Nivîsar

Toba gurgî her merg e

Pêngava ku ji alîyê Firansê ve, li ser tavanbarîya ne nasîna komkujîya Ermenîyan hatiye avêtin, erênî ye.

Ev biryara ku di Parlemana Firansê da hatîye dan, dibe ku bi biryara Senetoyê bê pejirandin û wekû yasa bê birêve birin. Wî demî vêca bila Tirkên regezperest serê xwe li raze kevira bidin.

Dîyare evê serê çend salan e dîyasporaya Ermenîyan kar û xebata xwe ji bo nasîna tavanbarîya komkujîya Ermenîyan li Firansa û her wusa li DYE û gelek welatên yên cîhanê da kirine û bê guman hita qasekê jî serkevtin.

Îro dema ku li qada navnetewî da li ser kiryarên hove nemirovî ya ku dewleta Tirkîyê li ser netewe û kemnetewan wek tawan tê destnisan kirin, ji bo me Kurda palpistên erênî ne.

Em nakevine ser vê babetê ku gelo ji ber çi aha niha Firansê ew biryar pejirand? Yan gelo sedemê bingehî ya wê biryare çi ye? Ya here giring biryareke wusa li parlamana Firansê da derdikeve û ber pejirandina yasayake navnetewî diçe .

Ev pêngava li ser xêr û bêra gelê me ye.

Temasa bikin, çawa agir kevtîyê mal regezperst û sovenîstên Tirk.

Ji dîndara bigre hita lîberal û sosyal “demokrat ” û çepger û restger li ser vê mijarê çawa har û dîn buune.

Hemû bi vêkra bi çar destan li dîroka netewa xwe xweyî derdikevin û bi gotina Serokwezîr cenabê Erdoxan dibêje ” bila her kes vê bizanî be em bi dîroka xwe serbilind in.”

Bi rastî ew her çiqas xwe bi dîroka xwe serbilind bizanin,dema ku yêk buyarên dîrokî ji wan ra destnîsan dikin, xwe har û dîn dikin, ji rastîyê tistek nayête guhartin.

Ya rast ev e ku dîroka Tirka li ser talan kirin û dagîrkirin û ser û kustin û jenosîda hatîye avadan kirin.

Em bihêlin dema desthelatîya serdemê Osmanîyan ku çawa welatên Balkanî û Rojhelata Navînî dagîrkirine û benda kolanyalîstîyê li çarenîvîsa wan gelan daye û sedan sala di bin fermana xwe da ragirtine.

Em bêne ser qirkirina gelê cîran û bira yê Ermenî ya bi destê jontirkan û mîrasgirên Osmanîyan û heval û hogirên hizra kemalîstan .

Belê milyon û nîv birayên me yên Fila, ji nav birin, hemû kustin.

Ev rupelekî res û tarî ye bi ser û çavên her Tirkekî bas û xirab, hita ku ew vê leka res û roja qirêj wek camêran nedanine berahîya xwe û daxwazîya lêborînê berî her kesê jî netewa Ermenî û hemû civata mirovatîya cîhanê nekin, ew bi xwe jî rizgar û bi rumet nabin.

Bila cenabê serowezîr destê xwe dane ser wujdana xwe bibêje, di serdemê van 85 salên bihorî da dîroka wana bi xuna kê hatîye nivîsandin gelo ? Hema ew bi xwe qetlîyama Dêrsîmî bi ziman tîne û hita qasekê jî lêborîna xwe dixwaze, gelo, serhildanên dinê yên Kurdan çawa bi hovî hatine pelixandin û hita niha tawanên ku li netewa Kurd kirine ma ne serm û sersorî ye?

Ma gelo ew ne dîroka Tirkan e ku bi dehanhizar urd, biçuk û mezin, kal û xort, jin û mêr tev da kujtin. Ma ew ne bab û kalên damezrener û reveberên mîrîtîya cenabê serdar serokwezîr e?

Bi kurtî Komara Tirkîyê (TC) li ser bingehê zulm û inkar û dagirkirina netew û kemnetewên ku di wê deverê da dijîn, hatîye damezrandin.

Dîroka xwe bi xuna Kurd û Ermenî kujtinê xemilandîye.

Belê dem ne wek demên derbazbû ye, îro li kêleka wana da Basura rengîn bejina xwe ya jêhatî nîsan dide û hita niha li 22 welatan kunsolgerî û nuneratîya xwe li Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistanê da danîne û her wusa Herêma Kurdistanê jî li seranserî cîhanê da 12 nuneretîya xwe bî fermî damezrandine.

Loma pengavên ku niha li ser çareserîya mesela here here bingehîya Tirka, mesela Kurd da cihê hêvîbexsînîyê ye û dem û zeman pasda venagere û axivtina cihgîrê serokwezîr cenabê Arînc di perlamanê da nîsana vê rastîyê ye.

Wek ku min di serî da jî got, her pêngaveke ku li derê û hundîrî da ruudiden, bi xasima ew buuyerên ku zext û givasê bêxe ser dewletên dagirker, em keyfxwes in.

Ji ber ku toba gurgî her merg.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button