Vasif Kahraman: Em ê ji bo Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin

Vasif Kahraman: Em ê ji bo Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin
Vasif Kahraman: Em ê ji bo Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ku bi egîdî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe dan, li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin.
Partiya Maf û Azadiyan ya Saxê Amedê, bi mebesta bibîranîna Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li Meydana Derê Çiyê ya Amedê daxuyaniyek belav kir.
Partiya Maf û Azadiyan ya Saxê Amedê, ev roj (26.03.2014) bi mebesta bibîranîna Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî, li Meydana Derê Çiyê ya Amedê ku ev egîdên kurd lê hatine dardekirin, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî, bi besdariya Cîgirê Serokê Gistê yê Partiya Maf û Azadiyan Hasan Dagtekîn, Endamên Meclisa Partiyê Ramazan Moray û Sîdar Avci, Namzeta Saredariya Mezin ya Amedê Sevgî Çelîk Moray, Namzetê Saredariya Sûrê Hasan Barak, Namzetê Saredariya Yenîsehîrê Vasif Kahraman, Namzetê Saredariya Bagleran Wedat Dede, Namzetê Saredariya Kayapinarê Alî Kizilay, Berdevkê Gruba Diyalogê ya Dîcle û Firatê Muhîttîn Batmanli û herweha gelek endam û reftarên partiyê û xelqê Amedê hat lidarxistin.
Besdaran, Alaya Kurdistanê, pakartên wek ‘Sehîdê Azadiyê Sêx Seîdê Pîranê’ û yên navên wan egîdên kurd li ser hatibûn nivîsandin, bilind kirin û herweha, sloganên wek ‘Bijî azadiya Kurdistanê’, ‘Me sehîdên xwe jibîr nekiriye, em ê çu car jibîr nekin’ û wd. sehîdê Kurdistanê bibîr anîn.
Daxuyanî ya bi tirkî ji aliyê Namzeta Saredariya Mezin ya Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî, ji aliyê Namzetê Saredariya Yenîsehîrê Vasif Kahraman ve hat xwendin.
Kahraman, di despêka axaftina xwe de weha got; ‘Em ê ji bo Sêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ku bi egîdî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe dan, li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin’.
Tevahiya daxuyaniyê ku ji aliyê Namzetê Saredariya Yenîsehîrê Vasif Kahraman ve hat xwendin, weha ye;
DEMA RÛBERÎ HEV BÛNA RASTIYEK DÎROKÎ YE
Kedkarên hêja yên çapemeniyê;
Geleme yê bi rûmet;
Nêzikî sed sal berê li ser navê dardekirina Sêx Seîd Efendî û hevalên wî li himber gelê kurd tevkustinek hat kirin û em jî, ji bo teshîrkirina vê yekê li vir civiyane. Ji bo ji serma dewleta tirk, trajediya ku bi ruxandina gorên serokên kurdan pêk anîbû re bibêjin bes e em li vir in.
Ev êdî ne tisteke vesartiye. Di sedsala çûyî de dinyayeke nû avabû lê Kemalîstan li kurdan îxaneteneke mezin kirin. Di destpêka salên 1920î de ji kurdan re peyamên biratiyê, sozên dewleteke kurd û tirkan hatibû dayîn. Lê di sala 1923an de bi peymana Lozanê ne biratî ma ne jî bi hevûdu re dewlet avakirin.
Divê êdî kurd bihatana tunekirin. 89 sal beriya niha ji bona tevkustina gelê kurd celad hatin vezîfekirin. Mehkemeyên Îstiklalê hatin sazkirin, Sêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî bi neheqî hatin dardekirin. Bawerî û nirxên gelê kurd yê misilman hatin binpêkirin û gorên wan hatin ruxandin. Herweha gorên Seîdê Nûrsî û serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza jî bi heman rêbazî ji gelê kurd hatin vesartin. Di salên 1990î de bi hezaran kurd hatin revandin û gorên wan ne diyar in.
Bi vê siyaseta xwe dewlet dixwaze gelê kurd ji bîreweriyeke neteweyî dûr bixîne. Bi vî awayî rê li ber avakirina nasnameya kurdan digre.
Sed sal derbas bû. Gelek hikûmet guhurîn. Lê dewlet ne li xwe mikur hat ne jî ji gelê kurd lêborînê xwest.
Dostno, hevalno,
Îttihat Terakkî di salên 1920î de li vê dera hanê bi tenê Sêx Seîd Efendî û hevalên wî darde nekirin, wusa tê gumankirin ku li cihê hatine vesartin jî tebeqeyeke betonê rêtin. Lê ya herî trajîk jî ev e ku di destpêka salên 2000î de bi erêkirina saredariyeke ku bi sozê temsîlkirina kurdan hatiye ser hukum û bi destê mutehîdeke polîtîk avahiyeke pirqatî hat lêkirin.
Ev yek serm e, guneh e.
Hevalên hêja,
Divê êdî em dawiyê li vê sermê bînin.
Welatiyên bi rûmet,
Dem dema li dîroka xwe xwedî derketinê ye. Em ê li himber hewldanên di vî warî de bêrawestan bixebitin.
Ji bo vê yekê Nexwesxaneya Alman ku li ser mêjûyê gelê kurd hatiye avakirin divê bê hilwesandin. Ger em di 30yê Adarê de biserkevin karê me yê yekem dê ev be. Ev sozê me ye ji gelê kurd re.
Em ê ji bo Sêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî li vê qadê goristaneke abîdeyî lêbikin.
Ev êdî ne pirsa partiya me bi tenê ye, ev doza me hemiyan e.
Ji bona vê yekê em ji gelê Amedê alîkariyê dixwazin. Werin mil bidine me.
Divê dewlet jî ji bo vê rastiya dîrokî êdî li xwe mikur bê û ji gelê kurd lêborînê bixwaze. 26.03.2014
Bijî rihê sehîdan
Bijî Sêx Seîd Efendî û hevalên wî yên gernas
Bijî Azadiya Kurdistanê
Bijî Kurd û Kurdistan
Dengê Kurdistan