”Tevgera Sêx Seîd, tevgera parastina maf û azadîyane”

Mesalaya ku Sêx Seîd u hevalên wî, berî 90 salan pêxistibun, hê jî,venemirîye.Gelê Kurd heta ku azad nebe, negêje heq u mafên xwe yên seretayî,dev ji tekosîna azadîyê bernade.
Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarêne, her wek ku dema Osmaniyan , heta sala 1923’êyan jî,li MMM ( Meclîsa Mezina Milet) bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot:’ Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tistek bi van rengan ji Kurdan were dayin’ bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun.Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa Mezin deaxaftinek kiribu u gotibu ku:’Turk, Kurd u Çerkes; em hemu enasirên Islamê pêk tînin.’ Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman.Lê mixabin ku Mistefa Kemal pistî demeke kin, van tistan berba kir u qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad u soza ku dabu Kurda zû jibîr kir u dest bi inkara Kurdan kir.Pasî jî, xwest ku komarê bike yekreng u yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.Pistî sala 1925’an,got ku ‘ ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin,herkes Turke,Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê’ Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin u hatine red u inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin u Turkrengkirina komarê kiribu.
Pistre, mebusên MMM yên wek Xalid Begê Cbrî u Kemal Feyzî,biryar girtin kul i Kurdistanê bigerin u gelê Kurd jderheqê vî qonaxê nu agadar bikin. Ew herdu kes endam u rêvebirên rêxistina’ AZADI’ jî bun.Ev rayedarên welathiz xwe geyandin Sêx Seîdê Pîranê u vê meselê pêra gengesî kirin, pistî sêwir u miqaseyek berfireh li dawîyê ew u Sêx Seîd lihev hatin ku lazime maf u azadîyên ku heta wê rojê derdest bun biparêzin u rênadin ku Kurd werin binpê kirin.
Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê ‘Sehildana Sêx Seîd’ tên eskirin,13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir u li Diyarbekir kuta bu.Sedem ku Sêx Seîd bandûr u kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu u teslimê hêzên dewletê bibu.
Li ser vê yekê rejima Kemalist pisti dadigekirinek sivik a Dadigehâ Istiklalê de,Sêx Seîd u 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin u gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar u tedayan u sertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes u malbat jî hatin sirgun kirin u koçebar kirin.
Tevgera Sêx Seîd, sedem ku bi hatina rejima Itihad u Teraqiyê u bi desthilatîya Komarê re,xweserîya Kurdan hat binax kirin, sedem ku heq u berjewendîyên netewîyên Kurda hatin inkar kirin, sedem ku,perwerdeya bi zimanê dayik hate qede xekirin,sedem ku li Kurda xedir hatibu kirin u Kurd hatibun xapandin, sedem ku qewil u sozên ku ji Kurda re hatibun dayîn nehatibun cî, sedem derew u dek u dolap u ger u fenên rejima Kemalist ; bi armanca parastina maf u azadîyên Kurda destpêkiribu.
Tevgera Sêx Seîd,sedem ku heq u mafên mesrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn u zeft kirin u hebun u pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan u narazîbunek gelêrî destpêkiribu.
Tevgera Kurda a ku di bin serokatîya Sêx Seîd de sala 1925’an dsetpêkiribu,ji bo nasandin u qebul kirin mafên netewî yên Kurdan bi rejima Turk u her wiha ji bo parastina pênasa Kurd bu.Ji lewra ev tevger, tevgerek heqxwaz u mesru bu.
Îro, hê jî, qebra ( gora) bapîrên kurda yên mîna Sêx Seîd, SeyÎd Riza u bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê turkayetîyê, him serok u rêber u mezinên kurda kustine u him jî gora wan vesartine.
Tevgera Sêx Seîd,tevgera parastina heq u azadîyên Kurda ye.
Gelê Kurd wê mesalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.
Sêx Seîd di tekosîna azadîya gelê Kurd de dijî u wê, her tim bijî.
Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike.Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê
rejimê ve hatine vesartin bila derkevin holê.
13.02.2015
Latif EPÖZDEMIR
Cîgirê Serokê Gîstîyê
Dengê Kurdistan