatibû. Çawa gihîst im mala xalê xwe, min mesele ji wan re vekir. Hemû sas bi bûn. Wan jî ev tist çawa gihîstîye wê qonaxê jihev dernedixistin. Lê wek min gotibû, ji bo min hema wê êvarê derbasî mala bavê keçika cîran bûn. Xezûrê min î rahmetî mirovekî civat xwes û bîrbir bû. Jin xala min bi zaroka li benda rojên xwe bû. Dema ew û xalê min bi hev re derbasî oda xezûrê min dibin, rahmetî zû tê dighê ku wek xwestina keça ye. Ji ber jin zû bi zû derbasî oda mêran ne dibûn. Pistî xêrhatinê, xal û jin xala min dibêjin ku ew ji bo tistekî xêrê hatine. Rahmetî wan nas dike, ku lawê wan yên mezin, birê wan yên azib tune ne. Hema di pirse bê ka ji bo kê hatine. Xalê min di bêje; ku ji bo xwarzîyê wî ye, li mala wan dimîne, dixwîne, mala bavê wî li Stewrê ye. Rahmetî mirovekî biaqil jî bû. Dibê em cîranê hevin, vê keçê û vî xortî ji hev hezkiribin, ez bê na kare rezaletî derkeve, û gunehe jî. Lê dipirse bê ka xwehên vî lawikî jî hene yan na. Jin xala min li xweha di binya min re mikur tê. Xezûrê min hema dibê je, bila dîya wî û bavê wî bên xwestinê. Xweha min li mala xalekî min î din dima, ji bo alîkarîya jin xala min ku ew jî li benda zarokekêbûn. Pistî çend rojan bi xebera mezinên me dîtina keç û xorta li mala xalê min pêkhat.Weha li hev hat ku xweha min û lawê wan jî hevdu qebûlkir. Ecibandin temam bibû. Dê û bavê min dawî ya heftê hatin xwestin temamkirin

Rahmetîyê xezûrê min digot qelen herame, belas jî ne dida, lawê wî yê azib jî hebû. Dê û bavê min jî ji bo evîna me ew bazara berdêlîyê qebûlkiribûn.Mesela berdêlîtî serê min pirr têsand. Min nizani bû çawa ji bin derkev im, sebeb evîndarî ya min û keçika min jê hezkiribû. Lê min ji xwe re digot ku hezkirina me kare bibe sebeba ya wan jî. Bawer dikim pistî hewqes sal ew jî xwiya ye bextewarin.

Xwestin, rehel û dawet du navbera sê mehan de çêbû. Di 7.2.1973 de em bi temamî gihîstin miradê xwe. Temenê me 17 sal bû. Ji kêfa li ser ezmanê hefta difirîyan. Piranîya kesên ji malbatê bawer dikirin ku ezê ji xwendina xwe dûrkev im. Lê eksî wê, ez di xwendinên xwe de bêtir bi ser diket im. Ji ber morala min bilind, kincên min li gor yên hevalên min paqijtir, tim ûtîkirî û bi rêk û pêktir bûm. Zewac di salên lîse de qedexe bû. Kêm hevalên min pê dizanibûn. Lê moral û hereketên min ez didam desta.

Me her astengî bi hev re derbasdikir.Ewqas sal çûn, min û evîndara xwe û bi piranî wê, gellek rojên teng, tahl,çend salan dûrî hev, xerîbî, hisret, tunebûnî, nexwesîyên tendurûstî û hwd. derbaskirin, lê evîna di orta me de ne hist, em xwe wenda bikin, ji ser xwe herin. Her pîberî hev, bi sêwra hev, bi rêzgirtin û bi hev re bawer gihîstine van rojan. Em bi hev re serbilindin. Em amadene vê carê, bê tasa mehîrê heta çel salên din bi berdewamîya wek evîna ewil evîndarê hev bin.

Bi vê minasebetê roja tevahîya evîndaran, bi taybetî evîndarên kurd pîroz dikim û dibêjim; evîndarî ne tasek av e, yan jî sekirikî ku bi carekê ve bê daqurtandin e. Ji bo tistekî biçûk destê hevdu heta mirinê bernedin. Ev e evîndarî.. Kesên ji dil evîndar guh nadin hungilîskên yek kevir, dawetên hatina bûk û zave bi helîkopteran, yan jî gerên fosforîk, ezmanî..giravên okyanûsan û wd.

Min li jorê behsa evîdariya me (ya jin û mêrî) kir. Lê li vêderê evîneke din jî heye ku hêjayî malê dinyayê ye! : Lê xwedî derketina ziman û çanda me ya qedim, ya bindest û birîndar, li welatê xerîbiyê… Ew jî bextewariyeke mezin e ku bûye para me. Nimûne; zarokeka ku li Swêdê zarotiya xwe û piraniya temenê xwe derbas kiriye, bi zimanê me yê sirîn li ser evîndariyê ev helbesta jêrîn nivîsandiye. Di roja ‘Dildariyê’ de ez wek bav gellek dilsa û bextewar kirim. Ez ji keça xwe Sorgilê re bi taybetî ji bo helbesta wê ya kurdî spas dikim!

Têbinî: Helbesta keça min Sorgul, li ser evîna me nivîsandîye.

Evîna bê Dawî

Tasa mehîrê di dest de / Civat bi helweste
Rawestîya li ber derî /Felek sas kir li ber derî
Bi xortanî ji xwe re yar anî / Bi evînî ji mal danî
Vebûn nêrgiz, gul û rîhanî / Herikîn çem û kanî
Hatin dinya yê Azad, Sorgul û Sîyar / Sabûna wan pir dom nekir li war
Hat derba leskerî bi destê dijminên har / Ji hev durketin her du yar
Gîhan ba hev li Bin Xetê / Çê bûn Gernas û Xemlîn bi hesretê
Hatin Swêda li jorîn / Dûrî warên xwe ketin bi zorîn
Kisandin gelek zorî û belengazî / Lê berxwedan gelek bi serfirazî
Pistî salan hate Demîn / Wilo rûken, rind û sêrîn
Hûn bi hev re dibin pîr û kal / Evîna we zêde dibe sal bi sal.

Sorgul

13.2.2013

Balkêş e ?
Close
Back to top button