Nivîsar

Tolhildan

Xwendevanên delal, min berî çend rojan pirtûka Tolhildan ya kekê hêja Eskerê Boyîk xwend û dixwazim ji we ra ev berhemê bidim nasîn. Ev kitêb di sala 2015 da li bajarê Îzmîr’ê bi alîyê wesanên ‘NA’ ve cara ewil hatîye çapkirinê. Ev pirtûk 235 rûpelê pêktê û hejmara ÎSBN jî eve: 978 ‘ 605 ‘ 9017 ‘ 30 ‘ 5 e. Di vê pirtûkê da bîstûdû serpêhatî ‘ kurteçîrok û bîstûdû jî gotinên cîvakî cîh digrin. Naveroka vê berhemê bi giranî li ser qirkirin, talan, reva xelkê me yê êzidîne ku wan li herêma Qersê ji ber zûlm û zora Romê û ya kurdên misilman revîyabûn xwe avitîbûn pas dewleta Sovyetê ye. Helbet zor û zûlma dewra Stalîn jî têda cîh digre ku wan çawa bi derewa xelkê reben avitine hepsan û eskencê giran li wan kirine.Alîyê din da jî ji derheqa bedewî û rindîya çîyayê Elegezê da jî hûne bibin xwedîyê malûmatan bi xwendina ev kitêbê va.

Cara ewile ku ez rastê guherandinekî di nivîsên Eskerê Boyîk’ê da têm, ev jî wî li ser herfa ‘e da xetekî kisandîye. ‘Egît, ‘ewr, ‘Eysan, ‘ezman, ango li ser tîpa ( eyn ) nê da tîre kisandîye. Ev asteng her hebû lê kesî li ser nediaxivî, bi rastî gava min xwend ez pê razîbûm. Ev tîpa ku jê dengê ( eyn ) tê der di alfabeya kurdî da heya vê gavê tuneye, hêvî dikim wê zimanzanên me li ser ev pirsgirekê bawerîya xwe eskera bikin. Weka din stîla Eskerê Boyîk ya nivîskarî di vê kitêbê da jî weka berê mane, kurmancîya devê xelkê Elegezê, an jî ya herêma Serhedê ye û tahma xwe ya xwezayî heye, meriv pê dilsa dibe. Giranîya naveroka serpêhatîyên vê kitêbê jî li ser jîyana xelkê Êzidî û li ser cîrantîya xelkê Ermenî ne, her wusa li ser çîya, gund û bajarê Yêrevanê ne. Jîyana xelkê gundî, gerandina govendê, xwarin û vexwarina xelkê, di dawetan de çawa mêran heyanê serê sibê reqisîne û konyak vexwarine, xanedanîya axayên wê heremê, hezkirina mêvana weka her alîyê ku kurd têda dijîn û helbet hezkirina jin û mêran, keç û xortan, revandina jinan hatîye nivîsînê.Lê ne tenê jiyana xelkê gundan, her wusa jî ya bajarvanîya jî hatîye zimên. Nivîskar evîndarîya xwe di dema xwendina unîversîteya Yerevanê jî nivisîye. Ango, rojekî ev diçe kitêbxaneyekî da kitêbekî dikire û keçekî bi kurmancî wî dipirse, tu kurdî? Ev jî dibêje erê ez kurdim û navbera wan de evînekî qasê ses mehan destpêdike û sev û roj bi hevrane, lê tenê bi ramûsanan ev ses meha derbaz dikin. Evîna nivîskarê me û ya keça kurd Gulê. Pistê ses heyvan heryek ji wan diçe gunda xwe ji bona mayîna çend rojan,lê Gulê êdî venagere. Evîndarê me diçe besa bijîjkê û dipirse felankes kuda çûye? Li wir dibêjin ew çûye Moskavayê û li wir tevî doktorekî dizewice.Îcar de hûn texmîn bikin halê evîndarê me.Lê gelekî sal û zeman di ser ev evînê kû nehatîye ji bîrkirin derbaz dibin û kekê minê hêja di bajarekî da diçe mala dost û nasên xwe mêvanîye û li wir dixwin û vedixwin, xwedîyê malê dibêje nexwesekî me heye ew dixwaze te bibîne. Helbet mêvan ecêb dimîne, heyran ew nexwesa malê li min çi dixwaze? Ez mesele dirêj nekim, ev nexwes keça kurd Gulê bi xwe bûye. Gulê li wir halekî perîsandaye û dibêje, ji qusûra min nenêre min bê xeber te li Yerevanê hist û çûm…

Neha ez vegerim li ser Tolhildanê; xortekî heye bi navê Evdî, di rojekî da ev xort diçe ser kanîyê û li wir Senemê dibîne, dibe evîndar. Senem jî gelekî bedew bûye, lê bavi Evdî nexwastîye ev bibe bûka wan.Axir di dawîyê da wan ev keç û xort dizewicandine. Lê tu nabê yarekî wê keçikê hebûye û rojekî tê Senemê tev qîza wê û seyê wan jî digrin diçin. Evdî di wê rojê da li gund bûye û jina wî jî di waran da bûye. Çawa ku Evdî pê dihese jin, keç, se birine êdî ji ber hêrsa nizane çi bike.Tu nabe ev kes ku Senem birîye Reso axa bûye,lê sika kesî naçe pê. Li vir û wir digerin, ne rêça wan dibînin û ne jî tistekî din. Evdî dibe dewrês û dikeve pê rêça jin û keça xwe. Evdî wusa bawer dike ku xelkê jin û keça wî bi zorê birine. Di êvarekîda dibe mêvanê axayekî û li wir xelk salixdanê jina wî didin û dibêjin, felankesê weha jinekî bedew ji xwe ra anîye,kes nizane jina wî a teze, an jî ya kevn bedewe felan. Evdî radibe diçe gundê Reso axayê û ser kanîyê da jina xwe dibîne, lê jin dibêje; rabe here, an na ezê mêrê xwe ra bêjim, ewê te bikuje. Reso axa pê dihese tê mala jinikekîda Evdî dibîne û herdû guhên evdî jê dike.Lê jina Reso Axa Zerîf Xatûn jî sev tê Evdî li wir suwarê espê dike û direvîne, dibêje; wî jina te revandîye, ez tevî te têm bira xelk bibêje Evdî jî jina wî anîye. Axir di dawîyê da ev Evdî û Zerîf Xatûn pistî gelekî rojên teng xwe digîhêjin mala Evdî û li wir dizewicin,ji hevdû sa dibin. Pêwîste bê gotin ku Zerîf Xatûn misilman bûye û Evdî jî êzidî. Hêvî dikim hûn ev kitêba bikirin û bixwînin. Heyanê careka din bimînin di nav xwesîyê da!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button