Tirsa kemalîstan
Çend heftene ku li ser medyayê tirkan gengesîya dersê Osmanî heye. Ji ber ku serokwezîr Receb Tayyip Erdogan li Çînê wiha got:’Osmanî dibe dersê hilbijartî.’Vê gotina Receb Tayyip Erdogan xewê kemalîstên tirk revandîye. Ew bi xwe dizanin ku dersê Osmanî bi tîpên erebî perwerde dibe.
Di sala 1923 an de komar ra tirkan tê damizrandin. Mistafa Kemal,vê demê sal û sepik, bi tîpên erebî perwerde bûn û perwerde bûna zimanê kurdî qedexe kirîye.
Niha jî serokwezîr Receb Tayyip Erdogan bombe dike bin sereta komar ra tirk. Ango gor kemalîstan bi tîpên erebî dersê Osmanî perwerde bûn, kevneperestîye û dijê komar ra tirk derketin ne. Mirovên kemalîst bi vê tirsa dilerzin û derûdora xwe nanêrîn.
Nizanin ku bi tîpên erebî û bi tîpên latînî civak nabin kevnare anjî nabin pêsverû. Li Awistiryayê 22 ziman li dibistanan fermîne û bi gelek tîpên cûda(tîpên erebî,latînî,çînî )perwerde dibin. Rewsa civakê jî nahê guhartin.
Ez bawar dikim ku dîroka gelan bi perwerde bûna ziman tê parastin. Zimanê kurdî jî yekem bi tîpên wîneyê hatîye parastin. Gelek zimanzan û nivîskarên Kurd xwestine ku alfeba kurdî amede bikin. Gor rewsa wê demê zimanzanayên Kurd jî nekanîne ku bi tîpên latînî an jî bi tîrên erebî yekser bidomînin. Bo vê yekê li Kurdistanê zimanê kurdî bi tîpên erebî û latînî tê nivîsandin.
Di despêka sedsala bîstan de,li Kurdistana Basûr zimanzanê Kurd Tewfîq Wehbî bi tîpên erebî dengên kurdî bo zaravên kurmancîya navîn kar anîye. Heya niha ev alfeba Tewfîq Wehbî bi tîpên erebî li Kurdistana Basûr û Kurdistana Rojhelat berdewame. Asîkare ku kurdên du parçeyên Kurdistanê bi tîpên erebî Kurdî dinivîsîn. Ez bi xwe zimanê kurdî bi tîpên erebî nikanim binivîsim û hînbûna tîpên erebî jî bo mirov ne astenge.
Bi teybetî kemalîs bi xwe bas dizanin ku partîya AKP û Erdogan Mistefa Kemal hez nakin.Bo vê yekê tirsa wan bo rewsa komara tirk e. Ez bawar dikim ku parastina komara tirk ne karê kurdane. Ji sala 1923 an virda heya niha, komara tirk li Kurdistana Bakur 4 caran tevkustin(qetlîam) kirîye. Bo vê yekê ne hewcaye ku Kurd komera tirk biparizin.