Nivîsar

TU TISTEK WEKÎ BERÊ NABE

latifepozdemir@gmail.com

Li Komara Turkîye bi dehan sale ku, heyînên Kurdayetî u Kurdbun ji terafê rejima Kemalîst ve hatiye inkar kirin. Sistema Kemalistî, Kurdayetîyê, wek tehdit u neyarî daye nisan .Lewra ye ku, Kurdayetî bêhed, teda dîtîye,êza kêsandîye, hatîye pisaftin u talan kirin.Ziman u heyînên netewî a Kurdî,di her qonaxî de, dibin xetera namanê de buye.Ev qedexe u xeterbarî u tawanbarkirina heyînên Kurdî bes nekîrîye, u pasî jî,Kurdayetî u zimanê Kurdî,bi salan, li komara Turkîyê yekser, hatîye qedexe kirin.Wisan ku casus u xefyan ketine du gundîyên Kurda ka gelo kî bi Kurdî diaxife ku bigrin u cezayê diravî bikin.

Tarixa fermî ( resmî) u raya fermî a rejima Turkîyê, Kurda qedexe kiriye u cehd kirîye ku Kurdayetîyê pisêvîne.( asimile bike) Bi rastî di vî karî de, gelek jî serkevtî buye.Lewra nivsa nu a komarê ( cumhurîyetê), ewên ku îro, xwe wek ‘zarokên cumhurîyetê’ qebul dikin u bi vê yekê kubarîyê dikin.Ev nivsa ku bi fikir ramanên Kemalizmê mezin buye, nivsek virnî ye.

Virnî yani ew kesê ku ne li emedê xwe ye. Yanî ew kesê ku li kêstîya bayê vir u derewan siwarîye bere pista xwe daye rastî u heqxwazîyan.

Ev nivsa dema sistema Kemalistîyê, nivsek xam u xeyalxwer e.Kemalizm çehvê wan kor kirîye, hemu rê u olaxên lêkolînên zanîyarî li wan girtîye.

Kemalizm wek ideolojîyek romantîk xwe jî heqîqet u rastîyan dûr xistîye. Ew dinav xeyalên xwe yên bêpayan de xwe vesartîye.

Ev nesla ( nivsa) ku bi damezrandina komarê re nuzaye, ( xêncî Kurda), hez bikin yan hez nekin,yek rêyek li ber xwe dîtine.:Perestîya Mistafa Kemal.

Li ser rênîsanderîya rejimê; bi milyonan kes, bi Atatürk re razane u dîsa pêre rabune.Gotine ku Ataturk(bapîrê Turkan) bab u bapîre ji bo Tirkan. Ya rast jî, jixwe ew yek e.Mistefa Kemal Tirkayetîyê, ji tunehîyê kiriye heyîn

Dema ku bîr u ray wiha be, ma qabile ku tu kes bikaribe zimandirêjîyek bike di derheqê Mistefa Kemal de. Bisalan Mistefa Kemal kült u fetîsek qaîm bu jibona Turkan. Civat li gor helwest u daxwazi u raya Kemalîstan hate sererast kirin. Sitem, di eslê xwe dei li ser yakanîyê za bu.Yek millet, yek ziman, yek bayreq, yek dewlet, yek din, yek mezheb…Yek..yek..yek..Bê guman ev yekînî jî tenê Turkbun bu.

Perestîya M.Kemal ewqas dane pês ku metelokek di nav xelkê de hate gotin: ‘Kemal babê meye, çî bike, bi qîma xwe ye.’

Mistefa Kemal jî babîtîyek bas kir ji bo xulqandin u çêkirina miletek nû ku jêre ‘Turk’ hate gotin.

Rayedarê Osmanî, bawerî bi Turk u Turkmena nedikirin. Ji bo wan digotin : ‘Etraqên Bê îdraq’ Ev yek bu sebebe xwekêmbînîyek mezin.

Lewra yekem cehda Kemalîstan ew bu ku siyanet u rumetek nu peyda bikin ji bo Turka. Lewra Turka serdest u karbidest îlan kirin u heyîna hemu rengên turkîye xera kirin, pirdengî u pirrengîy3e inkar kirin.Pasî J3i dirusmê nîjatperest kirin nava jîyana civakî.Wekî:

‘ Her Tirkek bedele cîhanek e’

‘Sad ew kese ku Turk e’

‘Hebuna min qurbana hebuna turkayetîyê be.’

‘Di vî welatî de yek heqêk ne Turk heye:Ew ji xulamtîya Turkan.’

‘Kesê ku xwe Kurd hisab dikin, bi ser ruyê wan tif bibarînin.’

Pasî kampanyayên Turkîaxaftin u Turkî fêrbuyînê li dar xistin.

‘Hevwelatî, bi Turkî biaxife.’ bu mijara xas a rejimê.

Li ser çîya u zinarên welatê Kurdan bi herfên mezin van dirusman nivsandin.

Helwest u bîr u raya Kemalîsti di mejîyê nivsa Kemalperwer de, qaim ci vedaye.Hemu jîyan li ser destur u cewaza Ataturk hatîye sazkirin.Tistên ku M. Kemal jê nerihet buye, bi heman hal hatîye serpostin.

Ev istem vaye heftê sale ku li Turkîyê hikimdar u fermandare.Kemalizm buye xwedankes u mirîd.Lê êdî îro mîyadê temenê xwe dagirtiye, tije kirîye. Êdî, roj bi çamurê nayê sewax kirin, u mertal nakeve nav cewal.Her tist zelal dibe u zelalî delalîyê bi xwe re tîne.Tu tist wekî bere namese, tu tist wekî bere namîne, tu tist mîna bere nabe.Zeman dermanê hemu tistane.

Lazime ku em sedem vê rews u dîmenê, zêde hêrs nebin. Lewra,guhertina vê rewsê, ne ewqas hêsane. Sedem ewe ku,ev rews ne îro peyda buye, ji hestê sala zêdetire ku ev rewsa virnî u xam li Turkîye wek rayek mehqul u meqbul di nav civatê de, cih girtîye. Helbet guhertin u pasveanîna vê rewsê ji, bi zeman ve girêdahîye.Cehd u xebatek dûr u dirêj lazime.Pês hemu tistek lazime, ser u ray u raman werin guhertin.Ew raya ku di hestê sala de kok daye u reh u rîselê xwe di nav civatê de bicî kirîye,divê bi sebir u sebat,bi hostahî u zanebun were paqij kirin.Bi hêrs u dijwarî u ser u qirên, guhertinên qaîm çênabin.

Divê bîr u hizra Kemalistî,ji sing u serê civatê bas were paqij kirin.

Kemalizm, jehrîyek dijwar e.

Tovê Kemalizmê li ser xîmê Komara Turkîyê hatîye resandin.

Kemalizm, navê bindestkirina gelê Kurd e.

Biborin lê tu kes rêz nagre li himberê bîr u rayek ku miletê wî bindest kiribe.

Navê Mistefa Kemal, ji bo her Kurdekî, zilme, zordestî u kustin u nefîkirin u pisaftin u inkarkirin e.

Kurd nikarin vê diroka sermoke u rûres jibîr bikin u bibin pêsrevê sistema berê.

Lewra tu tistek bêsekin namîne, tu tistek wekî berê namîne, her tist diguhire u tac u textên bîr u raya kevnare, têne hilwesandin. Bila kes ne xeyîde. Kes li qisûrê ne nere.

Bivê-nevê wê her kes rojek bi serborîyên xwe re, ruberu bibe.Zelalbuna zeman, fersendek base ji bona ruberubuna mirovan.Kesên jixwe qayîl u serefmend, lazime xwe li gora zeman veguhirînin u wergerin ser rastîyan, jî serborî u tarixa xwe a puç u derew cüda bibin.

Rastî dilxwesî u sivkahî ye.Rastî bextê spîye, bextewerî ye.

Ne serme ku mirov dev ji tarixa puç u derew berde u tarîxek nu u nujen binivsîne.Lê serme ku mirov di vî qonaxê nû de,hê li pey vir u derewan , gale-gal u fort u futan bimese.Tistên bê esl u astar, bêsitun u dîwar, tistên puç u vala, rêya rastîyê asê dikin.Lazime mirov van tistên xerab ji ser rêya zelalkirina mêjîyê xwe paqij bike.

Her çiqas kesên virnî u ne li emedê xwe hêrs bibin jî, dîsa lazime mirov ji lêkolînên zanîstî u dîrokî pasda nemine.Kes u kesayetên tarîxî, buyer u hedîseyên demên borî, niheqî u azarên rejîmên zordest, red u inkara gelan, pisaftin, kustin, nefîkirin u hepis u zindan; divê bê sekin u seqar werin qalkirin, ji bona zelal kirin u rastkirina mejîyê nivsa nu.

Dem u dewra Kemalizmê derbas dibe.

Tu tist xwe li ber xwesêna zeman ranagre.

Dem difermê ku hemu xebat li ser ximên zanistî werin ava kirin.

Gef u gale- gal u vir u derew, zerarê didin mirov u milletê mirov.

Tu tist wekî berê namîne.Her tist wê vegere ser rastîya xwe. Her darek li ser koka xwe wê sîn bibe.

Roj roja Kurdan e.. Dem u dewran zivirîye. Çerxa felekê ber bi Kurda ve dizivire. Bes ku Kurd bikaribin ji vê rojê sûdek bas werbigrin.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button