Nivîsar

Têkosîna îro ji bo serketina sibê ye

Çend roj mane ku li Tirkiyê û Kurdistana Bakur hilbijartinên herêmî pêk bên. Ji bo wan bijartinan tevgereke pir mezin û berk tê mesandin û çiqas diçe ew xurttir, kûrtir û askeretir dibe.Hêzên kurda jî tevî wê tevgerê dibin.

Ez wek evdekî kurd, bi hewas temasa wê tevgerê, xazma karê hêzên Kurda û gelê ku wê wan bibijêre dikim.

Hinek tebyetmendiyê wê têkosînê ji min ra eskere bûn:

-Li nav hêzên kurda da yekîtî çê nebû û kurd tomerî bi yekdengî, bi tifaq û yekrengîke xurt neçûne wan bijartinan. Berovajî nexweziya berê ku nav hêza da heye hê rind tê xanê.

-Dewsa ala Kurdistanê bi xurtî alê partiya bilind dibin.Axaftina da zimanê tirkî cî nade zimanê dê.

-Gel ewqas jî guh nade pirogiramên hêza yên hilbijartinê. Pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê, al û zimanê kurdî,di gelek pirograma da ketine cêrgên dewî, berjewendiyên hizbî, sexsî, gurûpayî, esîretî hatine pês û carna hinek tistên nepaqij (bertîl dayîn, deng kirîn, tirsandin û hivd) jî rolê dilîzin.

-Rewsenbîrî ewqas jî tevî wan kara nabe, tê bêjî wanra yeke, çi dibe, bira bibe, yeke dengê wan nayê bihîstin.

– Gelek ciya Kurd dîsa destê xwe wan hêzên deshilatdar û hukumdar ra li hev dixin yên timê jî, niha jî dijminatiya kurdîtiyê dikin û eskere dijî xwestinên kurda pêsda tên…

Çi jî hebe ez bangî hemû kurdên Bakûr dikim dengê xwe bidin welatiyên xweye kurd, wan yên ji bo kara Kurd û Kurdistanê wê bixebitin, yên kara gel û welatê xwe ji ser kara xweye sexsî, ya hizbî, girûpî, bawarî û esîretî ra digrin. Yên parastina al û zimanên kurdî kar û rênîsa xwe dibînin.

Gotineke gelê me heye, dibê: ‘ Mirovê gelê te, çiqas jî xirab be, bibe kevir, çoka te keve, naêsîn e.’

Dengê xwe bidin gelê xwe, welatiyên xwe, çareserkirina pirsgirêkên gelê xwe, asîtiyê, lê ne asîtîke vala,ku niha her kes dike qîrîn, asîtîke usa ku wekehevya hemû gelê wî welatî hemêz dike,pirs û pirsgirêk, xwestin û pêsketina civakê têda tê dîtin.

Rola deshilatdariya heremî di avakirina bajar û gundan, xweskirina halê xelkê herêmê, parwedekirina zarokan, çêkirina ciyê xebatê, pakkirina halê xizmetguhdariya bineliya û gelek-gelek warada da pir mezine.Bijartina herêmî ya rast wê bibe bingeh ji bo rast bijartinên bilind, yên ji pey wanra wê bên.Her kurdek gerekê vê yekê rind bizanbe û bijartina xweda bi birye be.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî vê carê besdarî hilbijartinan dibê û rast gotî kêfa min xebata wanra tê. HAK-PAR bi nasnameya netewî, kurdewarî, pirogiram û xwestinên maqûl besdarî hilbijartinan dibe. Ew çareserkirina pirsa Kurd li ser bingehê wekheviya hemû gelên welêt diparêze. Xwestina HAK-PAR ê di pirogirama wêda ewe ku Kurdistana Bakûr di wê dewletê da bibe xwediyê statuyeke siyasî, bi cûrê FÊDÊRARALÎ.

Her fikir zelal û rast tê gotin, bê hevok û peyvên bi dûmanê pêçayî, vala – werimandî û rengkirî, ku xêncî rengê derva hundur da tist tune, valaye…

Bi derfetên xweye kêm lê xwestin û helaliya welathizî, vê hêzê çi ji wan dihat kir, temamiya welêt geriyan, xwe gîhandine her hilbijêrekî, xwestin û armancên xwe vekirî wanra gotin, nemzetê xwe destnîsan kirin.

Bi rastî bawariya min nedahat ku HAK-PAR ê karekî wa serketî, mezin û maqûl bike.

Niha siriya hilbijêra ne…

Min dixwest gel dengê xwe bida HAK-PAR ê. Ku partiyên kurdaye din jî, hilbijartinên din da bawariya xwe ji rastiya gelê xwe bînin û li qewata xwe guman bikevn govendêd têkosînê, meydanê vala hêzek-dudara nehêlin.

Di nav vê mij û dûmana xapînok da ez zanim sansê HAK-PAR ê kêmin. Lê rastîk heye û hevalên HAK-PAR ê, wê ji min çêtir zanin: „Têkosîna îro ji bo serketina sibê ye’.

25.04.2014

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button