Nûçe

VAKFA RIYA AZADÎ ÇÊBÛ

Heval û hogirên hêja,

Iro xebereke bas didime we.

Par van rojana me ji bo avakirina WAKFA RIYA AZADÎ dest bi kar û xebatekê kiribû. Ev kar giha dawî, Wakif tescil bû, ango hat qeydkirin.

Armanca Wakfê bi kurtahî ev e: Di warê dîrok, ziman edebiyatê da kar û xebatên çandî wê bike, di vî warî da konferans û panelan çêbike, wesanan bike, ji bo pêsvebirin û firehkirina demokrasiyê, ji bo alikariya sosyal kar û xebatê bike ji bo kesên hewcedar, bi taybetî bo ciwanan. Dîsa gor îmkan û mercan, ji bo parastina berhemên tevgera Riya Azadî ya dewlemend ‘ta ji destpêkê heya îro- kitêbxane û muzexaneyekê ava bike.

Navenda Wakfê li Enqerê, nêzî Kolana Kizilayê, li adresa jêrê ye:

Kültür Mah. Saglik 2. Sokak, 56 / 10, ÇANKAYA.

Heyeta mutewelli ya Wakfê di 22yê Tirmehê da li Enqerê, di salona Evkuran Otêlê da (Ziya Gökalp Cad. Mediha Eldem Sok. No: 40) wê bicive.

Civîn di saet 11.00 da wê dest pê bike, kar û xebata heya îro binirxîne, ji bo kar û xebata pês me rê nîsande û biryaran bistîne, her usa jî Komîta Karê Rêvebirinê ya nu û Komîta Çavdêrî hilbijêre.

Tevî endamên Heyeta Mütewelli, ew heval, nas û dostên ku ked û para wan di tevgera Riya Azadî da hene, ew jî dikarin di civînê da amade bin.

Bi navê Komîta Rêvebir ya miweqet ya

Wakfa Riya Azadî
Kemal Burkay

6 Tirmeh,2017

Dengê Kurdistan

Back to top button