Tevlihevîya Rojhilata Navîn û Kongra Netewî
Projeya mezin ya rojhilata navîn didome. Ev proje, projeyeke wehaye guhertina desthiledarên herêmêye, guhertina sîstemên partîyên dîktatoran û zulmekarane, divê ku bêne guhertin li gor vê projeya mezin ya rojhileta navîn.
Cara ewilî peymana qesra sêrîn sala 1639 an de, di navbêna împaratoraya Osmanya û Sefewîyên îranê de, Kurdisstan hate dubeskirin. Di serê cîhanêyê yekemîn de jî îca axa Kurdistanê derbikdinê hate perçekirin di peymana Lozanê de Kurdistanê carikdinê hate perçepeçekirin, kurdistan bû çarperçe. Lê weha xuyanî dibe li gor cîhana ana ev herêma rojhilata navîn tixûb bêne guhertin û sîstemên ku hene jî bêne hilwesandin û bêne guhertin. Bi teybetî jî heq û hiqûq mafên azadîya fikrî weke hevî pêk bê di wan komarên herêmê de.
Kurdistan, cara ewil di navbera dewletên Osmanî û Sefewî-Îranê de bi Peymana Qesrî Sîrin ku di 17ê Gulana 1639an de hat îmzekirin, hat dubeskirin. Pistre jî, pistî ku dewleta Osmaniyan di Serê Dinyayê yê yekan de têk çû, axa Kurdistanê carek din li ser Tirkiye, Iraq û Suriyeyê hat parvekirin.
Ligel vê guhertinê û projeya rojhilat navîn komarên ku li vê cîhanê hakimtîyê dikin, dixwazin dîsa jî rûyekî nûh bidin vê herêmên rojhilata navîn û cîhanê. Evên ku rû didin vê cîhanê evin; weke ku dibêjin, heft komarên ku têgotin yên herdem ‘dayîmî’ Emerîqî, Îngilîzî, Feransî, Elmanya, Japon, Çîn û Rûs in. Di perçekirina Kurdistanê de, paya fernsaya û îngilîsya geleke, ‘ma gelê kurd çikiribûn ji van komaran ku welatê me perçe perçekirin dan ereban, ecema û tirkan xwedê heqê kurdan ji wanre nehêle’. Dîyar bû ku feyda wan jî di xaka Kurdistanê de hebû, yên weke ferensa û îngilîsyan. Îca divê cîhan nûh de, ev komarên serdest dîsa dixwazin, ku tixûba ji nivde deyî nin.
Destpêka vê projeyê li desthilat û dîktatorîya Seddam Husên ceribandin û desthiledarîya wî dîktatorî ji holê rakirin, sîstemeke federalîya kurdan û ereban li sûna wê pêk anîn. Pistere jî ku ji me hemûyan dîyare û rûnîye, ku jêre dibêjin, bihara erebî destpêkir li herêmê. Bi destpêkirina bihara erebî weke Tunis, Lîbya, Misir, Yemen û hîn li Misrê Sûrî û hîn jî berdewam ev bayê berdxwedanên gelên rojhilata navîn û ereban li vê herêmê. Heta çirûskên vê projeyê li hemû cîranê herêma rojhilatanavîn dide.
Lê belê divê tevlihevîya vê projeyê de em Kurd çi lime dikeve, di ku de em cîh bigrin. Di bawerîya min de, basûrê Kurdistanê rewsa wê li berçavaye berhemê vê projeya mezin ya rojhileta navîn, ev bayê vê projeyê bi ser hersî perçê Kurdistanê tê. Divê ku em Kurd ji vê projeyê sûdê/feyîdê jê bibînin fersendek.
Li basûrê biçûk Kurdîstana sûrî çira azadîyê destpêkirîye, divê ku em Kurd vê firsanda zêrîn û dîrokî ji destê xwe bernedin, his û aqilê me divê ku ji me Kurdan be, ne ji vîyalî û wîyalî be. Êdî firsandeke dîrokîye ji bo gelê Kurd ev projeya mezin ya rojhilata navîn, em jî jê feyîdê bibî nin.
Çend komarên ku vê cîhanê desthiledarîyê lê dikin bi qeder û tixûban dilîzin diguherî nin, her ji heyîstê notsalî salî. Rojhilata navîn jî me hemûçka ve ronîye û zelale, bê ji demikê ve li vê herêma rojhilata navîn çidibe çinabe.
Îcar rewsa Kurdan û ya herçarpeçêpê Kurdistanê bi bûyer vê tevlihevîya devera rojhilata navîn û bi teybetî jî projeya mezin ya ku em dibêjin pêre girêdayîye û divê Kurd jî li gor sert û zirûfên perçên ku lêne xwe bi hûnînin û amede bikin, ji bo vê projeyê feydê jê bibîne, firsetek weha dîrokî herdem nayên ku meriv jê sûdê bigre.
Divê di navbêna herçar perçê Kurdistanê de, rêxistin û dezgehên millî û netewî de desthiledarîyek hebe ew jî ya meclisik yan jî destayek bilind, yan jî konseyek dibe, Ku Kurdan li hevkir azadî û serkeftin nêzîk dibe.
Divê Kurd pêvendîyên xwe ye dîplomatîk xurt bikin li cîhanê de, li gel wan dîtinên ku min li jor got, bi konseya millî û destaya bilind dibe ya herçarperçê kurdistanê, li dervî welat bruyên xweye netewî û millî temsîlîya kurdan bêye vekirin.
Gelê Kurd ku welatê xwe azad kir, çi perçî dibe bila bibe, bi hawayeke demokratîk hilbijartinê xwe dike û serokkomar û serok wezîr û parlementên xwe hilbijêrin. Lê ana kîbêje bila bêje, filankes yan bêvankes serokê netewîye û îrada gelê Kurde ev sase û neraste, ku meriv ji ana debêje.
Her perçekî îrade xwe heye û ya gel girînk tire. Li perçê herî mezin Kurdîstana tirkîye û teqrîben 25-30 milyone nifûsa Kurdan heye. Wextê ku hilbijartin çêbû ji bo gelê Kurd wê gelê me di nav xwede Serokkomar û parlamenta xweye millî hilbijêre.
Dewletên xerbê û Emerîqa ji ana û pêve naxwazin li rojhilata navîn desthiledarî têkeve destên partîyên ku weke wan nefikirin. Welatên ku li rojhilata navîn hene û bi bihara Erebî destpêkirîye li wan welatên ji netewikî û ol û mezhebî pirtire, wê wan welatan bikin sîstemake federalî û dive hewabejî.
Ev çend sale ku Masûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze kongrake netewî (KN) ya gelê Kurd ji herçar perçê Kurdistanê bêye li darxistin, divê ku ev kongre rojek berî rojikê bê li darxistin. Dibe ku ev kongre di nava gelê Kurde çareserîyeke netewî û millî pêk bîne. Bêguman astengîyên wê gelekin û dikere rehetir be jî. Lê derûdora Kurdistanê dorpêçkirîye ji hêlên dagirkeran ve.
Ji bo gelê Kurd dinamîk/çalakên ku hene li rojhilata navîn têne kirin, divê gelê Kurd û bi teybetî jî rêxistinên wêye sîyasî û hikma ku îroj li basûrê Kurdistanê heye rola xwe bilîzîne. Çalakîyên têne kirin di lehê gelê Kurdan deye, Kurd jî dest sivik û lezgîn bigrin.
Ji zûde qala kongra netewî hatîye kirin, ji hêla çend rêxistinên Kurdan pistî 1980î ku weke Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Demokrat Kurdistana Îranê (PDK-Î), Yekitîya Nistimanî Kurdistanê (YNK û Partîya Demokrat Pêsverû Kurd Li Sûrî (PPDKS) bûn. Lê eweha ew hewildana herça partîyan ji bo kongra Netewî heta cîyekî çû sekinî. Sebebên ku ew hewildana ji bo kongra netewî bi serneket hewildanên ku li herêm rênedidan ku ew gava netewî millî bi pêsde here. Lê ew dema berê û ya ana ne weke hevin, rojhilata navîn ana û ya wêçaxê (1980-92) an nabe weke hev. Guhertinên gelek mezin li vê herêmê têne kirin, weke ku em dibêjin projeye rojhilata navîn û ana jî ku du sal derbas bûye ‘bihara erebî’ ye.
Li gor min û li gor gelek çavdêran ev çi bû, ku zû zû,amadekirina kongra netevî dest pêkir. Ev ses/çar sale ku qala vê kongereyê dihat kirin û heta ku pistî sala heyîstêyî (1980) jî li ser kongra netewî dihat peyîvandin û li welatê ewrûpa çend civîn û hewildan jî dihate kirin ku kongreya netewî pêk bê, lê ji ber hinik sebaban û sert û zirûfên herêmê pêk nehat.
Ez dibêjim ev kongra netewî li gor min û min li jorê jî qala wê kirîye, yek jê projeya mezin ya rojhilata navîne. Tevlihevîya ku li rojhilata navîn heye Kurdan dehfî yekitîyeke netewî û millî dike. Hêzên ku Kurdan nêzî hevdû dike ji hêza Kurdan mezin tire, loma jî Kurd mecbûrin ku hêzeke xweye netewî û millî pêkbînin, ev jî kongra netewîye. Lê dive ku vê derbê hemû rêxistinên Kurdan yê herçarperçên Kurdistanê bi hawayeke durist tevbigerin. Yan jî ev rojên dîrokî êdî bi dest gelê Kurd nakev e. Ji ber neqsa rojhilata navîn ji nûv de têye guhertin, em Kurd jî divê ku sûdê/feyîdê ji bigrin û tevbigerin.
Ez dikarim vêya bi rehetî bêjin, ku li bakurê Kurdistanê li ser daxawzîya serokê pkkê li sê deveran konferens pêk hatin, li Enqerê, Dîyarbekr û li Brûkselê û xwestin li Hewlêrê jî pêk bînin. Lê komîteya amadekar berê xwe dan Hewlêra Paytaxt ku amedekarîyên xwe bikin, ji bo konferansê. Lê Mesûd Barzanî serokê herêma basûrê Kurdistanê ji wan re got bila ev mesele bimîne û weha bû.
Lê heftak du hefte derbasnebû, brêz Mesûd Barzanî bi dawxuyanîyekê hemû rêxistinên herçar perçê Kurdistanê vexand/dewetî ji bo kongra netewî kir. ‘Xwezîya ku kekê Mesûd Barzanî li ser navê xwe, weke Serokê Herêma Kurdistanê bangkiribûna rêxistinên herçaperçê Kurdistanê bastir dibû’.
Amedekirina kongrê hate qebûlkirin ku ji 21 kes be, ji bakurê Kurdistanê 6 kes be û basûr 5 kes, rojhilat 5 kes û ji basûrê biçûk kurdistana sûrî jî 5 kes di komîta rêvebirde cîh bigrin. Li heyîf û mixabin weke hiqûqa mirovatî nebû li bakurê Kurdistanê, çarkes ji apocîyan û yek jî pêgirtîyên wan û yekî dine jî ji dîndarê wan bû. Lê ji PSK û PDK-Bakur, Hak-Parê jî paya rêveberîyê neket, ma vaya hiqûqîye kekê Masûd Barazanî, divabûya weha nebûna lê heyîf û mixabin wehabû. Ji ana de, weke bav û kalên me gotine, ‘ seva res ji êvar de xuyanî dibe’ dîsa em neyên xapandin, ji ber ku sirîkên vê kongra netewî ‘apoyî’ weke masîne hinik zû bi zû nayên zeftê, hêvîdarim ez sas bim.
Hêvîdar im, ku desthiledarîya basûrê Kurdistanê û bi teybetî jî Mesûd Barzanî berpirsyareke dîrokî bigre ser millê xwe, ji ber ku basûrê Kurdistanê demana û eminyeta gelê Kurd e. Bi gotinek bav û kalan ez ê nivîsa xwe bi dawî bînim, kekê Mesûd ‘Em ji sîr tirsyane, pif dew dikin’. Kongra Netewî ku derba ewilî/yek emîn çêdibe pîroz be.