Wakfa Riya Azadi, li Diyarbekrê navendeke çandî ava dike

Wakfa Riya Azadî, li Diyarbakrê cîgehekqasî 900 m2 kirî û nu hahazirî dike ku vêderê gor armancên wakfê bi kar bîne.
Yek ji rêvebirên wakfê, Abdullah Çelebî di beyana xwe da usa got:
‘Tevgera Riya Azadî ku bi pêsengiya birêz Kemal Burkay kar û xebata xwe bi dehan salan ajot, li welat û li metropolan, jibo azadî û demokrasiye berhemên gelek bas dan, sazî ava kirin, gelek kadrênhêja perwerde kir, gihand û naveke bas û serbilind hist.
‘Nuha jî Vakfa me di rêça Tevgera Riya Azadî da û di bin serokatiya Burkay da, wek saziyeke sîwîl û civakî kar û xebata xwe dimesîne.
‘Wakfa me li Diyarbekrê, di Taxa Ofîsê da cigehek qasî 900 m2 kirî. Em dixwazin vêderê gor armancên Wakfê, ji bo kar û xebatên civakî û çandî wek navendekê bi kar bînin. Nuha em vê derê gor vî karî rêz dikin, me lewha xwe li wir darda kir û di demeke nêzik da jî emê civînekê ava bikin û vê dere bikin xizmeta gelê xwe.’
27ê ÇileyêPêsîn, 2018
Dengê Kurdistan