Tundûtijî Ne Çareserî Ye Divê Beramber Ajevegeriyê Hisyar Bin

Mafê me ye, ku li hember erîsên DAÎS li ser Kobaniyê derkevin kolanan, pistgiriya berxwedana Kobanî bikin, dijî siyaseta dewleta tirk derheqa DAÎSê rawestin.
Lê belê di xwepesandan û çalakiyan da sewitandina trompelan, dukkan û tistên dinê ne tenê xizmeta armanca me nake, her usa bi kêrî hêzên dijî asitî, azadî û demokrasiyê tê.
Hêzên hanê, dixwazin bi rêka kurtir kirina qirjî û aloziyan, naxseyên xwe kirêt ci be ci bikin. Ji ber vê yêkê divê derheqa naxseyên hanê hîsyar bin û rê nedin ajavegeriyê.
Hikumeta AK Partî derheqa çalakiyên hanê, ku ne di xizmeta armanca xwe da ne, dibêje ’emê bi tundî biçîne ser van çalakiyan.’ AK Partî, bi gotin û halwesta xwe ya hanê ve, bi bidona benzinê ve diçe ser agirê, bi vî awayî welatê ber bi binbesta tundûtijiyê dibe.
Pêwistiya Kobanî îro axaftinên biriqedar, lê vala û puç û hamaset nine.
Karbidestên dewleta Tirk dibêjin çu ferq û cudayî di nava PKK û DÎS’ê da nîne û di hinek bajêr û bajerokên Kurdistana Bakur da, di sevê da hatin û çuyinê qedexe kirin.
Divê kardibestên dewleta Tirkiyê, derheqa PKK, ango sirikê xwe yê ‘pevajoya asitiyê’, dev jê gotinên hanê berde. Her usa dev je hemu kiryar û halwestên, ku welatê ber bi biinbestê ve dibin, berde û pirtir alikarî lî Kobanê bike.
Divê karbidestên Tirkiyê, êdî alikarî li hêzên tundrewên Îslamî yên Suriyê neke û alikariya mirovî û siyasî li hêzên çekdar, ku îro li Kobanê berxwe didin, bike.
Divê hikumeta AK Partî astengî li ber hêz û dewletan çêneke, ku dixwazin alîkariya serbazî bisêynin Kobanî û rê li ber vê alîkariyê veke.
Divê çalakiyên pistgiriya Kobanê, ku li welat û dervayê welat têne kirinê, bi siklê asitiyane bin. Bi kar anina tundûtijî di van çalakiyan da, ne di xizmeta doza Kobanî da ye.
Hêzên welatparêz û demokratên Kurdistan, di zirufa îro da, dev jê gengesiya li ser bûyer û peshatiyên Kurdistana Basurêrojhilatê berdin, milên xwe bidin hevdu û bi hevra pistgiriya berxwedane Kobanê bikin.
Roj beramber ajavegeriyê roja hisyar bûn e!
Roj roja kemtir kirina dijminan, pirtir kirina dostan e!
Roj roja pistgiriya Kobanî ye, roja xebata mil bi mil e!
07 Cotmeh 2014
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Dengê Kurdistan


